
Osman KAPAN
Li pêşîya wî beriyeke rast,serê sibê, tavê wekî sêleke sor ji dûr ve tîrêjên xwe,li ser xwezayê belav dikir û germahiya xwe dida hemû giyanweran. Ew bi têhna tîrêjên rojê di meşiya ber bi wê berîya ku zarokatiya wî dianî bîra wî.Bîranîn mîna tava biharê,êrîş dikirin ser hişê wî.Çiqasî meşî,ewqasî bi nav xeyalên zarokatiya xwe ve çû! Carina xeyal û rastî tevlî hev dibû, rastî dikete şûna xeyalê, xeyal dikete şuna rastî yê de.
Berî ya li pêşî yê, mîna ya di navbera gundê wan û gundê cîran de bû.Meşî ya, keskahî û meznahî ya berîyê zêde bû. Bayê serê sibê ew keskahî bi aramî miz dida, bi mizdana bayê re giya û dexla berî yê mîna pêlên deryayê li bin guhê hev diketin. Ev der li ber wî ne devereke biyanî, cih û mekanê zarokatî ya wî bû. Xeyal bûne xalxalok û li ber çavan zindî bûn…
Di zarokatî ya xwe de,li wê berî yê şivantî ya berxan kiribû,Di ciwanî ya xwe de; evîna dil lê meyandibû! Her çiqasî di ser evîna wî re demeke dirêj derbas bûbû jî, ew dihat xwe li labîrentên bîra dilê wî dipêçan! Ji xwe re got; “ Mirov çi bike bila bike,biçe ku bila biçe, çiqasî bixwaze xwe ji demên borî rizgar bike jî, ne gengaz e ku mirov ji raborî ya xwe bi reve. Raborî mîna sî ya mirov, li pey mirov e.”
Meşî, berî li pêşîyê dibezî. Dest ji çavên xwe re kirin pêlik û li dûr nerî, devara ku tîrêjên rojê lê dida bi rengên cuda dibiriqand. Her der raçav kir, li tenişta xwe ya çepê zîvirî, kevroşkeke zik spî, pişt qemer li ser her du lingên paş lê dinerî. Wekî ku sêhr bigire heme welê bê lebat li kevroşkê nerî. Kevroşkê jî lê dinerî. Ew kevroşk li welatê xwe jî dîtibû, kevroşk jî mîna raborî ya wî li pey bû! Çavên xwe girtin, xeyal di rastî yê de zindî bûn.Ew ne li berî ya xerîbîyê,li berî ya gundê xwe bû…
Di temenê deh-yanzdeh salî ya xwe de, danê sibê diçû dibistanê,danê nîvro diçû ber berxan.Rojekê berxên xwe berdabûne rizdê,navbera du erdên genim.Piştî çendekî dît ku li hemberî wî jî keriyek berx heye. Ji berxên xwe qeriya û ber bi keriyê din ve çû.Hîn ne gihiştî berxan kevroşkeke zik spî,pişt qemer li pêşiya wî rabû û ber bi beriyê ve beziya. Bi bazdana wê re dengekî zirav lê bi hêrs digot: “ Te kevroşka min tirsand.” Û ber pê ve dihat. Dema hate cem dît ku va keçikeke por zer, çav reş û rûdên gewr e. Keçikê çiqasî jê re dijun dikirin jî,wî qet dengê xwe dernedixist û ji xwe re lê dinerî.
Keçik hîn pirrtir hêrs dibû û dengê xwe bilintir dikir.Qet ne xema wî bû. Keçikê got: “ hingî bênamuse deng jî nake.” Dîsa bersiv neda.Keçikê dît ku na axive,da rê û ber bi berxê xwe ve meşiya. Wî qederekê li keçikê nerî û vegeriya ber berxên xwe.
Ne wî, ne jî keçikê nizanîbû ku ew kevroş dê bibe haveynê evîna wan.Dem diherikî.Dibistana pêşî qediya, bavê wî ew li dibistana navîn qeyd kir.Roja pêşî çawa ew kete hundir,çavên wî li sira pêşî rawestî man,heme welê di cihê xwe de ma sekinî.Mamosta dengê xwe lêkir ku biçe rûne. Çû li sira pêşî rûnişt, lê mamoste ew rakir li sira dawî rûnand.Erê ya ku çavên wî lê aliqî, ew keçika li ber berxan dîtibû.
Li dibistanê pêşî bûne heval,piştre evîna xwe meyandin, na na evîna ku li beriyê haveyn kirî,piştî salan meyîbû! Ji xwe her roj li ba hev bûn,her du rojên betlanê bi dizî hev didîtin.
Dem hat welatê wan bû dojeh. Şer gur bû.Keç û xort ref bi ref ber bi çiyan ve hildikişiyan.Wî ji keçikê re got; “Em jî biçin.”Keçik pê re neçû. Evîna xwe hişt û li pey xeyalên xwe çû…
Demeke dirêj di ser re derbas bû.Keçik çi jê hat,bi kuve çû,niha li ku bû? Jê bê hay bû.Lê li vê beriya xerîbîyê û di temenekî navsere de, wî xeyal û rastî bi hev re dirêstin.Ber bi rojê ve meşiya, bi xişêniyekê re çavên xwe bel kirin, xezalek li pêşiyê ber bi rojê ve dibeziya. Wî jî da pey û ji xwe re got: “ Pezkovîyên me jî wekî me ji welat teriqîn!” Bîra dilê xwe vekir û xwe berda nav…Li welatê xerîbîyê,li penaberî ya malwêran,ew û xeyal bi hev re dimeşiyan…







