
- Şêweya Mayakovsky şoreşek bû di helbestê de. Wî rêzikên kevneşop ên helbesta kevn bikarneanî. Li hember vê yekê peyvên kolanê, rîtmên mekanîkî û metaforên mezin afirand. Helbest ji bo wî ne tenê estetîk bû, lê çek û helwest bû. Ji lewma helbesta Mayakovsky îro jî zindî ye.
ADAR PÎROZ
Di nav germa havîna Gurcistanê ya 19’ê Tîrmeha 1893’an de, li gundekî biçûk ê bi navê Baghdati, kurê daristanvanekî Rûs yê bi rehên xwe Ukraynayî hate dinyayê. Wî navê Vladimir Vladimirovich Mayakovsky hilda. Ew ê tenê din ava 36 salan de bibe yek ji dengên herî bi hêz, serhildêr û trajîk ê wêjeya sedsala 20’an. Mayakovsky eynî weke birûskekê veda di helbesta cîhanê de. Tenê ne birûska helbestê her wiha deng û awazê Şoreşa Cotmehê bû. Di demek kurt de bi jiyan û berhemên xwe bû sembola trajediya mirovên modern. Hêrsa di hundirê wî de bi qasî evîna wî ya kubar û nazik mezin bû.
Jiyana Mayakovsky mîna helbestên wî bû: tund, dijwar, tijî êş û elem. Di 15 saliya xwe de tevlî Bolşevîkan bû, çend caran hat girtin û di hucreya yekane de dest bi nivîsandina helbestê kir. Piştî serbestberdanê, çû dibistana hunerê ya Moskowê, li wir bi David Burlyuk nas kir û bû yek ji pêşengên Fûturîzma Rûsî. Di sala 1912’an de, bi hev re manîfestoya navdar a radîkal a bi navê “Slap in the Face of Public Taste” îmze kirin. Ev manîfesto daxwaznameyek bû ku kevneşopiya edebî ya kevn red dikir û dixwestin hunera nû, mekanîkî, bajarî û şoreşger ava bikin.
Têkiliya wî Lilya Brik û Osip Brik re
Lê Mayakovsky ne tenê fûturîstek bû. Di nav hêrs û evîniyê de keserên kûr dikişand. Têkiliya di navbera Lilya Brik û Mayakovsky de yek ji têkiliyên herî navdar, tevlihev û herî trajik ên dîroka wêjeyê ye. Ew ne tenê evîneke asayî bû, lê bû yekîtiyeke evînî, edebî, hestyarî û heta malbatî ku nêzî 15 salan dewam kir. Mayakovsky di sala 1915’an de, di 22 saliya xwe de, Lilya Kagan (paşê Brik) nas dike. Lilya wê demê 23 salî bû û bi Osip Brik re zewicî bû. Osip jî rexnegir û teorîsyenekî edebî yê jîr bû. Di hevdîtina yekemîn de, Mayakovsky helbesta xwe ya mezin “Ewrek di Pantalonan de” (Oblako v shtanakh) bi dengê bilind ji Lilyayê re xwend. Lilya bandorek mezin li wî kir û ji helbesta wî pirr hez kir. Mayakovsky di cih de evîndar bû û ev evîn heta mirina wî dewam kir.
Tiştê ku têkiliyê pir taybet dike ev e: Lilya û mêrê wê Osip Brik, Mayakovsky qebûl kirin ku ew jî beşdarî jiyana wan bibe. Ji sala 1918’an pê ve, Mayakovsky bi salan li mala wan dijî. Ew sê kes bi awayekî fermî nezewicî jî, wek malbateke sêkesî dijiyan. Osip Brik ne tenê mêrê Lilyayê bû, lê di heman demê de hevalê herî nêzîk û şêwirmendê edebî yê Mayakovsky bû. Ew her sê bi hev re kovarên çepgir derdixistin (wek LEF), pirtûkan dixwendin û li ser hunerê nîqaş dikirin. Her wiha Lilya jî ne “jinikeke asayî” bû. Ew jineke pir jîr, bedew û azad bû. Ew bi zimanên biyanî dizanî, di filman de rol girt û di nav hunermendên avant-garde de roleke aktîf dilîst.
