Armanca helbestê guhertina hizrê mirov e

Nûçeyên Forum

Çarşem 27 Gulan 2026 - 06:30

  • Heke armanca helbestê nazikkirin û guhertina hizrê xwendevanan e, nexwe em dikarin bêjin li vê serdema me ya îro jî pêdiviya mirovan weke mirovên serdema pêşî bi wêje û hunerên nû heye.

 

KAMRAN SIMO HEDILÎ

Wê serdemê mirovan bi naskirina huner û wêjeyê re xwe nas kirin. Îro jî pêdiviya hunermend, wêjevan û helbestnivîsan bi mirovbûna, mirovan bîne bîra wan heye. Divê xwe erkdar bibînin ji bona zanîna mirovan bi pêş ve bibin û mirovan li pêşberî kirinên ne rewa hestdar bikin. Li van rojên, mirovan, mirovbûna xwe winda kirî, pêdivî bi çandeke nûjen, hestdar, mafparêz û xweşik heye. Mirovan gelek nirxên xwe yên mirovaniyê winda kirine û bûne dîlên dewlemendên cîhan kirine nav agirê şer. Ev hêz li gelek cihên dinyayê bi navê Xwedê, ol, nîjad û bîrdozan mirovan bi hev didin kuştin. Her kesî destên xwe kiriye gewriya cîranê xwe. Mirov ew qasî kor bûne li pêşberî kamerayan serê zarokan jê dikin û bi rûkenî vê hovitiyê weke serkeftinekê nîşan didin.

Mirov îro jî weke mirovên serdema pêşî, vê dirindetiyê çarenivîsa xwe dibînin. Divê wêjevan, hunermend û helbestvan bi berhemên xwe bi mirovan bidin pejirandin, ev stemkarî û zordestî, ne çarenivîsa cîhanê ye.

Bê çawa mirovên serdema pêşî bi rêya helbestê, wêje û hunerê perwerde bûn û di nav hemû zindiyên li cîhana me dijîn de bûne yê herî têgihîştî. Bi vê rê xezîneyên derve û yên di hindurê xwe de veşartî dane xebitandin û pêşketin. Bi rêya estetîkkirina (xweşikkirina) gotin û xeyalên xwe bûne fermandarê vê cîhanê. Piştre zanist, exlaq, ol peydekirin û gihiştine jiyana şaristaniyê. Ev amûrên civat pêş xistin hemû ji gotin, xeyal û hestên helbestbêjan destpê kirin û pêş ketin. Ev tiştên îro bûne nirxên hevpar ên mirovan, hemû bi riya estetîkkirina peyva helbestê bûne. Îro jî helbestvan bi nivîsandina helbestên xwe dikarin, mirovheziyê, xwezaheziyê û wekheviya jiyanê bînin bîra mirovan. Dikarin ji mirovan re bêjin, jiyaneke xweştir pêkan e.

Em dizanin, berî peydekirina helbestê, zanistî ji mirovan re biyanî bû û mirov dîlê bûyerên xwezayê bûn. Mirovan, ew bûyerên di xwezayê de diqewimîn weke erdhêj, şewat, lehî, nexweşiyên giştî û wekî din çarenivîsa xwe didîtin. Mirovên pêşî yên negihîştin afirandina helbest û hunerê, di bin fermana xwezayê de mîna dîl li xwezayê dijiyan.

Mirov bi riya têgihîştina helbestê di nav hemû zindiyên li cîhana me dijîn de bûye yê herî zana. Ji mirovên pêşî re, zîrekî, jêhatîbûn û zanist biyanî bûn. Tiştên mirov bi pêşxistin û ber bi fermandariya xwezayê ve birin hemû piştî peydekirina helbestê, huner û wêje derketin û mirov bi wan pêş ketin.

Prof. Dr. Burhanettin Batiban dibêje, “Di destpêka mirovahiyê ya rastî de berî her tiştî huner hebû.” Nexwe em dikarin bêjin, berî her tiştî, helbestê, huner û wêje mirov gihandine diyarê zanînê û amûra ew bi mirovan daye pejirandin û bandor li mirovan kirî helbest e. Berî ev amûra pêşxistina mirovan were dîtin, di nav civatê de têgîna tevger û rêkûpêkiya civatê nebû. Mirovên xweperest, hebûna xwe di ser her tiştî re didîtin û ev bi başî dizanîn. Di nav gereke bê armanc de dijiyan û di nav tirsa bûyerên xwezayê de xwe azad dizanîn.

Gelo îro jî ew nexweşiya xweperestiyê nîn e? Xweperestiya îro ji ya serdema hovîtiyê xirabtir e. Ev nexweşiya xirabkirinê, ne li pêşberî mirovan tenê tê kirin. Li hemberî hemû tiştên di xwezayê de cih digrin tê kirin. Mirov li pêşberî vê wêrankirinê xwe bêçare dibînin.

Horatîus, berî vêga bi salan gotiye, “Mirovên di nav tirsê de dijîn, qet ne azad in.” Îro pêwîstiya mirovan bi huner û wêjeya xweşikkar heye, da di awayê hizirkirina xwe de guhertinên nû çêbikin. Pêdiviya mirovên vê serdemê bi hunerê hizir, raman, ziman û kiryarên wan sipehî estetîk bikin heye.

Bê çawa serdema pêşî wêjevanan bi riya estetîkkirina huner û wêje armanca azadbûnê nîşanî mirovan dan û mirov bi hizirê azadiyê perwerde kirin. Îro jî pêdivî bi helbestnivîs, hunermend û wêjevanên estetîkê di berhemên xwe de xweşik bi cih bikin heye. Ji ber di huner û wêjeyê de sipehîkirina cîhan û mirovan mijara sereke ye.

Ji serdema pêşî ya mirovbûnê û heta îro hizrê spehîkirin û jiyana azadbûnê bûye bingeha huner û wêjeyê. Di hemû cureyên huner û wêjeyê de ne li mirovan û ne li cîhana em tê de dijîn kedxwarî û stemkarî nîn e. Helbestvan, hunermend û wêjevan li cîhaneke xweşik û mirovên zana li dinyayeke bê şer û wekhev digerin. Vê jiyanê di mejiyê xwe de av dikin û di helbestên xwe de pêşşî xwendevanan dikin. Ji ber wê ye helbestê xwe gihandiye hemû mirovahiyê û bandor li her kesî kiriye.

Di der barê jiyaneke wisa xweş de pirs ji Pablo Nerûda tê kirin, “Gelo jiyaneke wisa heye?” Ew jî bersivê dide û dibêje, “Belê heye jiyaneke wisa, dê bibe jiyaneke wisa. Jiyaneke Nerval har nebe, Mayakoviskî xwe nekuje, Lorca gulebar nebe.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.