Zimanê Kurdî, nasnameya me ye!

Nûçeyên Forum —

Çarşem 7 Cotmeh 2026 - 09:00

  • Her gel bi zimanê xwe tê nasîn. Ziman tenê serişteya axaftinê nîne; ew dîroka gel, çanda wî û bîranîna wî digire. Ziman awayê ku gel xwe û cîhanê dibîne jî nîşan dide. Dema ku ziman lawaz dibe, beşek ji bîranîna gel jî di xeterê de dikeve.

 

MENAF ARSLAN

Ji ber vê yekê, pirsa zimanê Kurdî ne pirseke biçûk e û ne jî tenê mijara mal û dibistanê ye. Ew pirseke nasname, pêşeroj û hebûna civakî ye. Em Kurdên ku li Ewropayê dijîn, vê rastiyê her roj dibînin. Zarokên me di dibistanên van welatan de bi zimanên wan perwerde dibin. Ew bi zimanê wan dixwînin, dinivîsin, difikirin û di jiyana civakî de bi wan re têkilî datînin. Ev tiştekî normal e, ji ber ku perwerde û jiyana civakî bi ziman ve girêdayî ne. Lê pirsa sereke ev e: Gelo em di malê de çiqas bi zarokên xwe re bi zimanê Kurdî diaxivin? Li vir divê em rawestin û ji xwe bipirsin.

Ger zarokek Kurd zimanê xwe tenê di nav çend gotinên malê de bibihîze, lê xwendin, nivîsandin û perwerdehiya wî bi zimanekî din be, gelo em dikarin bêjin ku me zimanê xwe bi temamî ji nifşê nû re gihandine?

Her malbata Kurd dikare bibe dibistaneke biçûk a zimanê Kurdî. Ziman ji malê dest pê dike. Zarok berî ku li dibistanê zimanekî din fêr bibe, zimanê malê dibihîze. Ji ber vê yekê, parastina zimanê Kurdî ne tenê berpirsiyariya mamoste, nivîskar an sazîyekê ye; ew berpirsiyariya me hemiyan e. Gelên din ev rastî baş dizanin. Îngilîz, Fransî, Alman û gelên din zimanên xwe wek sermayeyekê dibînin. Ew zimanên xwe hîn dikin, li ser zimanê xwe perwerde dikin û bi vê rêyê hem zanîn û hem jî nirxê civakî û aborî diafirînin.

Em jî divê zimanê xwe wek sermayeyek mezin bibînin, ne wek barekî li ser milê xwe. Zimanê Kurdî divê were axaftin, xwendin, nivîsandin û fêrkirin. Zimanek ku tenê di gotûbêja malê de dimîne, hêdî hêdî cihê xwe di jiyana civakî de winda dike. Lê zimanek ku tê nivîsandin û xwendin, di zanînê de tê bikaranîn û ji nifşekê digihîje nifşê din, dikare bijî û pêş bikeve.

Ziman û perwerde ji hev nayên veqetandin. Zimanê dayikê zimanê yekem ê mirovan e. Mirov bi zimanê dayika xwe hîn dibe, difikire, hestên xwe îfade dike û têkiliyên xwe bi cîhanê re ava dike. Ji ber vê yekê, daxwaza ku zimanê Kurdî di perwerdehiyê de cihê xwe bigire, tenê daxwaza axaftinê nîne. Ew daxwaza xwendinê, nivîsandinê, fêrbûnê û jiyana bi zimanê dayikê ye.

Li gelek deveran Kurd bi civîn, meş û çalakiyên civakî daxwazên xwe derdixin û dixwazin ku zimanê Kurdî di perwerdehiyê û jiyana fermî de cihê xwe bigire. Ev daxwaz divê wek daxwazeke bingehîn a maf û nasnameyê were dîtin. Lê divê em li vir jî pirsekê ji xwe bikin: Gelo tenê daxwazkirin bes e? Bêgûman, na! Daxwaza zimanê Kurdî divê ji gotinê derbasî jiyanê bibe. Divê em bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin, bi Kurdî bixwînin, bi Kurdî binivîsin û wan teşwîq bikin ku zimanê xwe bizanin.

Gelo, ziman, dîrok û erdnîgarîya Kurdistanê çiqas tê zanîn?  Ziman bê dîrok nikare bi temamî were fêmkirin. Dîrok bê erdnîgarî jî nikare bi temamî were nasîn. Ji ber vê yekê, nasîna zimanê xwe divê bi nasîna dîrok û erdnîgariya Kurdistanê re bê girêdan. Kurdistan ji bo gelê Kurd tenê navê erdnîgariyekê nîne. Ew bi bîranîn, dîrok, ziman, çand û jiyana gelê Kurd ve girêdayî ye.

