
- Abdulah Ocalan, her tim gotiye ku ji bo domdariya aştiya civakî ya di çarçoveya paradîgmaya nû de azadiya jinan xwediyê roleke navendî ye: “Heke ku jin ne azad bin, civak azad nabe.” Ji ber vê yekê, li gor nirxandina wî: “Azadiya civakekê bi azadbûna jinan pêkan e.”
Di çarçoveya vê nêzikatiya bingehîn de, her wekî ku di dîrokê de jî wisa bûye, jin xwediyê rola bipêşxistina zimanê dayikê yê aştiya civakî ne. Lewra jinên ku ziman afirandine bingeha aştiyê pêk tînin û têkiliyên civakî careke din tînin ser keysê. Nêzikatiya Jineolojiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abulah Ocalan vê rola jinan hem ji aliyê teoriyê ve û hem jî ji aliyê pratîkê ve piştrast dike û bi pêş dixe. Lewra têgîna aştî û zimanê dayikê bi tenê têgîneke siyasî nîn e, diyardeyeke civakî û jiyanî ye. Di çarçoveya mijara me de, mirov dikare Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê yên ku ji bo aştiya civakî ev bi salan e li Kurdistan û Tirkiyeyê têdikoşin wek mînak bide. Di avakirina aştiya civakî ya nû de, çand, pêşveçûna dîrokî û têkoşîna heqîqet, edalet û aştiyê ya Dayikên Şemiyê gelekî watedar e.
Dayikên Şemiyê di 21’ê Adara 1995’an de hatiye damezirandin. Ev pêkhate, di encama têkoşîna heqîqet û edaletê ya dayika Hasan Ocak ê ku di 21’ê Adara 1995’an de hatiye binçavkirin û bi îşkenceyê hatiye qetilkirin û laşê wî di goristana bêkesan de hatiye definkirin, Emîne Ocak, de hatiye gel hev. “Têkoşîna Mafên Mirovan a ku Li Hemberî Wendahiyan Doza Heqîqet û Edaletê Dike” ango Dayikên Şemiyê cara pêşîn di 27’ê Gulana 1995’an de bi komeke jinan a ku ji 20 kesan pêk dihat, bi çalakiyeke rûniştinê dest pê kir. Dayikên Şemiyê ji roja ku hatine gel hev ta îro bêyî ku aciz bibin an biwestin, ji nifşekê bo nifşeke din, ji kevneşopiyê ber bi dahatûyê ve, bi bipêşxistina zimanê heqîqet, edalet û aştiyê lêgerîna mafan didomînin.
Di sala 1999’an de, piştî bêbextiya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Rêzdar Abdulah Ocalan, bi armanca pûtepêdana girîngiya pêkanîna aştiya di navbera Kurd û Tirkan de, ji bo bidawîkirina şerê qirêjî, di sala 1999’an de Însiyatîfa Dayikên Aştiyê hatiye damezirandin. Di vê têkoşîna ji bo aştiyeke bi rûmet de, bi sedan dayikên me yên ku gotine “Em Aştiyê Dixwazin” nemir bûne. Yek ji wan dayikên me yên nirxdar jî Sakîne Arat e. Wê bixwe her tim gotiye: “Tekane tiştê ku em dixwazin aştî ye. Bila aştî çêbibe û zarokên me jiyana xwe ji dest nedin.”
Dema ku em ji têgîna aştiyê ya bi Kurdî derkevin rê, em ê di pêkhatina aştiya civakî de rola zimanê jinan û zimanê dayikê baştir bibînin. Ji dîrokê ta niha, jinên Kurd di pêkhatina aştiya civakî de her tim bûne xwediyê roleke diyarker. Ji bo aştiyê bi pêşengiya jinan gelek kom, gêrîla û sembolên aştiyê hatine Tirkiyeyê û ji bo pêkanîna aştiyeke mayînde têkoşiyane; ev têkoşîn hîna jî didome.
