Alfabeya latînî çi bi xwe re anî ? (1)

Nûçeyên Forum

În 8 Gulan 2026 - 07:00

  • Ji aliyê TZP-Kurdî ve 15’ê Gulanê ji 2006’an ve li Bakur weke Roja Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Sedema vê jî ji ber ku Kovara Hawarê di 15’ê Gulana 1932’yan de dest bi weşana xwe kiriye. Di Hawarê de alfabeya latînî ya ku Celadet Bedirxan bi pêş ve xistiye hatiye bikaranîn. Bi vê pêngavê re li Rojava û Bakurê Kurdistanê alfabeyeke nuh dikeve rojeva me kurdan.

YAŞAR ASLAN

Berê alfabeya latînî bi gelemperî ya erebî dihat bikaranîn. Kurdên li Sovyetê dijiyan alfabeya latînî û krîlî li gorî xwe bi pêş ve xistibûn û bi kar dianîn. Celadet Elî Bedirxan û Kamîran Bedirxan di xebatên ziman de pêngaveke modernîst, neteweperwer û serxwebûnxwazî armanc kirine. Ji vê yekê re şik tune ye. Belê, vê hewldanê bi xwe re çi aniye, çi îfade kiriye û vê hewldanê ji hêla mêtingerên emperyalist Fransa û Îngilistanê ve çima piştgirî dîtiye? Ev yek kêm hatiye dahûrandin. Armanca vê nivisê dê dahûrandin û nirxandina vê mijarê be.

Wekî ‘Amûra Pêşketinê’

Dewlemendiya çandî, bîra dîrokî, dem û dewranên çûyî û roja îroyîn di nava zimên de veşartî ne. Ziman (devkî û bi taybetî niviskî) navgîna jiyanê ye, ji navgînê jî wêdetir nasname bi xwe ye. Rengên ziman yên hizîrîn, axaftin û nivîsînê; birdozî, bawerî û jiyaneke çandî derpêş dikin; ziman nîşaneya  heyîna civakan e.

Ji ber vê girîngiya zimên, her dem bala mirovan li ser çêbûye. Di ‘Dîroka Heredot’ de meselek heye: Misriyan mereq kiriye gelo zimanê herî kevn kîjan e. Ji bo vê bebikek ku nuh çêbûye didin şivanekî û dîbêjin tê qet pê re neaxive. Gotina zarok ya pêşî ‘bekos’ bûye. Lêkolîn kirine û dîtine ku ‘bekos’ di zimanê frîgyayî de tê wateya ‘nan’. Wê demê misriyan gotine, frigyayî ji me kevntir in. Di pirtûka herî kevn ya dîrokê ‘Dîroka Heredot’ de gava meriv vêna dixwîne vê yekê nîşanî me dide ku bêjeyek biçûk jî dibe gelek qenaetan, bi vê re girêdayî ziman amûrên wê yên ragihandinê ji demên hêj nayên zanîn mijara nîqaşê ne.

Bêje ji guhan derbasî guhan dibe, di nava civakê de dimîne. Lê bi nivîsê bêtir mayînde ye. Ji vê re jî alfabe divê. Gotina ‘alfabe’ ji du tîpên pêşî ‘elîf’ û ‘bê’ ya erebî tê. Hin jê jî dibêjin ji ‘alfa’ û ‘beta’ ya grekî tê. Ji ber wê îro ‘abece’ jî tê gotîn. Bijartin an jî sepandina alfabeyekê bi serê xwe ne tiştekî masûmane û jirêzê ye, ev yek bijartineke qewmî, olî, birdozî ye. Sepandin û serwerkirina alfabeyê tevlîkirina qewm û ola xwe, asîmîlekirin û yekrengkirina ‘ên din’ armanc dike. Di vê derbarê de ji dîroka baweriyan, olan, gelan û împeratoriyan gelek mînak hene.

