
- Helbestkar weke lehengeke/î ziman ji pişt asoyên gewezî bilind dibe û tariya li ser ziman serwer bûye bi dilê xwe ronî dike û bêjeyên zimanê xwe yên wenda yek bi yek ji qelîştekên tarî berhev dike û li bin şewqa stêrkan radike govenda azadiyê.
AHMEDÊ BILOKÎ
Wan li dilê tî diedilîne da ku bi pênûsa xwe tîbûna netewekê bişkîne. Helbest ronîkirina cîhan û asoyên tarîye. Di heman demê de rewanî û şêwra zimên e. Şêwra jiyanê ye. Helbestkar bi eşqê dijî, bi eşqê diafirîne û di nava zeryaya zimanê xwe de weke durrekê diçûrisîne. Armanca helbestkar jiyan e, azadî ye, xweşikirin e û avakirina nêrînek gewzînî ye. Bi bêjeyên xwe yê mercanî li jiyana wendayî digere. Ew bêjeyan dike find û bi roniya wan taldeyên tarî yên dilan ronî dike. Helbestkar beriya her tiştî ji hêza helbestê ya yezdanî bawer dike, ev bawerî baweriyek bêpayan e. Helbestkar bêjeyên xwe li çolên tî mîna dilopek ava cemidî ji serê pênûsa xwe diafirîne û axa tî bextewar dike, dilşad dike.
Ew evîndarê zimanê xwe ye. Zimanê helbestkara/ê rast; şayik e, bê kelem e, nerm e û di cihoka xwe de bi naz û nazdarî diherike. Helbestkar giyanekî xwerû ye, bi heqîqeta xwe her dem diteyise. Ne eynikek xeydok e. Herkes dikare sûretê xwe tê de bibîne û li ser şopa helbestê xwe nas bikî. Dilê helbestkar sîtilek ku timî dikek e û helbest jê difûre. Helbest dilop bi dilop dinuqute ser zeryaya dilên civakê. Lewre ew evîndarê afirandinê ye. Ew dizane di rêya helbestê de bimeşe.
Helbestkar geh mêvanê hêviyê ye, geh mêvanê stêrkan e, geh mêvanê baranê ye, geh mêvanê ewrên tî ye û geh mêvanê êşên civaka xwe ye. Helbestkar tenê bi cîhana xwe re ne sînordar e, ew diherike nav cîhana kesên din jî. Ew dizane bibe mêvanê dilên bendewar. Û dilên bendewar jî dizanin li bendî wî raweste. Helbestkar xwediyê hunerek cuda ye, xwediyê behreyek xweser û resen e. Di hemû kêliyên jiyanê de afirîner e.