Di çarçoveya wate û girîngiya mijara me de, em dikarin çend mînakan bidin. Di 1’ê Cotmeha 1999’an de, bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, bi pêşengiya jinan komeke aştiyê ya gerîlayan a ku ji heşt kesan pêk dihat hatin Tirkiyeyê û bi armanca pêkanîna aştiya civakî, hem di girtîgehê de û hem jî li derve xebatên xwe û têkoşîna xwe domandine.
Berdevka komê Yuksel Genç li ser pirseke rojnamevanan ev bersiv dabû:“Me bûyîna Koma Aştî û Çareseriya Demokratîk hem wek mîsyoneke jiyanî, hem jî wek peywirekê dît.”
Bersiveke bi vî rengî jî daye pirseke din:“Heke ez biçim heman demê, ez ê dîsa tevahiya xetereyan bidim ber çavên xwe û ez ê dîsa wek endameke Koma Aştî û Çareseriya Demokratîk werim bêguman. Ez dîsa her û her li ser amûr û rêbazên ku dê aştiyê pêk bînin bifikirîma.”
Dîsa yek ji pêşengên komê, Gulten Uçar, li ser pirsa rojnamevanan wiha dibêje:“Em ji bo pêkanîna aştiyê û demokrasiyê, wek gaveke diyarkirina niyetê hatin. Ne ji bo çûyînê, ne jî ji bo hatinê ez poşman im. Wê gavê diviyabû ez biçûma; paşê jî ji bo aştiyê diviyabû ez bihatima. Ez biçim heman deman, ez ê dîsa heman tiştan bikim.”
Mehek piştî koma aştiyê ya yekemîn, koma duyemîn a ku ji Ewropayê hat, wek berdevka komê, nemir Aysel Dogan hevpeyvînek da rojnameyekê û di hevpeyvîna xwe ya yekemîn de ji bo aştiya civakî wiha gotibû:“Aştî bi bazarê pêk nayê; dema bazar bê kirin, bêbawerî çêdibe. Divê xetên sor ên dewletan tune bin. Divê bivênevêyên me yên hevpar wekhevî û azadî bin.”
Aysel Dogan piştî ku deh salan di girtîgehê de ma, wiha got:“Em deh salan di girtîgehê de man. Ev berdêlek bû ku ji bo aştiyê hat dayîn; ji bo azadî û xwişk û biratiya gelan ev berdêl hat dayîn. Îro, heke dîsa ji bo aştiyê heman bang were kirin, ez ê dîsa heman fedakariyê bikim.”
Dîsa di 20’ê Cotmeha 2009’an de, ji bo pêkhatina aştiyê, komeke ku ji 32 kesan pêk dihat û piraniya wan jin bûn, hat Tirkiyeyê. Di vê pêvajoyê de, Dayika Sosin û Elîf Uludag demeke dirêj di girtîgehê de man. Herî dawiyê, bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibata 2025’an de, Hevseroka KCK’yê Besê Hozat a ku bi salan e ji bo rizgariya jinan û azadiya jinan têdikoşe û pêşengiya Koma Aştî û Civaka Demokratîk kir, wiha got:“Li gor rêgeza Rêber Abdullah Ocalan, bi çekan na, lê ez bi hêza siyasetê û aştiya civakî bawer im û ez bangê li we dikim ku hûn jî vê rêgezê bisepînin.”
Ligel vê yekê, Besê Hozat di daxuyaniya xwe de wiha got:“Em ji dil û can beşdarî vê rêgezê dibin, bi serbilindî û serfiraziyeke zêde pêdiviyên vê rêgezê disepînin.”