Her çem, çiya, bajar û dever dikare parçeyek ji bîranîna gelêkê be. Çemê Muradê, mînak, yek ji çemên girîng ên herêmê ye. Ew ji herêmên Agirî, Mûş û Çewlîg re derbas dibe û li Paluyê dikeve pergala Çemê Firatê. Ev çem ne tenê taybetmendiyeke xwezayî ye; ew di dîrok û jiyana gelên herêmê de jî cihê xwe heye. Ji ber vê yekê, nasîna erdnîgariya xwe jî beşek ji nasîna xwe ye.

Zanîn hişyarî ye, ji ber vê civakek bê zanîn nikare bi temamî xwe biparêze. Kesê ku li ser mijarekê zanîn nîne, nikare wê mijarê bi temamî fêm bike. Ji ber vê yekê, fêrbûn û fêrkirin divê bibe parçeyek ji jiyana me ya rojane. Her kesek ku zanîn, ezmûn an agahiyek heye, dikare wê bi kesên din re parve bike. Zanîn dema ku tê parvekirin kêm nabe; berevajî, zêde dibe. Di vî warî de medyaya civakî dikare roleke girîng bilîze. Em dikarin wê ji bo fêrbûn, fêrkirin, hişyarbûn, rêxistinbûn û nasîna ziman û erdnîgariya xwe bikar bînin. Lê şert ew e ku em vê derfetê bi zanîn û berpirsiyariyê bikar bînin.

Nifûs bi tenê têr nake. Civakek dikare nifûsa wê pir mezin be, lê ger zanîn, hişyarî, rêxistin û baweriya bi xwe tune be, ew hêz nikare bi temamî li ser piyan bisekine. Ji ber vê yekê, hêza civakê tenê bi hejmarê nayê pîvan. Hêz di zanîn, hişyarî, yekîtî û xwedîderketina li ser nirxên xwe de ye.

Yekîtî û pêşeroj hêzbûnê diafirîne. Di nav Kurdan de gotina yekîtî gelek caran tê dubarekirin. Lê yekîtî divê ji gotinekê zêdetir be. Ew divê di kirinê de were dîtin. Hêvî û daxwaza gelek Kurd ew e ku hêzên siyasî û civakî yên Kurdistanê ji bo berjewendiyên gelê Kurd nêzîkî hev bibin û di mijarên bingehîn de hevkarî bikin.

Civakek ku zimanê xwe, dîroka xwe û erdnîgariya xwe nas dike, dikare li ser piyan bihêztir bisekine. Yekîtî jî ji vê zanînê û ji vê hişyarîyê dest pê dike. Gelê ku li nirxên xwe xwedî derdikeve, azad dibe. Bêgûman bîranîna şehîdan, stranên wan û çîrokên ku ji nifşekê derbasî nifşê din dibin, beşek ji bîranîna civakê ne. Divê em van nirxan bi rêz û berpirsiyariyê biparêzin.

Azadî ji îro dest pê dike Em gelek caran dibêjin: “Rojek dê bê.” Belê, wê rojê bê. Lê pêşeroj bi hêvî tenê nayê avakirin. Divê em îro dest pê bikin. Îro em dikarin bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin. Îro em dikarin pirtûkek bi Kurdî bixwînin. Îro em dikarin nivîsek bi Kurdî binivîsin. Îro em dikarin zimanê xwe fêr bibin û kesekî din jî fêr bikin. Her gav ku em zimanê xwe bikar tînin, em zimanê xwe zindî dihêlin. Her gav ku em zarokekî bi zimanê Kurdî hîn dikin, em parçeyek ji pêşeroja xwe diparêzin. Her gav ku em dîroka xwe fêr dibin, em xwe hîn baştir nas dikin.

Ev ne qedera me ye ku em her tim bindest bijîn. Lê ji bo guherandina vê rewşê divê em ji xwe dest pê bikin. Zimanê Kurdî ne tenê zimanê axaftinê ye. Ew zimanê bîranînê, dîrokê, çandê û nasnameya me ye. Ger em dixwazin zimanê Kurdî bijî, divê em bihêlin ku ew di malên me de bijî. Ger em dixwazin pêşerojeke bihêztir hebin, divê em îro dest bi avakirina wê bikin.

Zimanê Kurdî bila di malê, dibistanê, civakê û jiyana rojane de bijî û pêş bikeve. Bi zimanê xwe em xwe nas dikin. Bi zanîna xwe em civaka xwe bihêz dikin. Bi yekîtî û hevkarî em dikarin pêşerojeke bihêztir ava bikin.

Zimanê Kurdî zimanê me ye; parastina wî jî berpirsiyariya me ye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.