
- Çalakiya berxwedanê ya 14’ê Tîrmeha 1982’an a zindana Amedê, di nava tariyê de berxwedana îradeyî ye.
MEHMET ŞAHÎN
Darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’an, di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de yek ji xalên şikestinê yên herî kûr e. Rejîma darbeyê, ji bo ku gelê Kurd di qirkirinê re derbas bike û hemû pîvanên civakî ji nû ve dîzayn bike, di serî de Tevgera Azadiya Kurd û hemû muxalîfên li dijî xwe tasfiye bike, zindan kiribûn laboratuvara "îslahkirin, teslîmgirtin û tunekirinê". Zindaneke ku ev polîtîka bi awayê herî hov û sîstematîk tê de dihat meşandin, Zindana Leşkerî ya Amedê ya Jimara 5’an bû.
Zindana Amedê ne tenê girtîgehek bû, navenda şikandina îrade û nasnameya siyaseta kurdî bû. Navenda şikandina îradeya kadroyên Tevgera Azadiya Kurdistanê bû. Dihat xwestin ku wan hucre bi hucre bihelînin û teslîm bigirin. Zindan kiribûn navenda asîmîlasyon, helandin û tunekirina kurdan. Li dijî vê tariya mûtleq, di 14’ê Tîrmeha 1982’an de Çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin hat destpêkirin. Ev çalakî, li dijî konsepta îmhayê ya fîzîkî û psîkolojîk, xala herî radîkal, trajîk û dîrokî ya berxwedanê ye.
Rejîma 12’ê Îlonê
Piştî darbeyê, Yuzbaşi Esat Oktay Yildiran wekî Midûrê Hundirîn ê Zindana Leşkerî ya Amedê hat tayînkirin. Esat Oktay di bin îdareya xwe de rejîmeke wisa hov ava kir ku mirov ji mirovbûne derbixe. Wê demê kiryarên ku li zindanê dihatin kirin, di raporên parêzvanên mafên mirovan ên cîhanê de di nava "kiryarên herî hov û bêmerhamet ên zindanan ên cîhanê" de cih girtin.
Diruşme ya "Bi tirkî biaxive, pir biaxive" li her quncikeke zindanê hatibû nivîsandin. Bi kurdî axaftin û bikaranîna zimanê dayikê, sedema îşkenceyên herî giran bû. Li ser hemû girtiyan ferz dikirin ku sirûdên leşkerî ji ber bikin. Polîtîkaya bênasnamekirin û tirkkirinê li ser wan dihat ferzkirin. Polîtîkaya bişaftina çandî û bênasnamekirinê bi hemû dijwariya xwe di meriyetê de bû.
Di hucreyan de di nava ava kanalîzasyonê de girtin, xwarina pîsîyê, bi saetan lêdan, di bin navê perwerdeya leşkerî de îşkenceya fîzîkî û qedexekirina dîtina malbatan, hovîtiyeke sîstematîk bûn
Riya ku diçe berxwedanê
Li dijî îşkenceya sîstematîk, şikestina herî mezin di 21’ê Adara 1982’an de bi çalakiya yek ji damezinerên PKK’ê Mazlûm Dogan a bi sê niftikên kifrîtê pêk hat. Ev çalakî, li dijî bêdengî û tirsa zindanê bû çirûska yekem a destpêkê. Piştî vê çalakiya ronahiyê, di 17’ê Gulana 1982’an de Ferhat Kurtay, Necmi Oner, Mahmut Zengin û Eşref Anyik (Çaran) li dijî tarîtiyê bedenên xwe kirin agir. Li dijî polîtîkayên bêrûmetkirin û teslîmiyetê bi canê xwe çalakî pêk anîn û tarîtiya zindanê qetandin. Van çalakiyên ferdî û komî kir ku ew hêrsa di dilê mirovan de mezin bibe û bibe biryar û bingeha berxwedana kolektif a civakî.
Çalakiya rojiya mirinê ya mezin
Di roja 14’ê Tîrmeha 1982’an de, di doza herî mezin a Zindana Amedê ya Jimara 5’an de, ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mehmet Hayrî Durmuş beriya her kesî destê xwe rakir, mafê axaftinê girt û dest bi axaftina xwe ya dîrokî kir. Hayrî Durmuş got; ji bo protestokirina kiryarên nemirovî yên zindanê, îşkenceyan û nenasîna îradeya me ya siyasî, ez dest bi çalakiya rojiya mirinê ya mezin dikim.
