Xewna bi zimanê dayikê

Nûçeyên Forum

Sêşem 14 Tîrmeh 2026 - 10:00

  • Mirov xewnan bi zimanê xwe bibînin çi xweş e ! Min îşev xewnek dît û hema ez rabûm beriya ku ez ji bîr bikim, min ew nivîsî. Mixabin dema mirov bi nav salan de diçin xewnên mirov dibînin nayê bîra  mirov ango mirov dibêje qey mirov xewnan  nabîne.

 

AHMET YALÇINKAYA

Hilbet sedema xewnan nayê bîra mirov ne tenê bi nav salan çûne. Yek hebû, digot, “Guhên min li her derê ye .”  Yek jê jî gengeşiya jiyanê  ye. Xewna min ku bû sedema vê nivîsê jî ev bû; dayikek navsere ku niha, nû hînî xwendin û nivisîna kurdî- kurmancî dibe, rojekê hat polê û wisa bi kelecan bi kêf got, “Mamoste, hevalino ! Ez  êdî xewnan bi Kurdî dibînim. Bi xwedê ji cergî ez hatime vir, ez bi Kurdî xewnan dibînim.” Wisa bi kêf got, hêjayî dîtinê bû. Lê her çiqas kêfxweşiyek e, di eslê xwe de dilsoj e û trajîk e! Rastiyek me radixe ber çavan û heta xewnên me hatine dagirkirin.

Min jê xwendekarên (navserê û mezintir) din pirsî,  gotin, “Niha nizanim, lê berê, yên tên bîra min bi tirkî bûn. Ma xewn ji bîra mirov diçin ?”

Her çiqas êdî me dest ji xewndîtinan berdabe jî îro bi xewna xwe ez şiyar bûm, hema ev gotina dayikê hate bîra min û hema ez rabûm, beriya ez ji bîr bikim min rahişt pênûs û kaxizê û min nivîsî. Bi rastî ez bextewar bûm ku min xewna xwe bi zimanê şêrîn dîtibû. Min xewn dianî bîra xwe ka tirkî tê de hebû an na. Mixabin, hevokek hebû û kesek nêz min digot, “ Herdu jî ferq nake” nizanim ji bo çi digot ferq nake, ka ez xewna xwe bibêjim:“ Em gundî  hemû vegeriyabûn gund, me zanîbû gund carekê hatiye xerakirin û her kes koçber bûye. Bes, dema debarê ye û hemû gundî hatine debara xwe kirine. Xuya bû ku em tenê dema debarê karîbûn bihatinan gund. Debar qediya bû, tûtina di nav çarikan de ku hêj ter bû (wek mirov tiştekî ji agir xilas bike)li ber derî amade kiribûn. Divê biçûna, her kes li devê deriyê mala xwe sekiniye, hinan derî girtiye û hinan jî wek heta kêliya dawîn dixwazin vekirî bihêlin. Em ên wê demê zarok bûn û niha mezin bûne li halên hev dipirsin. Her yek li cihêkî li bajarên rojava lê em wisa li ber derî man, ne seyareyek, ne kes û ne agahiyek hat.”

Dema zimanê mirov azad be, ne tenê mirov pê diaxive, dinivîsê û dixwîne mirov xewnên xwe jî pê dibînin, şad dibe û xemgîn dibe. Bi hêviya her kes bi zimanê xwe xewnan bibînin!

Konferansa zimên

Di vê “Pêvajoya Çareseriyê” de hêza kurd çespan ku çiqas bi biryar dilsoz e, ev ji hêla siyaset û raya giştî ve xuya dike. Bi xwe jî desthilatdar-pergal vê zane û helwesta pergalê jî li ber çavan  raya giştî ye. Hêviya kurdan (ji bilî berjewendparêzan), raya giştî ew e ku ev pêvajo bi awayekî aştiyana bê çareserkirin.

Li Tirkiyeyê baweriya ji pergalê nemaye ji bilî kesên berjewend. Civaka xwenas-xweparêz, hêzên demokrat, lîberal divê bi pergalê re têkoşîn, bazarî, lihevkirin û arastekirina bi hêla aştiya gelan, civakê bikin.

Di vê babetê de konferansek giring, “Konferansa Ziman” pêk hat û piştî çend salan giyanek nû da, giyana me nû kir. Konferans, bi qandî giringiya xwe  ji hêla naverok, gotarên axivêran û sazkirinê ve serkeftî bû. Bi saya hewldan û çalakiyên bi vî rengî wekî li jor jî min mînakek da wê bingeha dîtina xewnan a bi zimanê dayikê jî ava bike. Ma kî dizane?

Biryarên hatin girtin ên man û nemanê ne, bi qasî nan û avê pewist û jiyanî ne; ku em pêk nînin tê wateya têkçûnê. Pêkanîna van biryaran, di piratîkê de bi sazî, rêveberiyên xwecihî, komele û rayagiştî gengaz e, kare têkeva nav jiyanê, belav bibe. Pêkanîna van xalan, avhewaya wê guncav e, wisa ye ku tovê biavêje axa pîroz ku bi salan li hêviya hev in û bi guncavbûniya hewayê re bi kêliyan re Gulistanek ava dibe li vê erdnîgariyê, dike buhuşt.

Divê mirov vê rexneyê jî li qadan, saziyan, rêveberiyan û rayagiştî re bike; di gelek konferasên din de, civînan de û gelek cihan de biryarên bi vî rengî hatine dayin, hişyarî û bal hatiye kişandin, bes encam nehatine girtin!

Dîsa ev biryar di heman demê de bang in, hawar e ! Û  biryarên vê Konferansa Zimên, tenê li ser kaxezê û weke bîranînê bila nemînin. Bibe destpêka qonaxa nû. Da ku em her tim xewnên xwe bi zimanê dayika xwe bibînin, em her tim bi zimanê dayika xwe bifikirin û zimanê dayika me di binhişiya me de bimîne û bandorê li ser tevgera me bike.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.