Qeyranên aborî yên pergala kapîtalîst

Nûçeyên Forum —

Pêncşem 5 Mijdar 2026 - 07:00

  • Dîroka pergala kapîtalîst, di heman demê de dîroka qeyranên kûr ên aborî û awayên derbasbûna ji van qeyranan e. Berovajî îdîayên aborînasên lîberal ên ku qeyranan wekî "astengiyên demkî" an "şaşiyên bazarê" pênase dikin, dîrok û teoriya polîtîk nîşan dide ku qeyran ne nexweşiyeke derveyî ye, karaktera cewherî ya kapîtalîzmê bixwe ye.

MEHMET ŞAHÎN

Lê tiştê ku kapîtalîzmê heta îro li ser piyan girtiye, ne tenê afirandina krîzan e, şiyan û kabiliyeta wî ya nûkirina saziyî, bîrdozî û teknolojîk anku mutasyon û xwenûkirina sîstematîk e. Di bingeha her qeyraneke kapîtalîst de du nakokiyên bingehîn hene.

Yek, mêtîngeriya keda zêde ye. Sermaye ji bo ku qezenca xwe zêde bike, nirxê ku dide karker kêm dike. Vê yekê di navbera hêza hilberînê û hêza kirînê de valahiyeke mezin çêdike.

Du, qeyrana zêde hilberînê ye. Kargeh û şîrket gelek kelûpelan çêdikin, lê ji ber ku çîna karker û civak xizan bûye, bazar têr dibe û kelûpel di destê sermayeyê de dimînin. Ev astengiya dorvegera sermayeyê dibe sedema îflas, bêkarî û qeyranên zincîrî.

Kurtedîroka qeyranan û pêvajoyên xwenûkirinê pergala kapitalist gelek daneyan dide dest me. Kapîtalîzmê her carê piştî qeyraneke mezin, şêweyekî nû yê birêxistinbûnê pejirandiye da ku sermayeyê ji hilweşînê biparêze.

Qeyrana yekem a mezin a kapîtalîzma pîşesaziyê di sala 1873’an de pêk hat. Wê qeyranê nîşan da ku bazarên neteweyî êdî têrê nakin. Bersiva kapîtalîzmê împeryalîzm bû. Dewletên Ewropayê ji bo dîtina çavkaniyên nû û bazarên nû, berê xwe dan mêtîngehkirina Afrîka, Asya û Rojhilata Navîn.

Qeyrana duyem a mezin a kapitalîzmê di sala 1929’an de bi îflasa borsaya New Yorkê dest pê kir. Îflasa borsaya New Yorkê û hilweşîna aboriya cîhanê nîşan da ku "bazara azad" nikare xwe bixwe birêve bibe. Ji bo pêşîgirtina li şoreşên karker û xetereya sosyalîzmê, kapîtalîzmê destwerdana dewletê pejirand. Modela Dewleta Refahê hat avakirin, mafên karkeran hatin zêdekirin û saziyên civakî hatin bihêzkirin.

Qeyrana sêyem a mezin a kapitalîzmê di sala 1970’an de dest pê kir. Dema ku modela Keynesian rasterast bandor li rêjeya qezencê ya sermayeyê kir, di salên 1980’yî de serdemek nû dest pê kir. Neolîberalîzm. Ji bo zêdekirina qezencê taybetkirina saziyên dewletê, serbestberdana sermayeya fînansî, bêbandor û bêmafkirina sendîkayan bûn çekên nû yên kapîtalîzmê.

Qeyrana çaremîn di 2008’an de dest pê kiriye û dewam dike. Îro pergala kapîtalîst di nav qeyraneke sêalî (aborî, ekolojîk û civakî) de ye. Qeyrana fînansî ya 2008’an nîşan da ku neolîberalîzm jî gihîştiye sînorên xwe. Ev qeyran îro bi rêya van amûrên nû yên xwe nûkirinê tê birêvebirin.

Ji van amûran a yekemîn, kapîtalîzma dîjîtal û şopandinê ye. Sermaye êdî ne tenê kargehan, lê daneyên kesane (data), hest, tevger û dema azad a mirovan dike kelûpel. Algorîtma û îstîxbarata destçêkirî (AI) bûn amûrên nû yên kontrola civakî û mêtîngeriyê.

Ya duyemîn, kapîtalîzma kesk e. Qeyrana ekolojîk a ku kapîtalîzmê bixwe afirandiye, îro wekî sûkek nû ya fînansî tê firotin. Bazara karbonê û enerjiya nûjenbar dîsa diherikin nav xezîneya şîrketên mezin.

Ya sêmenîn jî nûjenkirina otorîterîzm û faşîzmê ye. Dema ku soza "refah û azadiyê" ya lîberalîzmê îflas kir, kapîtalîzmê ji bo parastina nîzamê berê xwe da rejîmên otorîter, rastgiriya tund û neteweperestiyê. Li hemû cîhanê pêşketina desthilatdariyên rastgir û tundrew netesedufî ye. Li gel hemû kiryarên tundrew û derhiqûqî piştgirîdana Erdogan encama vê polîtîkayê ye.

Wekî encam, xwenûkirina kapîtalîzmê ne nîşana hêza wî ya bêdawî ye, berovajî wê nîşana kûrbûna nakokiyên wî ye. Pergal ji bo ku bijî neçar e şêweyên berê yên tundiyê bi teknolojî û otorîterîzma nû re bike yek.

Lêbelê, ev xwe-nûkirin ne çareseriyeke teqez e. Çareseriya rastîn ne di reformkirina pergala kapîtalîst de ye, di avakirina modelên alternatîf ên mîna Aboriya Komînal, Civaka Ekolojîk û Modernîteya Demokratîk de ye ku di navenda wan de ne zêdekirina sermayeyê,  zêdekirina jiyan û azadiya mirovan heye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.