
- Êdî em dizanin zimanê kurdî, zimanekî herî kevnar ê erdnîgariya Mezopotamyayê ye. Ji kaniyên çand, kelepor, ziman û daneheva vê erdnîgariyê av hilçiniye rehên xwe. Û mîtolojî tê de.
YAŞAR EROGLU
Mijara me zimanê kurdî ye û gotina ku me li jor gotibû fizîk û kîmyaya zimanê kurdî vê rastiyê piştrast dike. Serêkaniya zimanê kurdî mîtolojiya Mezopotamyayê ye. Mîtolojî serê pêşîn li ser hêmayan pêş dikeve. Mêjî, ramandin, ziman û hêmanên din qels in. Tenê çav çalak in, hêma ji çavan çêdibin û weke kamerayekê radigihînin mêjî û mêjî hêdî hêdî ji bêjinga xwe re derbas dike, hêmanên ku çavan ragihandine weke şopa wan qeyd dike û di depoyê xwe de diparêze. Piştre pêvajoya navlêkirinê dest pê dike. Bi têkiliyên destpêkê re kite û peyv wiha derdikevin.
Heta vê sedsalê jî civaka herî zêde di çanda wê de çîrok, efsane rojane tên vegotin civaka kurdan e. mînaka herî baş Şahnameya Fîrdewsî ye. Fîrdewsî ji bo nivîsandina Şahnameyê bi taybetî çûye erdnîgariya Kurdistanê destan û efsaneyên herêmê berhev kirine. Bi vê têkildariya dûr û kûr em bi rihetî dikarin bêjin zimanê kurdî mantiq û fizîka xwe dispêre hêma û şênberiyê. Taybetiyeke zimanê kurdî ev e; zimanê kurdî zimanekî şenber e.
Têkiliya hêma, şênberî û razberiyê
Beriya ku em taybetiya ziman a şênberiyê rave bikin hewceye ku em hêmanên hêma, şênberî û razberiyê baş diyar bikin.
Hêma sûret an jî wêneyê heyberan e ku ji aliyê çavan ve tê ragihandin mêjî û mêjî şopa wan di nav bareyên (birim) eleqedar de tomar û depo dike. Bi tirkî jê re dibêjin îmge, bi înglizî dibêjin îmage (îmaj). Êdî em di serdema dengên ji devê mirov derdikevin û wateyên wan hene de ne, her tişt bi navekî hatiye navandin. Gava navê heyberekê tê bilêvkirin mêjî jixweber sûretê wê heyberê tîne bîra mirov û têgihîştin pêk tê. Yanî mêjî dide fêmkirin ku deng tê çi wateyê û dixwaze ji me re çi bibêje. Bi pêşketina mêjî re êdî lebatên (organ) mirov jî pêş dikevin û ji xeynî çav, poz, guh, ziman û çerm jî alîkariya têgihîştina hêmayê dikin. Heybereke ku mirov nedîtibe, bi pêgirtin (temas), bêhn, çêj û deng ranegihandibe mêjî der barê wê de nikare hêmayê çêke, ji ber ku di depoya mêjî de qeyda wê tune ye. Hêma ew tişt e ku şopa jiyanê di mêjî de çêdike.
Şênberî têgihîştina wateyê ya bi riya heyberan e. Mirov dikare bêje şênberî ew wate ye ku mêjî bi awayekî gelemperî tenê kiryarên berbiçav, dikarê pê bigire, seh bike, tehm û bêhnê jê bigire, yanî dawiya dawî xwe dispêre madeyê-heyberê. Di vir de mirov tê digihîje ku şênberî yekser bi hêmayê re eleqedar e. Tiştekî ku mirov dikare tenê bi awayekî heyberî tê bigihîje, fêm bike û bi vî awayî liv û lebata xwe, fikirandina xwe, kar û barên xwe pêk bîne şênber e. Hêmanên wê hêmayî ne, zêde hewceyî bi kûrbûnê, lêhûrbûnê re nabîne. Yanî heyîn bi van awayan eqs dide, xwe dide der.
