Rojhilat li ser şopa çaran e

Nûçeyên Forum

Duşem 11 Gulan 2026 - 07:30

  • Rêber Apo berî ku partiyê ava bike gava xwe ya destpêke li ser esasê girêdanbûna şehîdan avêt. Dema Mahîr Çayan û hevalên xwe 30'yê Adara 1972’yan de li Kizildere şehîd ketin Rêber Apo li zanîngeha ku lê dixwîne ji çalakiya ji bo bîranîna wan pêkhatî re pêşengtî kir. Ji ber vê hate girtin û heft mehan li zindana Mamakê ya Enqereyê ma.

 

SÎNAN ŞAHÎN

Dema li zindanê bû, 6’ê Gulana 1972’yan bû şahidê sêdarekirina Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Hûseyîn Înan. Darvekirina sê şoreşgeran tu caran qebûl nekir û  biryara rakirina ala wan a şoreşê da. Dema 18’ê Gulana 1977’an yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê rêheval Hakî Karer şehîd ket, Rêber Apo bi biryara avakirina partiyê ji vê şehadetê re bû bersiv. Tevgera Apoyî ji roja ava bûyî de li ser esasê xwedîderketin û pêkanîna armancên şehîdan derketiye. Di 53 salan de zêdetirî 50 hezar şehîdan jî bûye partiya şehîdan. Ji ber vê ye ku roja 18’ê Gulanê wekî roja şehîdan, meha Gulanê jî wekî meha şehîdan tê pêşwazîkirin.

Ne pêkan e ku di nivîseke wisa de em cih bidin hemû şehîdan lê hinek şehadet nûnertiya hin pêvajoyan dikin û bûne sembolên dema xwe. Dema tê gotin Mazlûm, Kemal, Xeyrî yan jî Berîtan, Zîlan, Vîyan tu caran tenê yek kes naye bîra me. Ji şehîdên bûne sembol yek jî “Çaran” in. Rêheval Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn, Necmî Oner li zindana Amedê li hember hovîtiya dijmin 18’ê Gulana 1982’yan bi çalakiyeke canbexşane bedena xwe dan ber agir û bûn sembola berxwedêrên zindanan.

Ev berxwedanên zindanan tenê bi Bakurê Kurdistanê bi sînor neman. Li Rojhilatê Kurdistanê jî taybet piştî avabûna PJAK’ê rejîma mollayan li hemberî şoreşgerên Apoyî dest bi sêdarekirinan kir. Cara destpêkê Hasan Hîkmet Demîr (rêheval Egît) darve kirin. Li zindanan serî li hemû cure îşkenceyan dan. Bi gefa sêdareyê, bi îşkenceyan xwestin vîna şoreşgeran bişkîne. Lê her carê li hember sekna şoreşgerî rejîma sêdareyan têk çû. Ji ber ku li zindanên Îranê jî “Çaran” hebûn! Şîrîn Elemhûlî (Ronahî), Ferzat Kemanger, Ferhat Wekili, Ali Haydariyan (Soran) bi berxwedana xwe bûn Çaran ! Wekî Çaran ew jî derbasî dîroka têkoşîna azadiyê bûn. Em hewl bidin wan çar leheng û pêşengên 9’ê Gulana 2010’an hatine darvekirin û bûne sembola berxwedan û têkoşîna Rojhilatê Kurdistanê nas bikin.

Şîrîn Elemhûlî (Ronahî) roja ku bi zorê dizewicînin direve û tevlî refên azadiyê dibe. Gustîla xwe ji tiliya xwe derdixe dixe bin axê û dibêje “ez ji îro pê de bi Kurdistanê re dergîstî me.” Di hemû jiyana xwe de bi vê sozê re girêdayî ma. Gelek îşkenceyên nayên gotin dîtin, dehan caran jê xwestin ku li ser Tevgera Azadiyê îfade bide lê tu caran teslîm nebû. Rejîma ku nikarî vîna wê bişkîne bê delîl cezayê sêdareyê dayê. Roja birin sêdareyê wekî Denîz Gezmîşan bi rûkenî çû, ji celladan re got; “ez dizanim hûn min dibin sêdareyê, derfetê bidin ez cilên xwe yên xweşik li xwe bikim û ji hevalên xwe xatir bixwazim”. Lê ev mafa jî nedanê.

