
- Di dîrokê de jinên Kurd di gelek ciyan de bi nav û deng bûne, di nav rûpelên dîrokê de navên xwe bi tîpên zêrîn neqş kirine.
FEYSEL OZDEMÎR
Di lehngiyê de; Mîna Qazî, Rewşen Bedirxan, Zarîfe, Gulnaz Xanim, Leyla Qasim di hiş û giyana jinên Kurd de tovê xwe reşandine. Di helbestê de; li Amedê Sirriye Xanim û Eyşe Îsmet, li Nehçîvanê Hayran Mîran bendên feodalîzmê şikandine, di nav helbesta Kurdî de ciyên xwe sitandine.
Di dengbêjî û stranbêjiyê de; digel bi sedan jinên Kurd Meryem Xan û Eyşe Şan bûne dengê hewara jinên bindest. Di rêxistinê de; cara pêşî li Stenbolê jinên Kurd têne cem hev û komeleyekê ava dikin. Weke ku tê zanîn gelê Kurd bi gelemperî ji salên 1810 an heya 1882 an tim bi serhildanan jiyana xwe dane domkirin. Lê mixabin ji ber gelek sedeman Kurd bi ser neketine, tim di qirkirinan de derbas bûne, yên ku ji qirkirinan jî filitîne mişextî bajarên biyanî kirine û di nav jiyana koçberiyê de jiyanek belengazî borandine.
Di van serhildanan de dewleta Osmaniyan zarokên wan Beg, Axa û Şêxên serhildêr dibirin Stenbolê dixiste bin qontrola xwe da ku li Kurdistanê careke din gel bi rêxistin nekin û serî ranekin. Bi vî rengî zarokên wan serok eşîran di dibistanên xwe de dida xwendin ji bo ku wan bi xwe ve girê bide. Bi rastî ev jî rengekî bişavtinê ye.
Digel hemû qirkirinan, mişextiyan, koçberkirinan û bişavtinan jî, tu kesî nikaribû hezkirin û evîndariya Kurdistanê ji dilê zarokên Kurdan derxe.
Bi vî rengî di serê sala 20'î de zarokên Kurdan li Stenbolê dikevin nav kar û xebatên rêxistinî. Di xilaseka şerê cihanê ya yekemîn de 1918’an di meha berfanbarê de di bin serokatiya Seyid Abdulkadîr de Komeleya Pêşxistina Kurdistanê tê avakirin. Piştî hingî 5 mehan di Gulana sala 1919’an de jinên Kurd jî xwe bi rêxistin dikin û Cemiyeta Teali Nisvan-i Kurdî (Komeleya Pêşxistina Jinên Kurd) ava dikin.
Ev komele di 21'ê pûşpera sala 1919’an de li Mizgefta Sultanahmedê bi xwendina mewlûdê vedikin. Serokê komelê Dr. EncamYalmukî ye. Ev jina Kurd hem di avakirina komelê de, hem jî di kar û xebatên jinên Kurd de risteke mezin dileyîze. Dr. Encam Yalmukî ji bajarê Silêmaniyê keça Hacî Mistefa Yalmukî Paşa ye, ku ew jî helbestvaneke Kurd e.
Di vekrina Komelê de Dr. Encam Yalmukî, pêşî li ser navê gelê Kurd spasiyên xwe ji jinan re dike û ramana Komelê weha tîne ziman:
‘’ Xatunên delal ! Em Kurd ji derketina Îslamê ve, ango ji berî çend sed salan ve miletên cur be cur ji hev re dikin xwişk û bira û ji gelê Tirk re bûne xwişk û birayê herî hezker, dostê herî bi hêz û ji dil. Di roja îro de, em di demeke wisa de ne ku qedera her milletî rengek standiye û mafê wan hatiye dayîn, em jî mafê xwe dixwazin. Lewra li holê bi milyonan kurd hene û Kurdistaneka mezin heye. Di rêya armancên pîroz de, kesên ku dixwazin zêde bixebitin, ji ber hezkirina miletê xwe fedakariyê nîşan didin, em bi hemû hebûna xwe ji wan re deyndarên spasiyê ne. Em bawer in ev xatûn û birayên ku ji bo merasima vekirinê bi lez û bez hatine wê bi her awayî, ji bo pêşxistina Kurdîtiyê ka çi pêwist be, bê dilxişûşî ku ji me re bibin destek sozê Kurdan dane. Lewra ji berê ve bûye weke gotinên pêşiyan ku ‘’Kurd ji sozên xwe venagerin.’’ Li gorî dilê min û ez bi vê bawer im ku Kurd ji bo her tiştî sozan nade, lê dema ku soz jî bide qetiyen ji soza xwe venagere û soza xwe naşkîne.’’
Ev komele di wê demê de gelek kar û xebatan dike. Tiştê herî girîng di demeke wisa tarî de ku di civaka feodalizmê de jinan nikaribû derketana derve, jinên Kurd hewl didin ku di nav tekoşîna gelê Kurd de cîh bigrin û ew jî weke mêran bikevin nav kar û xebatan gaveke herî mezin e. Di dema têkoşîna rizgariya netewan de ev hewldan pêngaveke girîng e ji bo jina Kurd. Giyana wan jinên Kurd e, di roja îro de li seranserê Kurdistanê ketiye bedena keçên Kurd. Di rastiyê de jinên tu miletî weke jinên Kurd bar nedane ser pişta xwe. Avakirina vê Komelê tenê mînakeke û pêngavek e. Di hemû serhildanên Kurd de hindik be jî jinan ji xwe re wezife derxistine, di milê mêran de kar û xebat kirine û tevlî şer bûne. Lê di roja îro de jina Kurd bi awayekî modern, bi bîrdozî û bi raman ji nû ve dîrokekê dinîvsîne ku hemû gelên cîhanê lê matmayî maye.