Razberî bi kûrbûn, lêhûrbûn, dayîna peyamên rastersat û bê hêma re eleqedar e. Ev jî herî zêde bi riya nivîsê û hêmayên weke nivîsê pêk tê. Nivîs berhema razberiyê ye. Fikirandin bi riya têgîn, mefhum û termîlojiyeke der barê mijaran de pêk tê. Taybetiya razberiyê ev e ku bi çavan, guh û lebatên din tiştek neçûbe ber qeyda mêjî jî dîsa dikare bi riya bîr û daneheva mêjî yekser der barê tiştan de bifikire, tê bigihîje û bi vî awayî bikaribe ragihîne civakê û eleqedarên wê rastiyê. Ji bo ku mêjî bigihîje vê astê jî zanyarî, perwerde û agahiyên giştî hewce ne. Yanî divê mêjî xwedî performanseke bilind be. Yanî bingeha razberiyê elîtîzm e. Cihê ku razberî li pêş e, burokrasiya dewletê, çînên jor û kategoriyên ku bi xwendin û perwerdeyê re haşir û neşir in. Îro razberî gihîştiye radeyeke wisa ku êdî nikare bê girtin. Têkiliya hêma, şênberî û razberiyê dijpozîsyonîbûna wan e.
Bi vê danasîna van hêmanên li jor, em dikarin êdî taybetiya şênberiya zimanê kurdî rave bikin.
Di ziman de şênberî
Koka şênberiya zimanê kurdî bi gundewariyê geş, berfireh û xurt bûye. Gundewariya kurdan bi piranî li çiyan dirûv girtiye. Hema bêjin nîvenîv koçer e, nîvenîv niştecih e. Heta sedsala bîstan, cih bi cih hê jî koçer e. Di demsala zivistanê de li gundan, bi piranî demsalên din jî li zozan, li war û wargehên koçeriyê êwirîne. Ku em bêjin giraniya geşedana zimanê kurdî li ser sewalvaniyê pêş ketiye wê nebe pirole. Piştre cotkarî û berhilînên di dorhêla wê de çêbûne jî ketine ferhenga zimanê kurdî. Jixwe cotkarî jî xwe dispêre hêza heywanan û vê yekê heta sedsala dawî jî dewam kiriye. Şênberiya zimanê me bi vê bingehê re ji nêzik ve eleqedar e.
Êdî em dikarin derbasî hêmanên şênber ên şênberiyê bibin. Çavdêriya min a pêşî ya zimanê kurdî-kurmancî ji bo şênberiyê şibandin e. Bi riya şibandinê hêmayên nû tên afirandin û peyvên nû ji kokeke din tên çêkirin. Ferhenga ziman bi vî awayî berfireh dibe. Yanî hêma gazî hêmayeke din dike. bi çend mînakan em mijarê bigirin dest.
Ker navê heywanekî ye. Bi serê xwe wateyeke wî heye. Kerguh-guhşk-kergû jî navê heywaneke din e. Di navbera her du heywanan de jî eleqeyek heye. Ji şibandina guhê kerê nav li heywaneke din hatiye danîn. Di rastiyê de jî ne wisa ye, guhên kerguhşkê naşibin guhê kerê? Êdî dema em kerguhşkê dibînin heywaneke nû tê bîra meriv. Peyva gor jî dibe şibandin û dariştineke gelek balkêş. Ji me gelek kes belkî qet eleqeya peyva gor û gore bi hev re danaynin. Di vir de jî şibandineke balkêş heye. Gor ji tê de mirovên mirî vedişêrin, gore jî ji bo ling an jî piyên zindî veşerin. Gore li gorê hatiye şibandin. Hevpariya wan tengbûn û kûrbûna wan e. Lê her yek wateyeke xweser dihewîne û ji hev jî cuda ne.
Her wiha xwê û xwêdan jî bi vê mantiqa şibandinê ketine ziman. Xwêdan bi şibandina hêmaya xwê tê zaye. Bi rastî jî tehma xwêdanê şor e yanî bi xwê ye. Dema xwêdan li ser meriv ziwa dibe weke xwê şopeke gewr dihêle.
