
- Ji ber helbest cureya wêjeyî ya herî kevn e, vê kevinbûna wê kiriye bibe mijara gelek rexnegir û zaneyan. Ji beşên din ê wêjeyê pirtir li ser hemû aliyên helbestê zaneyan serê xwe êşandine. Li ser ziman, naverok, sembol, felsefe, muzîk, awayê nivîsandin û îlhama helbestê lêkolînên berfireh hatine kirin.
KAMRAN SIMO HEDILÎ
Zaneyên serdema pêşî digotin, “helbestvan bi Xwedayên hunerê re di nav têkiliyê de ne.’’ Digotin, “yên helbestvanan wisa xweşik didin axaftin û gotinên xweş bi wan didin gotin Xwedayên hunerê ne. Mirov nikarin gotinên wisa lihevhatî çêkin û bêjin.’’
Ev nêrîna civaka hê hêza xwe û zehmetkêşiya helbestvanan nas nekirî ji gelek feylezof û zaneyan re jî bû bingehea nêrîna wan a li wêje û afirandina helbestê.
Platon dibêje; “Helbesta kaniya wê ne îlham be, bênirx dimîne. Bi tenê îlham dikare helbestvanan bixe rêkûpêkiya sofîtî û pêxemberiyê. Ji bona vê ye zîrekî û cefa têra afirandina helbestê nakin.”
Di baweriya Platon de îlhamê têkiliyên xwe bi Xwedayên hunerê re heye. Vê nêrîna Platon bandora xwe li ser pir olan kir. Hin ji wan olan heta roja me hatin û hê di jiyana civatan de roleke aktîf dileyîzin. Vê nêrîna Platon wisa kir, hin helbestvanan gotin em pêxember in û em peyamên Xwedayê xwe dibêjin. An jî gel ji wan re got, “hûn pêxember in’’ û li dûv wan çûn.
Hin kesan jî gotin, “her helbestvanî/e Ehrîmanekî xwe heye.’’ (Xwedayekî xwe yî xirabiyê heye.) Gotin,“Ehrîmanê wan wisa perwerde dike û wan fêrî xweşpeyvînê dike. Cihên ji cîhanê dûr ji wan re dibêje.”
Yanî hinekan digotin, Xwedayên başiyê û hinekan digotin Xwedayên xirabiyê bi wan dide gotin. Bi vê cureyê rê li ber rexneyên, rexnegirên wêjeyî digirtin û awirên zanistê ji nirxandina helbestê dûr diman.
Helbestvan û rexnegir Edgar Alan Poe, nêrîna îlhamê bi Xwedayan ve têkildar dikin, hinekî jî dike tawanê helbestvanan û weha dibêje; “Pozbilindiya helbestvanan rê nedida wan li xwe mikur werin. Ka çi qas cefa û zehmetiyê di ber afirandina helbestê de dikişînin. Zehmetiyê nîşan nakin, da bi derdoran bidin pejirandin, ew îlhamdar in û berhemên wan jî berhemên îlhamê ne.”
Ev nêrîn gihîşt heta serdema şerê navxweyî ya Ewrûpayê. Heta hin kesên wê serdemê jî, di nirxandina helbestê de wisa digotin; “Helbestvanî dayîna Xwedê ye, helwesta pîroz û hêza Xwedayî helbestê bi helbestvanan dide afirandin.”
Wan jî helbestvan dixistin bin bandora hêzeke veşartî. Li gorî baweriya wan ev hêz nebe helbestvan nikarin helbestê biafirînin. Ev nêrîna bingihê xwe ji perwerdeya pîrozgehên olî digirt, heta şoreşa Fransayê hat.
Divê berî her tiştî were zanîn, helbestvan mirovên dinivîsin û kesên xweş dibêjin in. Ji çaxên pêş û heta roja me ji aliyê hizirî û xweşikhûnandina peyvê pêşengên civatê ne. Ji bona di serdemên pêşî de bûne berdevkên zanîna civatê, di nav civatê de pîroz hatine dîtin. Platon ji helbestvanan re dibêje; “Helbestvan kesên bi bask in û pîroz in.”
