Helbest û rola wê ya di pêşxistina civakê de

Nûçeyên Forum

Şemî 23 Gulan 2026 - 06:30

  • Tê gotin, ’’Mala helbest neketiyê û mêjiyê bandora xwe lê nekirî nîn e.’’ Ez bawer dikim, pêşî divê mirov bi çend gotinan pênasîna helbestê bike û nû ev mijar were ravekirin.

 

KAMRAN SIMO HEDILÎ

Helbest; xemila hiş û zelaliya bi hebûna mirovahiyê re dimeşe ye. Ne tenê xemila, çiraya pêşiya mirovahiyê ronî dike ye.

Avahiya bi kêmhevokan ava dibe, axaftina bi aheng û nivîsa hest û xeyalên mirov li ser mijarekê kilît dike ye. Hunera dilvekirina peyvê, şadiya xeyalên di kûrahiya hevokan de ye.

Zanîna nependî ya kêmasiyan vediguhere sipehîtiyê, ramana nazik û zimanê muzîkê ye.

Helbest; Xezîneya hemû şaxên ziman di xwe de vedişêre, peyva bi bask û bêpasport digere ye. Danasîn an jî pênasîn wisa diherikin û diçin. Lê gelekî ne pêwîst e, mirov danasînan kit kitî bike û hemûyan di cihekî de rêz bike. Danasînên helbestê bi asoya dîroka mirovahiyê re dest pê kirine û hê jî berdewan dikin. Pablo Nerûda wisa dibêje, “Ji amûrên guhertina dinyayê yek jê helbest e. Mirov bi helbestê cih û şêwe dibîne, helbest zanîna mirov bi pêş ve dibe, bi mirovan hestên nû û xisletên nû dide qezenckirin.”

Bê guman, em dikarin bibêjin, helbest bandorê li ser hiş, raman û hestên mirovan dike. Bandora helbestê li ser hizirkirina mirov mezin e û ne pêkan e, rola wê biçûk were dîtin. Pêşengiya wê di guhertina jiyana mirovan de û di pêşxistina civakan de ji dîroka wê ya dûr û dirêj tê. Mirovan ev amûra pêşxistinê bi gelek riyên cuda bi kar anîne û xwe pê bi pêş xistine. Ji ber wê sedemê bandora wê li ser pêşketin û derûniya hemû civak û mirovan kêm zêde çêbûye. Bandora wê li ser hin kesan kêm û li ser hin kesan zêde bûye, lê li ser her kesî bi awayekî bandora wê çêbûye.

Ji ber wê min got, mala helbest neketiyê û mêjiyê bandora xwe lê nekirî nîn e. Mirov dikarin bêjin, “ez ji helbestê hez nakim.” Lê nikarin bibêjin, “têkiliya min bi helbestê re çênebûye û bandora wê li ser min çênebûye.” Mirov bê zanibin, bi bihîstina qewl, sitran, qasîd, sirûd û gotinên pêşiyan têkildar dibin. Di van hemiyan de hêmanên derûniya guvaştina zimanê helbestê, hostatiya gotina wateya bûyeran û awayê helbestwarî heye. Li hemû welatên cîhanê, destan û helbest wergerandine ser muzîkê û mirovan li wan guhdar kirine.

Mirovan di perezgehên olî de helbestên olî di ayînên olî de bi hev re gotine, an jî guhdar kirine. Bi van helbestan rojên bûyînên xwe pîroz kirine û miriyên xwe bi rê kirine.

Gelo Zerdeştiyek dikarê bêje, bandora Avesta li ser min nebû ye? An Xiristiyanek dikarê bêje, “ez çûme Dêrê lê bandora qesîdeyên li Dêrê dihatine xwendin li min nebû ye.’’ Ma Mislmanek dikarê bêje, “bandora banga meleyekî, xwendina mevlûdek, awayê xwendina quranê li ser min nebû ye?’’ Çawa êzdiyek dikarê bêje, bandora qewlekî êzdiyan an sitraneke wan li min nebû ye?’’ Ez dibêjim, dixwazê Zerdeştî, Xiristiyan, Misilman, Budî, Hîndoyî, cûhu an yeresan-kakeyî be, ji kîjan olê dibe bila bibe, qesîdeyek wê olê bi zimanê xwe bihîstine û kêm zêde bandor li wan kiriye.