Her wiha navdêra zêr an jî zer. Kîjan şibiyaye kîjanî tam ne kifş be jî mirov li gorî mantiqê peresana civakê bifikire zêr bi zer hatiye şibandin. Ji ber ku zer rengeke, beriya zêr hebû jî hebûna wê misoger bû. Em dikarin bêjin zêr navê xwe ji rengê zer girtiye. Yanî zêr hatiye şibandin rengê zer. Rengê zer hatiye şibandin tiştekî din jî. Navê gizêr an jî gizer jî heman şibandinê nahewîne? Di eslê xwe de giştzer an jî giştzêr e lê bi demê re ji bo hêsankirinê ş jê ketiye û maye weke gizêr an jî gizer. Ji ber ku her du nav jî di kurmanciyê de tên bikaranîn em dikarin bi her du awayan jî şîrove bikin. Bi rastî jî heta mûyê wî jî gizêr gişt zer e. Êdî eleqeya wê bi ji zêr jî, ji zer jî re nîn e, ew navê sebzeyekê ye, tiştekî din dinimîne.
Hêmaya mêjiyê kurdî-kurmancî zer bi hêsanî bernedaye. Ji nava hêkê re gotine zerik. Bi rastî ji hêmaya ku em jê re dibêjin zerik rengê wê jixwe zer e. Paşgirek lê hatiye zêdekirin û peyvek hatiye dariştin. Di heman demê de zerik navê nexweşiyekê ye jî. Ew jî bi rengê zer re eleqedar e û yên bi vê nexweşiyê dikevin çavên wan dibin zer, gelemperî tiştên zer bin naxwin û venaxwin. Neqediya, ji rojê dibêjin zer. Dema roj diçe ava wê hêmayê re dibêjin zerika rojê. Yanî ji peyva kok bi şibandinê li hev zêde dikin û ferhenga ziman berfireh dibe.
Gi(u)han heye ji hingilê pez û dewar re tê gotin. Riwek-nebateke kurdî-kurmancî jî heye jê re dibêjin gi(u)hançêlek. Bi rastî ew riwek dişibe hingilê çêlekan. Ziman bi wê hêmayê nav şibandine hev. Mîna wê ev jî hene; nêrî, navnêrî, hêlikê beranan. Her wiha beran-gireberan, masî, gamasî, mar, margêsî (gîsk) û dirêj dibe diçe.
Şîr jî bûye koka şibandina şênberiyê. Şîr kok e, şîrîn ji şîr hatiye dariştin. Şênberiya ku di şîr û şîrîn de pêk hatiye ne şênberiyeke dîtbarî ye, şibandin li ser tehmê hatiye dariştin. Tehm ne dîtbar e, hêmayeke sehekî ye. Mirov nabîne lê seh dike. Dîsa ji şîr peyva şîrogerm hatiye dariştin. Yanî hêma dixwaze ji me re bêje di germahiya şîr de. Dema şîr ji pez tê dotin germahiyeke qasî 30-35 pileyê de ye. Ya ku şîrogerm dide têgiştin jî ji kel berjêrtir, ji sar hevraztir wateya peyvê ye. Ya ku em jê tê digihîjin jî hinekî hênik germtir e. Gava ziman van hêmayan didarijîne ne saziyek, ne labaratuarek heye ku van hêmaya pêk bîne. Her ziman li ser mantiqekê, li ser têgihîştinekê xwe pêk tîne. Ne hewceyî bi saziyekê, ne jî labaratuarekî dibîne li ser mantiq û têgihîştina xwe jixweber û xwezayî kaniya xwe diherikîne.
Peyva der heye, gelek peyvên kurdî bi wê kokê tê zane. Derî, derve, dergeh, dergah, dergevan, derketin, derçûn, derasayî, derpê û gelekên din ji koka der tê zane. Peyvên wisa dayik in, ên jê çêbûne jî dergûşên wê ne. Bala we kişandibe ji xeynî derasayî, derpê yên din paşgiran hatine pê. Berevajî der peyva nav heye. Di wateya hundir de ye. Ji nav jî navik, nîv, navend, navdêr, navber, navmil, hinav, naverok, navbir û hwd hatine dariştin.
Hin hêmayên ku dişibin mînakên me yên li jor ev in: Bar- bardan, barkêş, şûn- şûnwar, cî(ih)- cîwar- mêrg- mêrgezer, lep-lepik, ka- kadîn, sal-saloqat (qewmînên di navsalekê de), salname, salewext, mal-malbat. Eger we bala xwe dabê peyv weke çavkaniyekê ji kaniya xwe tê dizên.