Bi dîtina pêhesîn û hestê civatê yên hevpar pêşverû ne û kesên ji bona veguhertinan dibêjin in. Yanî helbestvan kesên di civata xwe de dihizirin û gotinên spehî û xweş dibêjin in. Li gotinên wan tê guhdarkirin, rêz ji wan re tê girtin. Ji ber karê wan hizirkirin û hizirnivîsandin e, bûyeran cudatir dibînin û zû bi bûyeran dihesin.
Vê hizirkirin û hişyariya wan kiriye navên wan ji navên fermandarên dîrokî dirêjtir li nav gelan bimîne. Di dîrokê de, şer û siyaset pir caran bi hevdu ve hatine girêdan. Di dîroka çûyî de bi hezaran şer bûne. Bi hezaran jî fermandar û leheng hatine û çûne. Navê piran ji wan fermandar, leheng û keyên (kralên) şer hatiye jibîrkirin. Lê helbestvanên bi hestên xwe yên germ, bi form gotinên xwe yên bi aheng li ser wan keyan, fermandar û lehengên şer bandor kirin, ti caran nehatine jibîrkirin. Ev bi serê xwe tenê serbilindî û rûmet e ji wêjevan û helbestvanan re.
Di serdemên derbasbûyîn de rola ji helbestvan re dihat dayîn di roja me de mirov nikare bêje hê têyî dayîn. Sedemên vê hin tiştên nû cihê gotin û ramanê girtine. Lê hê jî hin kes afirandina helbestê dikin berhemê îlhamê û wê nêrînê diparêzin. Ez bi xwe dibêjim, helbest ji kaniya cefa û zîrekiya helbestvanan dizê. Ti hêzên veşartî, ti helbestan bi ti kesî nadin nivîsandin.
Jêderên Iîlhamê, zîrekiya helbestvanan e
Jêderên îlhamê, hişyarî, hestdarî û zîrekiya helbestvanan e. Helbestvan dayiik in û berhemên diafirînin zarokên wan in. Dayiik neh mehan zarokên xwe di zikê xwe de xwedî dikin. Heta zarok dibin, dayiik diçin wê dinyayê û tên, dibe bimirin, dibe bimînin jî. Her afirandinek mîna bûyîna zarokekê ye. Helbestvan jî divê xwe li şûna dayiikê dayînin û zaroka xwe bînin, wan mezin bikin. Ne zarok anîn bi tenê erka dayiikê ye, mezinkirin û perwerdekirin jî pêwîst e.
Helbestvan jî ne tenê dinivîsin, nivîsên xwe xweşik dikin, mebesta xwe di nav de dihûnin û piştre pêşkêşî xwendevanan dikin. Bi wî awayî bîr û baweriyên xwe bi berhemên xwe li nav civatan belav dikin. Yanî heta berhemên xwe qenc perwerde nekin dev jê bernadin. Baudelaire (Bodlêr) di vê der barê de dibêje; “Divê helbestvan desthilatdarê helbestê be, rê nede, helbest desthilatdariyê lê bike. Da zanîn, hişyarî, aramî û rastiya hunerî di helbesta xwe de bicivîne. Bikaribe li ser wate û derbirîna helbestê desthilatdar be.” Heta gelek zaneyên mîna Spîndar bi pêştir ve çûn û gotin; “Ked û zehmetî, di helbestê de her tişt e.” Van zanyarên wêjeyê di nirxandina wêjeyê de nirxê îlhamê kêm kirin û bal kişandin ser zîrekiya wêjevanan. Piştî van nirxandinan nêrîneke din li Ewrûpayê dest pê kir û li hemû cîhanê belav bû. Ked, zehmetî û zîrekî ket pêşiya îlhama, mirovan bawer dikir ji hêzên nependî tê. Li gorî ked û xebatên berhemên wêjeyî xweşik dikin, nirx bi wan bêrheman hat dayîn.