Piştî axaftin û biryara berxwedanê ya Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yılmaz û Alî Çîçek jî yek bi yek mafê axaftinê girtin û piştgiriya xwe ya ji bo biryarê diyar kirin û gotin em jî tevlî vê çalakiya mezin dibin.
Di vê çalakiyê de daxwazên berxwedêran pir zelal û mirovî bûn:
-Bila îşkence hemû demildest bên rawestandin.
-Bila zext û zora leşkerî bê rawestandin û cilên yekreng li ser me neyên ferzkirin.
-Bila mafê parastina siyasî bê naskirin.
Gotina Dîrokî ya Kemal Pîr:
"Em bi qasî ku di oxira wê de canê xwe bidin, ji jiyanê hez dikin." Lê em tu carî jiyaneke bêrûmet qebûl nakin.
Di vê çalakiyê de rejîma zindanê ji bo ku îradeya wan berxwedêran bişkîne hemû rê û rêbazên qirêt ceribandin. Lê nekarî îradeya berxwedêran bişkîne. Berxwedêran di hucreyên xwe de alîkariya tibî qebûl nekirin, roj bi roj bedenên xwe helandin û gavekê jî bi paş de neavêtin.
Kronolojiya berxwedanê
Di rojên pêşveçûyî yên çalakiya mezin de, ji ber birçîbûn û tîbûnê bedenên berxwedêran yek bi yek ketin bin giraniya qelsbûna fizîkî.
Kemal Pîr: Di roja 55’an a çalakiyê de, di 7’ê Îlona 1982’an de gihîşt şehadetê. Sosyalîstekî Deryaya Reş ku bûbû rêhevalê gelê Kurd û bû sembola herî girîng a vê berxwedanê.
Mehmet Hayrî Durmuş: Di 12’ê Îlona 1982’an de, di roja 60’î ya çalakiyê de gihîşt şehadetê. Di wesiyata xwe de got: "Li ser kêlika gora min binivîsin, ji gelê xwe re deyndar çû" û bi van gotinên xwe pîvana fedaîtiyê diyar kir.
Akif Yilmaz: Di 15’ê Îlona 1982’an de berxwedana xwe ya rûmetê bi şehadetê tacîdar kir.
Ali Çiçek: Di 17’ê Îlona 1982’an de, wekî endamê herî ciwan, berxwedana xwe ya rûmetê bi şehadetê tacîdar kir.
Mîrasê dîrokî û siyasî
Berxwedana 14’ê Tîrmehê, stratejiya wehşetê ya cûntaya leşkerî ya ku li ser Zindana Amedê ava kiribû, ango a "teslîmgirtin û tunekirinê" pûç kir. Polîtîkaya serwerkirina tirsê û çokdanînê ya ku li zindanên dewletê dihat plankirin teşhîr bû û di nava civaka Kurd de bû sedema şikestineke kûr, bû sedema şiyarbûn û hêrseke mezin a gel.
Berxwedana 14’ê Tîrmehê, li dijî polîtîkayên cûntaya 12’ê Îlonê ya ku dixwest di şexsê kadroyên pêşeng ên PKK’ê de gelê Kurd teslîm bigire û tune bike, bersiva her herî mezin bû. Li dijî bênasnamekirin û îtîrafkariyê, çalakiya xwedîderketina li nasname û îradeya xwe bû. Li dijî tecrîd û bêdengiya mûtleq, di eywanên dadgehê de daxuyandina manifestoya jiyana nû ya dîrokî bû. Destaneke wisa bû ku bedena mirov tê de dibe çeka herî mezin û dîwarên tirsê yên ku dihat xwestin li ser gel werin avakirin, rûxandin.
Vê çalakiyê, dîwarên zindana Amedê rûxandin û ji bo civaka Kurd bû çavkaniya moral, qewet û xeta berxwedanê. Her çend rejîmê girtî bi awayekî fîzîkî di nava çar dîwaran de girtibin jî, nekarî îradeya wan a siyasî û felsefeya wan a berxwedanê ya ku hatibû afirandin tune bike. Îro jî berxwedana 14’ê Tîrmehê di hafizeya siyasî ya Kurdan de wekî "Roja Rûmetê" û li dijî teslîmiyetê wekî manifestoya berxwedanê û jiyana nû ya herî radîkal tê qebûlkirin.









