
- Bernameya bi navê 'Têkoşîn û Jiyana li Tunelên Şer', ku bi şêweyekî bi heybet li ser ekranÊ Stêrk TV’yê wekî çend beş hatiye weşandin, temaşevanan bi rêwîtiyeke wêjeyî û kûr ber bi “Dilê Çiya”yên Kurdistanê ve dibe.
HOGIR BERBIR
Ev bername ne tenê çîrokek e, rastiyeke zindî ye ku bi destê çapemeniya azad, bi hûrgilî û kûrahî hatiye tomarkirin. Li dû şopa evîndarên azadiyê, li ser rêçên asê yên çiyayên perestgeh, li pey evîna di kûrahiya van çiyan de veşartî, bername rêwîtiyê dike û rê nîşan dide.
Ev xebat bi armanca afirandina belgefilmekê hatiye amadekirin da ku rûyê rast ê têkoşîna gerîlayên azadiyê aşkere bike. Bername radigihîne ka çawa tunelên şer di tv yên pergalê de bi propagandayên nerast, bi derew û neyartiyeke nedîtî hatine nîşandan. Di tunelên şer de ku bi destê gerîlayên kurd bi wêrekî û îradeyeke pola hatine kolan, ne tenê dîwarên lahtînî, lê cîhaneke efsûnî jî tê de heye. Ev cîhan dewlemendiya ramanî, kûrahiya fêmkirina şoreşê, germahiya hevrêtiyê, moraleke bilind a gerîlayan û awayên jiyanê yên bi ruhê azadiyê xemilandî dihewîne. Her dîmenên cihana tûnelên şer bi sir, sêhr, fedekarî û afirîneriya dilgirtî-dagirtî “Dilê Çiya”yan nîşan dide.
Di vê rêwîtiyê de, mirov dibîne ku agahiyên derbarê tunelên şer tenê çirûskeke ji rastiya jiyana gerîlayên azadiyê ne. Bername valahiya agahiyên pûç û vala dadigire û nîşan dide ka çawa tunelên şer an şikeftên parastinê, li hemberî teknolojiya şer a serdestan hatiye amadekirin û bi ser ketine.
Berê mirov dide serdema neolîtîk, ku mirovahî çawa di wê serdemê de di şikeftran de jiyaneke bêhempa afirandiye û pêşerojeke nû ji bo mirovahiyê ava kiriye. Bi heman huner û jîrîyê, lê vê carê li gor qalib û şêwazên teknolojiya nûjen, jiyaneke nû hatiye avakirin.
Bi van dîmenên zindî, her çiqas hin sirên leşkerî yên di têkoşîna gerîlayên azadiyê de veşartî bên ronîkirin jî, mirov bi awayekî kûr li ewlehiya ku tê parastin jî dinêre û dibîne.
Amadekarên bernameyê diyar dikin ku ev xebat bi keda bi sedan gerîlayan, di nav sê demsalên dirêj de hatiye amadekirin. Gerîla carna bi ronahiyê, carna bi kamerayan, carna jî bi rêberiya xwe di rêyên dirêj ên şikeftên şer de bûne şirîkên vê xebata giranbûha. Pêşkêşvanê bernameyê, bi kelecana dîtina tunelên şer, wiha dibêje: “Mixabin, ne mimkûn e ku nav û rûyê hemû gerîlayan em nîşan bidin, ji ber ku hin gerîla xwestine nasnameya xwe veşartî bihêlin” û kadraja kamerayê bi sînor dike. Tevlî vî sînorî mirov tê digihê ku bi çi ked, xwêhdan û hewldanê hatine afirandin.
Bername bi dîmenên kurt, sohbetên dilpak û bi xwezaya jiyana gerîlayan, vê cîhana efsûnî bi rengekî zindî û têgihîştî pêşkêş dike. Rastiya tunelên şer û dîroka şikeftên ku parastina “dilên çiya”yan in, pêşî bi endamên “Awazê Çiya” tê ragihandin. Careke din em dibin şahidê dîroka şikeft û tûnelên şer. Carinan jî bêyî agahdarkirina gerîlayan, mîkrofon dirêjî xebatkar û amadekarên tunelan dibe. Mînak; gerîlayekî mêr ku tûnelên şer berfireh dike û gerîleyeke jin jî ku di tunelan de ajokara kepçeyekê ye, bi coş bersivan didin û rastiya “Dilê Çiya”yan bi van dîmenan têne tomarkirin. Her çend hemû dîmenên tunelên şer di kadraja kamerayan de cih negirin jî, hin gerîlayên şehîd û wêneyên ji derveyî tûnelên şer ve hatine kişandin, bi alîkariya çapemeniya HPG’ê, jiyana wan û têkoşîna wan bi hûrgilî di bernameyê de bi tûnelên şer dibin yek û tên radigihînin.
Amadekarên “Dilê Çiya”yan diyar dikin ku ev bername ne tenê çîrokeke têkoşînê ye, lê berhemeke wêjeyî ye ku “fedekarî, hişmendî, ked, zanatî, afirînerî, xweşî, perwerde, heqîqet, evîn, ruhê azadiyê, serkeftin û huner” bi hev re diqelibin nava “Dilê Çiya”yan. Gava mirov ji xwe bipirse, di “Dilê Çiya”yan de çi heye? bersiv ev e; hemû xisletên pîroz, bi awayekî bêhempa, bi hev re dijîn, heye.
Bernameya “Dilê Çiya”yan tê payîn ku bi her weşana xwe ya nû, meraqa guhdarvanan zêdetir bike, rastiya tunelên şer û ruhê gerîlayan bi rengekî zelal û bi bandor bigihîne her malekê, hebûna vê yekê bi awayekî zindî bixe ber çavan û temaşevanan bi vê cîhana efsûnî re nêzîk bike.