Zimanê dayikê, zimanê aştiyê û jinan; bi taybetî jî dema ku bi pêşengiya jinan bi pêş dikevin, hem watedartir dibin û hem jî ji bo jiyana me bivênevê ne. Ji ber vê yekê, Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan dibêje ku di navbera parastina zimanê dayikê û zimanê aştiyê de, di navbera çanda jiyana azad û azadiya civakî de têkiliyeke rasterast heye. Pêkutiya li ser zimanê dayikê, bi qasî ku li ser nasnameyê jî heye, tê wateya sînorkirina mafê gotinê yê jinan jî; halbûkî zindîhiştina zimanê dayikê rola civakî ya jinan xurt dike. Di vê çarçoveyê de, jin û zimanê dayikê bi hev re wek dînamîkên sepîner û veguherîner ên aştiya civakî tên nirxandin.
Rola zimanê dayikê
Zimanê dayikê, bi tenê amûreke ragihandinê nîn e; veguhêzerê bîra civakî û nasnameya hevpar e. Di pêvajoyên aştiya civakî de, zimanê dayikê zimanê hevfamkirin û empatiyê ye. Di civakên ku pêkutî li ser zimanê dayikê heye de, kes dibin biyaniyên nasnameyên xwe; ev yek jî rê li şikestinên çandî û pevçûnên civakî vedike. Di civakên eşîrî de zimanê dayikê, ziman û çanda aştiyê ye; avakerê azadî û jiyanê ye. Jinan bi dîroka devkî ya ku bi zimanê xwe yê dayikê ava kirine, bi çand, çîrok û stranên xwe, bîra dîrokî û nirxên etîk û estetîk ên civakî zindî hiştine. Bi vî awayî zimanê aştiyê ji nifşekê bo nifşa din ragihandine û gihandine roja me ya îroyîn. Îro jî heke zimanê jinan dibe mijara nivîsîna zimanê dayikê û zimanê aştiyê, ev yek bi saya serê bîra dîrokî û kodên ziman û felsefeya ziman a Kurdiya ku hîna jî qedexe ye û jê re “zimanê nayê zanîn” tê gotin e.
Encam
Aştiya civakî bi tenê nayê wateya bêdengkirina çekan û bidawîkirina şeran; tê wateya guherîn û veguherîneke baş û pêkanîna aştiyeke civakî ya mayînde. Beriya her tiştî, divê polîtîkayên şerê taybet ê ku bi awayekî bi hûrgilî ji aliyê dewletê ve tên sepandin bên bidawîkirin û zemîneke hiqûqî û siyasî bê çêkirin. Di vê çarçoveyê de, ji bo ku di serî de jin, zarokên ku dahatûya civakê ne, ciwan, tevahiya mirovên ku tune tên hesibandin û bi kurtasî tevahiya giyaneweran xwe di ewlehiyê de hîs bikin, rûqalî tu pêkutiyan nebin, divê felsefeya jiyana azad bê bipêşxistin û avakirin. Ev yek jî encax li ser bingeha felsefeya jiyana azad, bi komunên ku di hest, raman û ruh de yekîtî pêk anîne, pêkan e.
Çavkanî:
1.Ako Mihemed Mîrzadeyî, Dîroka Kurdan a Kevnar, Van: Sîtav Yayınları, 2020.
2.Jineoloji Akademisi, Jineolojiye Giriş, Diyarbakır: Aram Yayınları, 2017.
3.Ekin Cemre Gergersoy, Kadının Yitirilen Değerleri ve Özgür Toplum, Kovara Demokratik Modernite,https://demokratikmodernite.org/kadinin-yitirilen-degerleriyle-bulusmasi-ve-ozgur-toplum/ (Son Erişim: 02.02.2026)
4.Jerome Smits- Ayşe Gündüz Hoşgör, Linguistic capital: Language as a socio-economic resource among Kurdish and Arabic women in Turkey, 2003.
5.Aynur Unal, Beyond Mother Language: Kurdish as a Regional and Indigenous Language, 2021. https://dergipark.org.tr/tr/download/article-file/1863504 (Lênîrîna dawîn: 02.02.2026)
6.UNESCO, Voices of resilience: Indigenous women at the heart of language preservation, https://www.unesco.org/en/articles/voices-resilience-indigenous-women-heart-language-preservation (Son Erişim: 02.02.2026)
XECÊ ŞEN







