Aştî li ber deriyên girtîgehan dest pê dike

Nûçeyên Forum —

Yekşem 1 Mijdar 2026 - 19:20

  • Her roj agahîyên cuda, dengê mirin û îşkenceyê ji girtîgehên Tirkîyeyê bilind dibe. Roj û meh tine ku cenaze ji girtîgehên Tirkiyeyê dernakevê.

MUSA KARBADAG

Li gor daxuyanîyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di Nîsana 2025’an de li girtîgehên Tirkiyeyê herî kêm 1.412 girtiyên nexweş hene, 335 ji wan wek nexweşên giran hatine tomarkirin. Derengmayîna sewqên nexweşxaneyê û pirsgirêkên di gihandina xizmetên tenduristiyê de, giraniya mijarê nîşan dide.

Dîlbûyin nayê wê wateyê ku mirov mafê xwe yê tenduristî, jiyan û rûmeta xwe winda dike. Divê rewşa girtiyên bi giranî nexweş ji aliyê lijneyên tenduristiyê yên serbixwe ve were nirxandin; daxwazên tehliye an taloqkirina înfazê yên kesên ku dermankirina wan di şert û mercên girtîgehê pêk nayê, divê bêyî derengmayînê çareser bibe. Tenduristî ne îmtiyazeke ku li gor nasnameya siyasî yan ramanê tê dayîn e, ew mafekî bingehîn ê mirov e.

Şewitandina înfazê

Tiştê ku di nav raya giştî de wek "şewitandina înfazê" tê zanîn, ango taloqkirina tehliyeya girtiyên ku dema wan a tehliyeya bi şert hatiye bi biryarên Lijneyên Îdare û Çavdêriyê, dibe sedema fikarên giran. Bi taybetî girtiyên ku bi salan di girtîgehê de mane bi nirxandinên nediyar û kesane, prensîba ewlehiya hiqûqî dike mijara nîqaşê.

Divê biryarên tehliyeyê li ser pîvanên objektîf, zelal û yên ku dikarin werin kontrolkirin bin. Îdiayên ku girtî neçar dimînin dev ji ramanên xwe yên siyasî berdin an daxuyaniya poşmaniyê bidin, divê werin zelalkirin. Înfaza cezakirinê nikare bibe amûreke teslîmgirtina ramanên mirovan.

Divê rûmeta mirovan were parastin

Îdiayên ku li Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê tên gotin gelek xeternak e. Ferzkirina kartên bi nîşan a li girtiyan divê bi zelalî werin lêkolînkirin.

Dîroka girtîgehan a Tirkiyeyê, bi taybetî îşkence û kiryarên biçûkxistinê yên ku di dema 12’ê Îlonê de li girtîgeha Amedê hatine jiyîn, tîne bîra me ku parastina rûmeta mirov çiqas girîng e. Dibe ku ne rast be ku em kiryarên îro bi yên berê re yek bi yek wekhev bibînin. Lê divê em li hemberî her cure kiryareke ku kesayet û îradeya girtiyan dike hedef, hişyariyên bîra dîrokî li ber çavan bigirin.

Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û rêgezên Nelson Mandela yên Neteweyên Yekbûyî jî parastina jiyan, tenduristî û rûmeta mirovahiyê ya girtiyan esas digire. Berpirsiyariya dewletê ya ji bo dabînkirina ewlehiyê, van erkan ji holê ranake.

Aştî li ber deriyê girtîgehan dest pê dike

Serkeftina Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” divê ne tenê bi daxuyaniyên siyasî, bi guhertina ku di jiyana mirovan de çêdibe were pîvandin. Eger girtiyên nexweş negihîjin dermankirinê, tehliye bi hincetên nediyar werin taloqkirin û kiryarên ku rûmeta mirov diêşînin berdewam bike, avakirina aştiya mayînde dê kêm bimîne.

Dibe ku dewleta Tirk li ser ramanên mirovekî nebî, dikare kiryarên wî yên berê rexne bikin. Lê divê mafê wî yê jiyanê, mafê wî yê dermankirinê û mafê wî yê jiyana di şert û mercên li gor rûmeta mirov biparêze.

Her jiyan pîroz e

Parastina jiyana girtiyên nexweş, bidawîanîna taloqkirinên tehliyeyê yên keyfî û misogerkirina rûmeta mirov li girtîgehan ne qenciyeke siyasî ye, berpirsiyariyeke hiqûqî û wijdanî ye. Ji ber ku aştiya rast bi parastina jiyana mirov dest pê dike. Û divê sifta ewil aştî li ber deriyê girtîgehan dest pê bike.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.