
- Dîroka heyî ya serdema feodal ku şaxên dînî tê de cih digirin, hebûna Kurdan li Helebê bi serhildana mezin a Selehedînê Eyûbî ya sedsala XII’an ve tê girêdan. Lêbelê çavkaniyên dîrokî nîşan didin ku ev koka Kurdewarî gelekî kûr û kevintirîn e.
HOGIR BERBIR
Heleb yek ji kevintirîn û herî bi rûmet bajarê cîhanê ye; bajarekî ku dîrokê di dilê xwe de dihewîne, ji tabletên Sumeriyan bigire heta minareyên Eyûbiyan, ji rêyên kevirîn ên Romiyan heta bazarên bi bîhnxweş ên Osmaniyan. Ev bajarê kozmopolît ku li xaçerêya rêyên bazirganî û çandiniyê radiweste, bi qehweya Erebî ya germ, bi hespên Tirkmenî yên bi heybet, bi hostatiya destan a Ermenan, bi lava û şahesereyên Suryaniyan û bi taybetî jî bi ruhê berxwedan û destkeftiyên Kurdan hatiye xemilandin û rûniştandin. Lê îro ev kevneşopiya bi sedsalan a jiyana hevbeş, xwişk û biratiyê, di bin lepên berjewendiyên siyasî, pevçûn û hêzên tarî de asê maye û ber bi wendabûnê ve diçe.
Şopên beriya Selehedînê Eyûbî
Dîroka heyî ya serdema feodal ku şaxên dînî tê de cih digirin, hebûna Kurdan li Helebê bi serhildana mezin a Selehedînê Eyûbî ya sedsala XII’an ve tê girêdan. Lêbelê çavkaniyên dîrokî nîşan didin ku ev koka Kurdewarî gelekî kûr û kevintirîn e. Mînaka herî zelal Keleha Kurdan (bi navê niha Krak des Chevaliers an Hisnû’l-Ekrad) e ku nêzî 200 kîlometreyan li rojavayê Helebê ye.
Di sala 1031’ê de, di serdema Mirdasiyan de, Emîrê Helebê Şîbl ed-Dewle Nasr ev keleh bi damezrandina garnîzoneke Kurdan xurt kir û rasterast wekî “Hisnû’l-Ekrad” (Keleha Kurdan) binav kir. Dîroknasên Ereb ên wekî Îbn Şeddad û çavkaniyên Xaçperestan jî piştrast dikin ku Kurd, 150 sal beriya Selehedînê Eyûbî, wek hêzeke leşkerî ya damezrîner û bingehîn di ewlehiya herêmê de cih digirtin. Bi Eyûbiyan re ev hebûn ne tenê di warê leşkerî de, lê di warê îdarî, çandî û aborî de jî bû parçeyekî yekbûyî ya jiyana bajêr. Ji ber vê yekê, Heleb ji bo Kurdan ne tenê cîhekî derbasbûnê an sirgûnê bû, lê bi bingeha xwe ya kevnar û pirnasnameyî re xwediyê mîrate û dîroka kevnare ye.
Neynika sincî ya siyasî ye
Dîrok ne tenê xwediyê bûyerên tomarkirî ye, lê neynikeke zindî ye ku berdewamiya sincê erdnîgarî û helwesta siyasî nîşan dide. Helwesta Siltanê Selçûkî Ridvan ku di dawiya sedsala XI’an de li Helebê desthilatdar bû, di vî warî de ders û mînakek e mezin e. Her çiqas di dema Xaçparêziya Yekemîn de ji ber hêza Prensbûna Antakyayê zêde neçar ma ku serê xwe tewand û bac da jî, lê li hember welatên cîran bû xwediyê helwesteke êrîşkar û tund.
Ev nêzîkatî -dema hêz kêm be serê xwe ditewîne, dema xurt be dibe zordar - nexweşiyeke “realpolitik” a kevnare ye ku heta îro neguheriye. Yên ku li hember taxên Kurdan ên Helebê bi navê Selehedînê Eyûbî ve dorpêç kirin û komkujî pêk anîn, di bingeha xwe de dixwazin hêza li dor “Keleha Kurdan” hatiye avakirin têk bibin û mîrateya bi destê Kurdan ji bo hemû gelên li wir dijîn hatiye afirandin ji holê rakin. Ev êrîş ji rastiyên bakur ku serdemek daye pêşiya xwe û dimeşe, li Rojhilat jî ku pêngaveke nû ya destkeftiyan girtiye dest, berpirsiyariyeke giran danî ser milê berxwedêrên Helebê û hişt.
Berxwedana ‘Zarokên Rojê’
Bi destpêka sala 2026’an re, Heleb yek ji demên herî êşdar û dîrokî yên xwe jiya. Siyaset û polîtîkayên li Rojhilata Navîn tên meşandin, Kurd jê bêpar nema. Hêzên cîhadîst û bermahiyên wan, bi navê Hikûmeta Demkî ya Veguherînê ya Sûriyeyê, li hember hêzên Kurdan ketin nava şerekî giran û aloz.
Taxên bi piranî Kurd lê dijîn ên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ku bi destên Kurdan wek “Keleha Kurdan” a cewherî dihatin parastin, bûn hedefên bombebaran, êrîş û dorpêçê. Gelên xwecih neçar man ku koç bikin, lê parêzvanên kelehê ketin nava berxwedaneke nehevseng. Di vî şerê dijwar de, komeke biçûk lê bi biryar a şervanên Kurdan, bi xwîna xwe destaneke nû ya fedakarî û rûmetê nivîsîn.
Serfermandar û parêzvanê “Keleha Kurdan” a cewherî Ziyad Heleb (Ziyad Qedûr) û Denîz Çiya, ku bi şervanên xwe re bi rojan li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li ber xwe dan, teslîmiyet red kirin û gihîştin şehadetê. Berî şehadetê, bi gotinên xwe yên dawî gotibûn: “Zarokên rojê, em ê di nêzîk de hev bibînin” û bûn sembola berxwedan û hêviyê.
Ev berxwedana ku lê li dar ket îsbat kir ku Heleb ne tenê cîhekî erdnîgarî û niştecihbûnê ye, lê cîhekî xwedî rûmet, nasname û mîrateya berxwedanê ya “Keleha Kurdan” e.
Ziyad Heleb, Denîz Çiya û rêhevalên wan bûn misrayên helbesta dîrokî ya “Keleha Kurdan” ku bi xwîn û fedekariyeke mezin hat nivîsandin. Bi vê vîn û ruhê jiyana hevbeş, mîna Çiyager ku li Sûra Amedê bûbû xwediyê parastina berxwedana cewherî, helbesta nîvcomayî ya ku misrayên wê hîn kêm in û temam nebûye, misrayek lê zêde kir û kevirekî bingehîn li dora “Keleha Kurdan” a Helebê danîn.
Dîroka ku ji Hisnû’l-Ekrad heta berxwedana cewherî ya Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dirêj dibe, bi dengekî bilind radigihîne ku hebûna Kurdan li Helebê ne mêvan e, lê di rastiyê de xwedî û esilzadeyeke dîrokî û bingehîn û li dor “Keleha Kurdan” xelekek e jiyanî ye. Pêşeroja vî bajarî di têgihîştina rast a vê mîrateya kûr, rûmetdar û ruhê berxwedanê ku ji aliyê lehengên wek Ziyad Heleb, Denîz Çiya û rêhevalên wan ve hatiye nivîsandin de veşartî ye.