Ên bêjin, “ti pêwendiya min bi ti olan re nîne’’ jî, an li sitraneka evînî guhdar kirine, an pirtûkek wêjeyî xwendin e. Gelek berhemên şano û mînakên xîtabê, heta gelek cureyên çîrok û romanan jî bi awayê derbirîna helbestê ne. Ji ber vê dixwazin xwendevanên helbestê bin, an ne xwendevan bin têkiliyên her kesî kêm zêde bi helbestê re bûye û helbestê bandora xwe li wan kiriye.

Heta îro ramyar, zanyar, helbestvan û nivîskarên ji bona têgihîştina bandora helbestê ya li ser guhdar û xwendevanan nivîsîne û kar kirine, dibêjin bandora helbestê li ser her kesî bû ye. Zanyarên li ser helbestê lêkolîn kirine bi giştî gihane wê encamê, pêwîstiya helbestnivîsan bi kûrbûna hûnandina hunermendiya helbestê heye, da helbestên dihûnin bandora xwe li ser hizir û hîsên mirovan bikin. Bikaranîna peyvên helbestnivîs di afirandinên xwe de bi kar tînin û dewlemendiya xeyalên wan dikin, helbestên wan bandorê li ser hizir û awayê jiyana mirovan bikin. Helbestnivîs ji pêşxistina hizirî re pêşengiyê dikin.

Dema em li nivîsên hemû zanîstnas û lêkolînvanên li ser pêşveçûna mirovahiyê lêkolîn kirin dinêrin, em dibînin li ser bandora helbestê hemfikir in. Hemû dibêjin, awayê hûnandin û gotina helbestê bandor li ser mirovên serdema pêşî kir û bi bandora helbestê mirovahî pêş ket. Mirovan bi naskirin û bi karanîna vê amûrê re, mirovbûna xwe nas kirin. Helbestê zanîna mirovan bi pêş ve bir û ew hestyar kirin. Ne tenê li pêşberî kêmasiyên rêvebirina civatê, li pêşberî bûyerên siyasî û her wisa li pêşberî problemên civatê û kesan jî, mirov kirin xwediyê hestên nazik.

Armanca helbestê guhartina hizirê mirov e 

Heke armanca helbestê nazikkirin û guhartina hizirê xwendevane ye? Nexwe em dikarin bêjin li vê serdema me ya îro jî pêdiviya mirovan weke mirovên serdema pêşî bi wêje û hunerên nû heye. Wê serdemê mirovan bi naskirina huner û wêjeyê re xwe nas kirin. Îro jî pêdiviya hunermend, wêjevan û helbestnivîsan bi mirovbûna, mirovan bîne bîra wan heye. Divê xwe erkdar bibînin ji bona zanîna mirovan bi pêş ve bibin û mirovan li pêşberî kirinên ne rewa hestdar bikin. Li van rojên, mirovan, mirovbûna xwe winda kirî, pêdivî bi çandeke nûjen, hestdar, mafparêz û xweşik heye. Mirovan gelek nirxên xwe yên mirovaniyê winda kirine û bûne dîlên dewlemendên cîhan kirine nav agirê şer. Ev hêz li gelek cihên dinyayê bi navê Xwedê, ol, nîjad û bîrdozan mirovan bi hev didin kuştin. Her kesî destên xwe kiriye gewriya cîranê xwe. Mirov ew qasî kor bûne li pêşberî kameran serê zarokan jê dikin û bi rûkenî vê hovitiyê weke serkeftinekê nîşan didin.

Mirov îro jî weke mirovên serdema pêşî, vê dirindetiyê çarenivîsa xwe dibînin. Divê wêjevan, hunermend û helbestvan bi berhemên xwe bi mirovan bidin pejirandin, ev stemkarî û zordestî, ne çarenivîsa cîhanê ye. 

Bê çawa mirovên serdema pêşî bi rêya helbestê, wêje û hunerê perwerde bûn û di nav hemû zindiyên li cîhana me dijîn de bûne yê herî têgihîştî. Bi vê rê xezîneyên derve û yên di hindurê xwe de veşartî dane xebitandin û pêşketin. Bi rêya estetîkkirina (xweşikkirina) gotin û xeyalên xwe bûne fermandarê vê cîhanê. Piştre zanist, exlaq, ol peydekirin û gihiştine jiyana şaristaniyê. Ev amûrên civat pêşxistin hemû ji gotin, xeyal û hestên helbestbêjan destpêkirin û pêşketin. Ev tiştên îro bûne nirxên hevpar ên mirovan, hemû bi riya estetîkkirina peyva helbestê bûne. Îro jî helbestvan bi nivîsandina helbestên xwe dikarin, mirovheziyê, xwezaheziyê û wekheviya jiyanê bînin bîra mirovan. Dikarin ji mirovan re bêjin, jiyaneke xweştir pêkan e.