 

Ferzat Kemanger mamoste bû. Ji malbateke şoreşger dihat. Xwişka wî Nesrîn ji ber ku pêşmerge bû di dema şoreşa Îranê de ji aliyê rejîmê ve hatibû darvekirin. Birayê wî Kelhor jî tevlî refên azadiyê bûbû. Parêzvanekî mafên mirovan, çalakvanekî siyasî bû, ji ber van xebatan gelek îşkence dîtibûn. Di zindanê de jî herdem mafên girtiyan diparast. Ji kîjan gel û baweriyê dibe ferq nake, bi hemû girtiyan re dibû alîkar. Dilnizm bû, xwe bi rastiya gelê xwe re kiribû yek. Digot “welatê min Kurdistan pir dewlemend e lê gelê min birçiye, ez nikarim jiyaneke taybet hilbijêrim”. Bi jiyana xwe ya wekî derwêşekî ji aliyê hemû girtiyan ve dihat hezkirin. Bi axaftina xwe mirov bi bandor dikirin. Ruxmî ewqas îşkenceyan serî da lê sir neda, ji ber vê birin sêdareyê. Dema birin sêdareyê bi şêwaza axaftina xwe, leşker jî bi bandor kiribûn. Ji ber vê yekê wan leşkeran nikarîn wî darve bikin.

Ferhad Wekîlî zewîcî bû û bavê sê zarokan bû. Bi hevjîna xwe ve di nav xebatên şoreşgerî de cih digirtin. Propagandavanekî xurt bû, li dora xwe mirove zû kom dikirin û bi rêxistin dikirin. Kesên wî nas dikin dibêjin wekî Kemal Pîr bû; merd, egît û gotina xwe rasterast digot. Ti caran sepandina teslimiyetê qebûl nekir, her carê bersiva dijmin bi gotinên zelal ên wekî dirûşmeyan dida. Dema birin sêdarê jê re negotibûn lê wî wekî her carê destê xwe bilind kir û bi rûkenî ji hevalên xwe xatir xwest. Dema dixwazin destê wî bigrin derxînin sehpayê dijmin def dide û bi xwe li sehpayê dixe.

Alî Haydariyan (Soran) fedaiyê çiyayan, derweşê hevalan bû. Wekî Mazlûm Dogan li zindanên Îranê bû sembola berxwedanê. Celladan jê re her carê gotin li ser Tevgera Azadî biaxive em ê îdama te rakin. Tu neaxivî em ê te sêdare bikin. Wî jî her carê ji wan re got “ez ji mirinê natirsim, dema ez derketim vê rêyê min mirin kuşt.” Bi vê armancê gelek caran Soran, Şîrîn, Ferzat û Ferhat birin û anîn. Ji wan re gotin an mirin an jî hûn ê li hemberî rêxistinê derkevin. Lê rojekê jî şikek bi wan re çênebû, heta dawî li ber xwe dan.

Soran û Şîrîn gerîla bûn lê Ferzat û Ferhat bi wê hesretê çûn. Her dixwestin li çiyayan têbikoşin. Lê her dem bi têkoşîna xwe bûn şopînerên çanda xwe, serî rakirin û teslîm nebûn. Ew bûn lehengên gelê Rojhilatê Kurdistanê. Çawa ku bi sekna xwe ya li zindanan bûn “Çaran” ger bijiyana wê îro jî wekî Mazlûm, Xeyrî, Kemal û Sarayan ji şoreşa Rojhilatê Kurdistanê re pêşengtî bikirana. Çawa ku bûn pêşengên serhildanan wê îro jî bibûna avakarên şoreşê.

Ew li Rojhilatê Kurdistanê bûn Çaran. Niha bi hezaran kes li ser şopa wan dimeşin, li ber xwe didin. Di roja me ya îro de di navbera Îran û DYA/Îsarîlê de şerek heye, li Rojhilatê Kurdistanê agirê serhildanên ku ji aliyê Çaran ve hatiye pêxistin dîsa geş bûye. Ger em dixwazin encama van serhildanan û pêşeroja Kurdan fam bikin pêwîst e em Çaran nas bikin. Çaran ti caran teslîm nebûn, derveyî xeta azadiyê û rizgariya gelan rêyek hilnebijartin. Şehîdên 9’ê Gulanê rê nîşanî her kesî didin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.