‘Dengên weke bahozan dixwazim’
Bi hatina Şoreşa Cotmehê ya 1917’an re, Mayakovsky bû dengê fermî yê şoreşê. Wî got: “Ez şoreşê silav dikim!” Helbestên wî yên wek “Oda revolyutsii” (Odeya Şoreşê) û “Levy marsh” (Meşa Çepê) bûn stranên gel. Wî posterên agitprop çêkir, di fîlman de lîst û piyêsa “Misteriya-Buff” nivîsand ku yek ji yekemîn dramayên Sovyetî bû. Di sala 1924’an de, piştî mirina Lenîn, helbesta epîk “Vladimir Ilyich Lenin” nivîsand ku Lenîn wekî zindî nîşan dida: “Lenîn miriye, lê Lenîn zindî ye, Lenîn wê her tim zindî be.”
Helbestên Mayakovsky li kolanan Sovyetîstanê bi dengekî bilind dihatin xwendin. Mayakovsky wî wextî di kovarekê de helbesteka bi navê “Ji Artêşa Hunerê Re Emir” dinivisîne. Ev helbest nihêrîna giştî ya hunermendên wê serdemê baş rave dike;
“Bes êdî ji rastiyên ku pênc pere nakin re!
Tiştên beredayî ji hişên xwe derxin û bavêjin!
Kuçe firçeyên me,
Meydan paletên me ne!..
…
Bi pîyanoyan dakevin kolanan,
Daholan di paceyan de bavêjin,
Hûn çewa dixwazin wisa xwe li erdê bixin û bilîzin,
Lê ez dengên wek bahozan dixwazim!”
Şoreşa Sosyalîst ya Sovyetîstanê di cîhanê de dengekî weke bahozê bû! Guvîna vê bahozê hin rêgezên kevn ên ku êdî ji wextê heyî re nedibûn derman radikir ji holê û li şûna van rêgezan şitlên nû mezin dikir bi hêza xwe. Mayakovsky dixwest di hunerê de jî dengên bahozî bilind bibin û ji lewre jî emir dida artêşa hunerê. Pîwîst bû huner jî bi hişmendiya xwe artêşa xwe damezirîne û peywîra xwe ya civakî bi cih bîne. Mayakovsky dixwest hunermend xwe berdin meydanê û kuçeyan bi firçeyên xwe boyax bikin.
Dest bi rexnaya burokrasiyê dike
Têkiliya Mayakovsky bi dewleta Sovyetî re ne hêsan bû. Di salên 1920’an de, wî dest bi rexnekirina burokrasiyê, nepotîzmê û windabûna hêviyên şoreşê kir. Piyêsên wî yên satîrîk “Klop” (Kêz) û “Banya” (Hemam) ji aliyê rexnegiran ve hatin rexnekirin. Ew dixwest huner ji bo gel be, ne ji bo desthilatdariyê. Mayakovsky di 14’ê Nîsana 1930’an de, li apartmana xwe ya li Moskowê, gule berda serê xwe. Di nameya xwe ya xatirxwastinê de got: “Keştiya evînê li ber kevirên rojane qelibî… Niha em hevdu berdidin. Ma pêdivî bi hesapkirina êşan heye êdî…?”
Hin kes dibêjin sedema mirinê evîna windayî bû, hinên din dibêjin bêhêvîbûna ji şoreşê ya ku bûbû burokrasî û hin jî dibêjin zextên siyasî. Piştî mirinê jî, têkiliya wî bi dewletê re aloziya xwe domand. Stalin di sala 1935’an de got: “Mayakovsky jêhatîtirîn helbestvanê serdema Sovyetî ye” û wî kir sembolekî fermî. Lê gelek rexnegir Mayakovsky wekî helbestvanekî azad û radîkal dibînin ku di navbera hêviyên şoreşê û rastiya wê de asê ma.
Helbest ji bo wî çek û helwest bû
Şêweya Mayakovsky şoreşek bû di helbestê de. Wî rêzikên kevneşop ên helbesta kevn bikarneanî. Li hember vê yekê peyvên kolanê, rîtmên mekanîkî û metaforên mezin afirand. Helbest ji bo wî ne tenê estetîk bû, lê çek û helwest bû. Ji lewma helbesta Mayakovsky îro jî zindî ye. Ew ne tenê helbestvanê şoreşê ye lê sembola mirovê modern e ku di navbera evîn, hêvî û rastiyê de dinale. Di demeke ku cîhan dîsa tijî aloziyên mezin e, helbestên wî yên li ser hêvî, hêrs û azadiyê hîn jî deng didin. Ew mîna ewrekî ye ku di pantalonan de dimeşe; nazik lê bi hêz, evîndar lê şoreşger û her tim li dijî her tiştê kevn.