Em dizanin, berî peydekirine helbestê, zanistî ji mirovan re biyanî bû û mirov dîlê bûyerên xwezayê bûn. Mirovan, ew bûyerên di xwezayê de diqewimîn weke erdhêj, şewat, lehî, nexweşiyên giştî û wekî din çarenivîsa xwe didîtin. Mirovên pêşî yên negihîştin afirandina helbest û hunerê, di bin fermana xwezayê de mîna dîl xwezayê dijiyan.

Mirov bi riya têgihîştina helbestê di nav hemû zindiyên li cîhana me dijîn de bûye yê herî zana. Ji mirovên pêşî re, zîrekî, jêhatîbûn û zanist biyanî bûn. Tiştên mirov bi pêşxistin û ber bi fermandariya xwezayê ve birin hemû piştî peydekirina helbestê, huner û wêje derketin û mirov bi wan pêşketin.

Prof. Dr. Burhanettin Batiban dibêje, “di destpêka mirovahiyê ya rastî de berî her tiştî huner hebû.

Nexwe em dikarin bêjin, berî her tiştî, helbestê, huner û wêje mirov gihandine diyarê zanînê û amûra ew bi mirovan daye pejirandin û bandor li mirovan kirî helbest e. Berî ev amûra pêşxistina mirovan were dîtin, di nav civatê de têgîna tevger û rêkûpêkiya civatê nebû. Mirovên xweperest, hebûna xwe di ser her tiştî re didîtin û ev bi başî dizanîn. Di nav gereke bê armanc de dijiyan û di nav tirsa bûyerên xwezayê de xwe azad dizanîn.

Gelo îro jî ew nexweşiya xweperestiyê nîn e? Xweperestiya îro ji ya serdema hovîtiyê xirabtir e. Ev nexweşiya xirabkirinê, ne li pêşberî mirovan tenê tê kirin. Li hemberî hemû tiştên di xwezayê de cih digrin tê kirin. Mirov li pêşberî vê wêrankirinê xwe bêçare dibînin.

Horatîus, berî vêga bi salan gotiye, “mirovên di nav tirsê de dijîn, qet ne azad in.”

Îro pêwîstiya mirovan bi huner û wêjeya xweşikkar heye, da di awayê hizirkirina xwe de guhertinên nû çêbikin. Pêdiviya mirovên vê serdemê bi hunerê hizir, raman, ziman û kiryarên wan sipehî estetîk bikin heye.

Bê çawa serdema pêşî wêjevanan bi riya estetîkkirina huner û wêje armanca azadbûnê nîşanî mirovan dan û mirov bi hizirê azadiyê perwerde kirin. Îro jî pêdivî bi helbestnivîs, hunermend û wêjevanên estetîkê di berhemên xwe de xweşik bi cih bikin heye. Ji ber di huner û wêjeyê de sipehîkirina cîhan û mirovan mijara sereke ye.

Ji serdema pêşî ya mirovbûnê û heta îro hizirê spehîkirin û jiyana azadbûnê bûye bingehê huner û wêje. Di hemû cureyên huner û wêje de ne li mirovan û ne li cîhana em tê de dijîn ketxwarî û stemkarî nîn e. Helbestvan, hunermend û wêjevan li cîhaneke xweşik û mirovên zana li dinyayeke bê şer û wekhev digerin. Vê jiyanê di mêjiyê xwe de av dikin û di helbestên xwe de pêşkêşî xwendevanan dikin. Ji ber wê ye helbestê xwe gihandiye hemû mirovahiyê û bandor li her kesî kiriye.

Di der barê jiyaneke wisa xweş de pirs ji Pablo Nerûda tê kirin, “gelo jiyaneke wisa heye?” Ew jî bersivê dide û dibêje, “belê heye jiyaneke wisa, dê bibe jiyaneke wisa. Jiyaneke Nerval har nebe, Mayakoviskî xwe nekuje, Lorca gulebar nebe.”

parvê bike

Nûçeyên ku dikare bala we bikşîne

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.