Ewrûpiyan jî weke pêngav êrîşek mêtingerî li her derê cîhanê ziman û alfabeyên xwe sepandine. Ji 1400 û-1500’î P.Z pê ve dagirkeriya wan dest pê kiriye. Serkêşiya ala dagirkeriyê bi rêzê Portekîz, Îspanya, Hollanda, Fransa, Îngilistan, Almanya û Amerîka dane destê hev, carna jî li ser vê pêşengiyê pevçûn kirine. Belkî navê dagirker hatibe guhertin lê armanca wan her wekî hev e; dagirkerî, mijokdarî, kuştin û talana dewlemendiyên sererdî û binerdî ne.

Alfabeya latînî jî çekeke dagirkeriyê ye. Ya rast, em dibêjin alfabe-tîpên latînî, ew jî şaş e. Lewra dîrokçeya nivîsê û vê alfabeyê ji Rojhilata Navîn dest pê dikê û belav dibe. Nivîsa pêşi ya sumerî ye. Aqadî vêna bi pêş ve dibin. Di dema serweriya araman de nivîsa bi pêş ve dibin dibe bingeha zîmanê erebî û grekî. Yên ku grekî bi vê alfabeyê re didin nasîn fenîkeyî ne; Fenîkeyî gelek bazirgan û li Deryaya Spî bitevger bûn, heta dema nêz jî ev alfabe ya fenîkeyiyan dihate zanîn lê ya araman e. Grekiyan ev alfabe li gorî xwe dirûv danê. Roma jî ji wan dewr girtiye. Roma û domdarên wê bi demê re dirûv û şikil dane vê alfabeyê. Pirtûka pîroz ‘Mizgînî’ya xiristiyaniyê bi zimanê gelan hatiye weşandin û vêna hiştiye hişyarbûnek netewperwerî jî çêbibe.

Bi serdema modêrniteya kapîtalîst re ewropî-rojavayî, serdest in; rêbaz, amûr, jiyan, ziman, nivîs û hwd yên xwe li ser gelên din ferz dikin. Ji bo gelên din û neteweyan bikin alîgir û hempayên xwe, hewceyî bi teoriyen mîtolojîk jî dîtine. Pênaseya hînd-ewropî yek ji van ‘mît’an e. Dadgerê dadgeha bilind yê Eyaleta Bengalê (Hîndistan) (1783) William Jones gava tê Hîndistanê ji civak û gelê wir bandor dibe û du sal şûn ve pirtûka ‘Zimanê Sanskrîtî’ diweşîne. Di vê pirtûka xwe de pênaseya zimanê hînd-ewropî dike. Vê tespîtê cara yekem William Jones dike. (1) Ev teoriya W. Jones çîroka (roman) Yaşar Kemal ‘Sultanê Fîlan’ tîne bîra mirov. Romanûs Yaşar Kemal di vê romanê de şerê serdest û bindestan bi awayê fablê nivîsandiye. Fîl serdest in, mijokdar in. Girmorî xulam, bindest in. Fîl, ji bo ku girmoriyan bi rê ve bibin, asîmîle bikin teoriyeke werarê (peresînê) afirandine, ji girmoriyan re dibêjin hûn berê fîl bûn, gir û xişin bûn, xurtûmên we yên dirêj hebûn... Hûn dûvre pir dûvre bûn girmorî ku hûn bixebitin, xeyret bikin hûn ê dîsa bibin fîl... Romaneke xweş e lê ev çîroka fîlan ji ya dagirker W. Jones bêtir dikeve serê meriv. Hem gelên ji hîndo û ewropî ji kokekê dihesibîne hem jî asîmîlasyon û nijadperestiya xwe dimeşîne…

Bi serdema moderniteya kapîtalist re alfabeya latînî û bi zimanên xwe yên serdest re (îngilîzî, fransî, îspanyolî, portekîzî, almanî û hwd) pîvanê pêşketinê, zimanê zanistê ye. Gelên dixwazin bi pêş ve bikevin divê an van zimanan hîn bibin-qebûl bikin an jî zimanê xwe bişibînin wan. Çawa di dîrokê de berê ruhe demê bi sumerî, aqadî, aramî, medî, persî, qiptî (misrî), hindî, çînî û hwd bû di vê serdemê de jî rastiya tê sepandin, firotin û kirîn alfabeya latînî ye.

