
- Felsafeya "Jin Jiyan Azadî" hebûna jinan a jiyanê ye. Jiyan jî civak e. Di çalakiyên li Îranê pêk hatin de jî şoreşa felsefeya dirûşma "Jin Jiyan Azadî derket pêş. Ew çalakî li hember zilm û zordariyê ya li ser jinan hatin lidarxistin. Jixwe dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" li hember tûndî û newekheviyê mertala wekheviyê bixwe ye.
SEHER YILDIRIM
Lazim e di seranserî jiyanê de jin bibin xwedî sazî û xwe bi rêxistin bikin. Bi saziyan re bijîn û bibin yek. Wek tê zanîn li Bakurê Kurdistanê jî li hember tundiya li ser jinan çalakiyên cûrbecûr pêk tên. Ev çalakî bi bandora xwe di cîhana jinan de xwe dide der. Li Amedê çalakiya mêran a li hember tundî û şîddeta li ser jinan hat lidarxistin jî pir balkêş û bi wate bû. Li cihekî ger zilm û zordarî û şîdet hebe dijberî vê yekê li wir têkoşîn, berxwedan û serhildan jî xwe dide der.
Dijderketina mêran a li hemberî tundiyê girîng e. Kengî bi giştî mêr li hember şîddeta li ser jinan serî rakir dê wê demê azadiya civakê jî pêk were. Dê civak bi serkeve û dê adaleta wekheviyê jî bikeve meriyetê. Ger ku mêr azad bin xwedî hişmendiya wek hev bin dê jin jî azad bin. Jin azad bin jixwe mêr jî azad dibin. Bi kurtasî azadiya herdû zayendan jî bi hevdû re girêda ye.
Hemû çalakiyên li hemberî tundiya li ser jinan taybet û girîng in. Xwediyê bingeheke xurt a felsefeya dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" ne. Her wekî dinê çalakiya "Jin, Bîr û Edaletê" ya li ber Edliyeya Amedê tê lidarxistin jî pir balkêş e û bi wate ye. Li vir li dijî tundiyê disekinin dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" jî berz dikin. Jixwe dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" bi wate û pir bi hêz e. Ev çalakî jî li hemberî pergalê û neyîniya zagonên li dijî jinan pêk tê ye.
Ji bo tundî bi dawî bibe hişmendiyeke hevpar girîng e. Kengî di nava mêr û jinan de hişmendiyeke hevpar pêk hat û parvekirine pêk hat dê wê demê têkçûyîn jî ji holê rabe. Her wiha wekhevî jî ji bo gelek aliyan baş e. Wekî mînak aboriya jinan û ya mêran wek hev be dikare gelek xeteriyan ji holê rake. Wê demê ew ê qadeke demokratîk bê avakirin. Ew jin jî mêr jî bi ser bikevin. Bi vê re ew ê civak jî bi ser bikeve. Wekheviya her cûre hilberînê jî pir bi qîmet e. Ger ji her hêlî ve wekhevî pêk were dê zext û zordestiya mêran a baviksalarî ku li ser jinan pêk tê û didome dê biqede û ji holê rabe.
Ji bo tundî ji holê rabe û felsefeya "Jin Jiyan Azadî" di nava civakê de belav bibe Jinolojî jî gelekî girîng e. Wekî mînak ew konferansa Jineolojiyê ya li Londonê jî pir bi qîmet e. Vê konferansê bal bir ser neyîniya pirsgirêkan û azadiya jinan. Her wiha bal bir ser erêniya çareseriya pirsgirêkan jî.
Lazim e jin bi xurtî xwe bi rêxistin bikin. Ger ne wisa be mixabin pergal jî bi her cûre hêza xwe ji bo tundiya li ser jinan wê bi kar bîne. Ji bo vê dixebite û di nava liv û tevgerê de ye. Şîdeta li ser jinan polîtîk e, bi zanebûn û kûr tê birêvebirin. Her wiha bandora erênî ku jin jî ji her hêlî ve li ber xwe didin û ji bo wekheviya xwe têdikoşin mînakên jinên azad e. Her wiha ji bo jinên azad kengî be çi dem dibe bila bibe dê felsefa "Jin Jiyan Azadî" bigihêje encama erênî. Dê bigihêje armanca xwe û dê bi ser bikeve.
Şoreşa jinên kurd ji bo her aliyên Kurdistanê bûye mînak. Şoreşa jinê li Rojava jî ji bo jina azad bûye mînaka têkoşîna jinên azad ên li her aliyê cîhanê. Li gel vê şoreşê kengî li her derê mijara wekheviyê bikeve meriyetê wê demê dê jin bi giştî azad bibin. Wê demê dê pergal azad û demokratîk bibe. Dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" her dem li ser lêvê jinan û mêrê azad û demokrat dikare bibe peymana jina azad. Wê demê dê pêşengiyê ji mêr û zarokên azad re bike. Jin, zarok û mêr bingeha civakê û jiyanê ne. Wateya civaka azad û demokratîk bi nirxên xwe ve giranbiha ye.
Divê em ji bo civaka azad û demokratîk her tim bi hev re li berxwe bidin. 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan tê. Ev rojeke bi wate ye. Lê belê têkoşîna li dijî tundiyê tenê bi rojekê nabe. Lazim e di her dîrokê de jin li dijî tundiyê amade bin. Divê her tim jin azad bin û xwedî nirx û hişmendiya azad bin.