Helbestvan ji gelek tiştan îlhamê digirin, her tişt îlhamê dide wan. Şevên tarî, rondikên çavan û poşmanî dibin jêderên îlhama wan. Kêliyên rondikên çavên xwe nîşan nadin û berdidin nava xwe. Demên xwestine tiştekî bikin û nekirine, an soz dane û soza xwe bi cih neanîne. Li cihên arîkarî pêwîst e û destên xwe dirêj kirine, lê destdirêjkirina wan negihîştiye cihê xwe. Mirovên rûyê hezkirinê nîşanî wan dan û wan wer zaniye ji wan hez dikin û ew xapandine. Kesên durû yên ji mirovên li ser xwe re li ber piyan di pêşbirka şelafiyê de ne û ji mirovên li jêr xwe re lehengê virek in.
Evînên qaçax, ên newêrîne ji çûkan re jî bêjin, hezkirina welat û jiyana li biyaniyê, hesreta zarok û malbatan, peyamên dayîn heval û hogirên xwe, ev hemû dibin kaniyên îlhama helbestvanan. Lê ya herî zêde, evîna di nava wan de şaxvedayî jêdera îlhama berhemên wan e. Ev jêder dibin sedem, hest li ser dil û mêjiyê wan bişemitin. Ew hestan ji xew hişyar dikin, bi zîrekî û zehmetî hestan digirin û dikin berhemên wêjeyî. Ew berhemên xwe dinivîsin, ne hêzên veşartî bi wan didin nivîsandin. Yanî peydekirina rîsê tevna berhemên wan, rêstin û li mensûrê pêçan jî ew dikin. Paşî bi kerkitê ew rîs bi serhev de didewisînin û xelîça xwe çêdikin. Ne Xwedayên xirabiyê ji bona peydekirina peyvên lihevhatî arîkariya wan dikin û ne Xwedayên qenciyê di xweşikirina form de rê nîşanî wan dikin. Hemû bar li ser şanên wan û ew hûnandina berhemên xwe dikin.
Tiştê dixwazim bêjim ji roja mirov helbest dîtin û heta îro guftûgo li ser naverok, form, wate, giyan û xizmeta wê di pêşxistina ziman û civatê de têne kirin. Di van guftûgoyan de hin rola mezin didin îlhama Xwedayî û hin rola mezin didin jîrî û keda helbestvanan. Jêderên îlhama her kesî heye ji ber her kes dijî. Yên şemitandina hestan li ser mêjî û dilên xwe hîs dikin û bikaribin wan bigirin, girtin bi tenê jî têrê nake. Bi jîrî û kedeke mezin zanibin bînin ziman, berhemên wêjeyî dinivîsin. Ev jî, wer diyar e, ne hêzên veşartî îlhamê didin wan, ew îlhamê di nava xwe de digihînin, bi kedeke mezin îlhama xwe dihûnin û tînin ziman. Helbestvan bi hostetiya hosteyên ji gerdenên sipehî re ristikan çêdikin, li ser berhemên xwe dixebitin. Hosta çawa şikil didin zêrê li ser kar dikin, milîmeke kêm û zêde nahêlin. Piştre nirxê gerdeniyê, an bazinê çêdikin, didine. Helbestvan jî wisa li berhemên xwe dinêrin. Her wisa dema pêşî cewher ji bin erdê tê der, ne cewherekî pir bi nirx e. Pêşî ji bin erdê derdixin piştre bi destê hosteyan di makîneyan de li ser kar tê kirin û dibe cewher. Nirxdana cewher li gorî karê li ser tê kirin e. Helbestvan jî, bi xweşikhûnandina berhemên xwe nirxê jê re diafirînin. Bi afirandina nirxa berheman re jî xwe diafirîn in. Bi afirandina xwe re berhemên xwe dikin kaniya her kes karibe avê jê vexwe.