Di sedsala 172emîn û 18’emîn de zimanê fransî li pêş e. Di sedsala 19’emîn û 20’emîn û heta îro îngilîzî pêşengiyê dike. Îro li cîhanê li gel ku gelheyeke mezin bi îspanyolî diaxive (Parzemîna Amerîkaya Başur, Navîn û nîvê Bakur bi giranî îspanyolî diaxive); nêzî 1,4 mîlyar mirov bi çinî dîaxivin lê zimanê diplomasiyê îngilîzî ye.

Ev serdema ku bi dewleta neteweyî xwe disepîne gelo çend ziman û alfabeyên herêmî tune kiriye? Li şûna împeratoriyan dewletên neteweyî ava bûne. Serdema împeratoriyan weke ‘hapîsxaneya gelan’ hatiye pêşkêşkirin. Lê bi al û nasnameyên xwe yên nuh ve dewletên neteweyî kopyayên serdestên xwe re qurnaziyan xweş nuximandine. Rê û rêbazên xwe, jiyana xwe ya çandî, ol, zanist bi zorê be an bi xweşiyê be xweş firotine.

B. Anderson û E. Gallner neteweyîbûnê wek projeyekê xweş dinirxînin. Li gorî wan bi saya modernîteyê; xwendin, nivîsandin û çapemeniyê çandeke hevpar, hesteke cemaatê çêbûye. Zimanê standart niviseke hevpar wekî xala herî girîng e.

Di pirtûka xwe ya ‘Cemaetên Xeyalî’ de Benedict Anderson hin mînakan dide. Mînaka kirinên Fransa li Hindiya Çîn (Îndochîna: Vietnam, Laos, Kamboçyaya îroyîn) ji bo vegotina mijara me jî balkêş e. Fransa, di serê sedsala 20’emîn de perwerdeya fransî disepîne. Ji bo vê jî ‘alfabeya latînî’ ya ji aliyê mîsyonêrên cizwît ve hatiye pêşxistin li wir/wan ferz dikin. Navê vê alfabeyê ‘quôc ngû’ ye. Ev alfabe di sedsala 17’emîn de hatiye pêşxistin. Halê wê yê dawî Aleksander de Rhodes (1631) dayê. Cara pêşî li Çînê ev alfabe xebitandine. Li gorî wan li pêşiya katolîkiyê astenga herî mezin. Konfuçyusgerî ye. Ku zimanê çînî ji holê rakin dê girêdena wan ji kok de qut bikin. Tê zanîn Çîn heşt (8) zaravayen e lê bi şewêya nivisîna xwe ya bi nîşane hev fam dikin, hemû zarave dikarin wê nivisê bixwînin... Tiştê mîsyoneran li Çînê armanc kiriye Fransa; li Vîetnam, Kamboçya û Laosê di nava 1920 û 1945’an de armanc dike hejmarên xwîner û niviskaran zêde dibe. Alfabeya ‘quôc ngû’ teşwîq dikin. Dibistanên nuh ji begzade/mîrzadeyan û zarokên gel yên bijarte/jîr vedikin (weke dibistanên ‘Mektebên Eşîran’ ‘YİBO’ yên li Kurdistanê) (2).

Pêşxistina alfabeya latînî ne tiştê xweber û jirêzê ye. ‘Walîtiya (rêveberiya) mêtinger ya Fransayê’ van xebatan rêveber dike. Ev armanca yekemîn e. Armanca duyemîn jî zêdekirina xwîner û nivisarên fransî ye. Yanî zêdekirina hevalbendên fransî û tahkîmkirina hegemonyaya Fransayê ye.

Ev guherînên tên kirîn helbet netewperweriya cepgir jî peş ve dibe. Çi bi rengê komunîst çi bi rengekî din be ji ber ku li ser koka wan şîn tê serdest je ne aciz in, lewra li gorî wan ‘kûçik bi kûçik re şer dike!’ ew jî hemûyan bi rê ve dibin. Tiştê hesab nedikirin dê ev yek dawiya wan jî bîne. Nexasim Ho Shi Minhê (Apê Ho) li Fransayê Xwendibû serkêşî ji Şoreşa Vîetnamê re kir.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.