
- Li Konferansa ziman, dilê min mîna perîtankê bû, ango mîna perperîkê… Xebata çendsalan di ber çavên min re bihurîn. Cara pêşîn ku min li Kolana Hunerê li derve dersaKurdî/Kurmancî da û her çend carên din li gelek qadan. Êş û elem… Dadgeh, girtîgeh, berxwedan. Xebatên Enstîtuyê, Kurdî Der, yên TZP Kurdî û va îro…
FERATÊ DENGIZÎ
Ma dibe ku mirov ne dilşa be. Konferansa ziman a li Amedê hat lidarxistin, hêvî xurt dikir û dilşadiya min diherikî. Va di encama berxwedana çend deh salan de em Kurd li ser zimanêxwe, li ser çareseriya xwe, li qadeke ku rêveberiyên me yên herêmî amade kirine dipeyîvin û derdên xwe, xemên xwe yên li ser zimên radixin ber çavan li çareseriyan digerin. Berê me nikaribû bêjin em Kurd in û zimanê me heye! Tê bîra min, di salên 1970’yî de li EnstîtuyaPerwerdehiyê beşa Bîrkariyê ya pergalê de ku min digot, “ez Kurd im, bi Kurdiya xweserbilind im” çi hat serê min, tew şoreşgerên wê demê ligel faşîstan, Kurd û dostên wan ne têde, digotin “ma te mejiyê xwe xwariye, hiş berdaye, Kurdê çi, ma niha dema vê gotinê ye!”belê jiyan li me teng û em li hebûna xwe digeriyan. Çi tiştekî ecêb! Ma hebûn, hebûna mirovtê înkarkirin, lê rastî û jiyana me ev bû! Bi hêza berxwedan, têkoşîn û ruhê berxwedêran,cangoriyan va em gîhan vê derinceyê. Ê hilbet em dixwazin, dibêjin hê bilindtir!
Ka ez çîrokekê bibêjim, ku nebêjim nabe: dibê gundekî ji rêyan dûr bê mele hebû! Rêya teyrû tirûran pê diket û hew. Temam gund bisilman bûn lê camî, mele tuneye, li gorî orf û adeta ku pêşiyên wan rê wan dabûn, ibadeta xwe jî li gorî baweriya xwe dikirin, bi cîh tanîn. Rojekêmeleyek tê şandin ji bo vî gundî. Merheba, bi xêr hatî û vir de wê de. Mêrik dibê ez mele me û peywira xwe tîne ser zimên, gundî bê hay in. Dibêjin kuro ma jixwe em divêtiya baweriyaxwe dikin, rojiyê digirin limêj û taeta xwe dikin, ma ne bes e…. Ez serê we neêşînim, mele jixwe re dibêje, de bi ber bayê wan nekeve û hewl dide bi gundiyan camiyekê dide çêkirin, îjadibê werin camiyê û roja înê jî divê hûn bên xutbeyê. Haydê, orrr… ev ji ku derket, paşêgundî qanih dibin, dibêjin em li ber hev nanêrin. Tên camiyê lê tevlî solan tên, dibêjin em nikarin solên xwe, pêlavên xwe derxin ji nigan, ji lingan derxin. Dibe, nabe… Mele dinêrerewş xerab e, ew ê neyên camiyê. Dibêje bavo werin, tiştek nabe bi solên xwe nimêj bikin, bila saf werin girtin, de Xweda mezin e. Mela zilamekî çavtêr e, bi gundiyan re diçe palehiyê, firîkê nokan dixwe, bi şev li kilamên çirçirkan guhdidêre, li camiyê jî berdewama îbadetê yê, camêr ne ê qayîşkêşê ye, ji qayîşkişandinê aciz e, îdare dike. Rojek havînê di kelqija nava rojêde dinêrin va mêrikek ji wira hat, got selamelêkim û got ez meleyê nûh im, tu her navçeyacem miftî, ez ê meletiya gund bidomînim. Ê ser çavan. Çend hefte dibihurin meleyê nûh tê linavçeye melayê kevn dibîne, kuro me te çi kiriye! Ez dikim nakim bi solan tên camiyê û em wisa nimêj dikin, wele bi wan nikarim, dibêjin melayê berê em wisa hîn kirine û dibe tu çidixwazî?!… Melayê kevn çîroka xwe û wan dixe rêzê, dibêje min anî heta vira. Tu mêr bî îjabike ku tu solan ji lingên wan derxînî û wisa bila îbadeta xwe ji bingehîn hîn bibin û bi cîhbînin. Hebikî rewşa me jî dişibe vê çîrokê. Na ne ku parastina rewşa heyî dikim, baş e, lê ne bes e, lê rastiya jiyanê û xwestek her dem ne wek hev in…
Piştî konferansê îca em çûn mitînga azadiyê, ez dibêjim civîna azadiyê. Mitîng li gorî salêndawî ya herî qerebalix î bi coş bû, doza azadiya Reberê me dikirin, piştgirî didan pêvajoyê lêtanîn ziman ku “bextê Romê tuneye!” lê dawî divê çareseriyek hebe! Ê min kêfxweşiya minew bû ku min, min hevalên xwe yê girtîgeha Ordî û yên girtîgeha Dîlokê dîtin, hinek ji zêdeyêwan sîh sal qulaptibûn û ku ev rewş dîtin ji dil bextewar bûn. Ji ku em hatin ku! Her çiqasrewş ne bi dilê me/wan bû jî lê rewş pir kelecanê dide, em ê bi ser kevin. Dilê min ji aliyekî lêdida, rewşa ber çavan, heval, zortengiyên girtîgehan, hevî, bi rastî jî nizanim çi bibêjim…
Em çi dixwazin bi boneya vê mitîngê, Kurd çi dixwazin!
Di serî de em azadiya fîzikî ya Rêberê Gelê Kurd û azadiya dîlên girtîgehan dixwazin, bilagirtîgeh vala bibin ku bi rastî em bizanibin pêvajoyek ku azadiyê dixwaze heye. Lewradijberên me dîsa rêyên xapînok radixin lê em bi biryar in, gel bi biryar e û dijber jî mecbûr in, rewşê ew xistine tengasiyê. Rewşa Rojhilata Navîn û derûniya civakê tê zanîn, ji ber vênadivê em zane, bi biryar û bi sebir bin. Dîsa hêza me ya xurt bi rêxistinbûna me ye. Divê ji berêbêhtir em li rêxistina xwe xwedî derkevin, bêhtir xwe bi rêxistin bikin û yekîtiya xwe ava bikin. Temam rîsk û xetere hene lê fersendên dîrokî jî hene û em Kurd ne yên berê ne. Em dikarin yekîtiya xwe ava bikin û azadiya xwe pêk bînin, ramanên, fikir û baweriyên me çidibin bila bibin em dikarin ji bonî azadî, demokrasî û statûyê bên cem hev.
Bi hêviya yekîtiyê. Bila ev civina azadiyê bibe havênê yekîtiyê…















