
- Li hewşa dibistanê hevalên wî yên ku wekî wî îsal dest pê kirî û yên beriya wan dest pê kirî, ji xwe re dileyîstin. Aram wê kêliyê xwe pir bextewar didît. Lewra xeyala wî ya salan rasteqîn bûbû.
OSMAN KAPAN
Çavekî wî li rê ya bajêr,çavê din li leyîstika wî bû. Ewqasî li rê ya bajar dinerî,dora wî a leyîstikê dihat jî li xwe hay nedibû. Wê demê hevalên wî ew hişyar dikirin da bi leyîze.Bes di dora xwe de jî bi ser nediket,lewra bala wî hemû li ser rê ya bajar bû. Demekê dîsa li dûrahîya rê nerî, çend kes ber bi gund ve dihatin. Dengê hevalên wî kete guh ku digotin: “Dor a te ye.” Lê ne li dor a xwe xwedî derket,ne jî rahîşte xar û kabên xwe.Wekî guleya ji devê tifengê derkeve bi bez, berê xwe da rêwîyan.
Nêzîk bû, turikê destê bavê wî tije bû.Bi keyf bezî cem û got: “ Bavo te anîn?” Bavê wî bi ken got; “erê.” Ji keyfa dikir ku bi fire. Xwest di wê kêliyê de lê binere, lê bavê wî destur neda û jê xwest ku heya bi mal sebir bike.Meşiyan, rê ne diqediya. Her diçû rê li ber wî dirêj dibû! Dixwest bîstekê berîya bîstekê biçe mal û li Cilwazê xwe binere.Lê rê nediqediya!
Çawa gihiştin malê,xwe dara tirikê bavê xwe û cilwazê xwe derxistin.Kir ku kincên li ser xwe biavêje û wan li xwe bike,dayîka wî destur neda. Got: “ Sibê dema tu çûyî dibistanê li xwe bike.Ku tu niha li xwe bike dê qirêj bigirin.”Dayîka wî nehiştibû ku cilwazan li xwe bike.Cilawzê wî di nayloneke de bûn.Reş û spî.Yên zarokan didîtin û tim xeyal dikir ku ew jî wekî wan biçe dibistanê.
Ji dema bîrewr bûbû ve,di hesidî zarokên diçûne dibistanê. Roj tunebû ku ji dayîk û bavê xwe ne dipirsî bê dê kengî biçe dibistanê. Bersiva wan jî tim heman bû : “ dema tu mezin bûyî.” Îca dema ketibû sala heftan de,bavê wî gotibû : “ Îsal Aram ê min dê biçe dibistanê û bibe textor.” Xeyalên wî diqulipîn e rasteqînî yê. Dê sibê biçûn e dibistanê.
Ku dem di destê Aram de bûna dê di bîstekê de bikirana sibe da biçe dibistanê.Hîn dema xewê nehatî, rahişte cilaza xwe ya di naylonê de,xistine bin balîva xwe de û xwe dirêj kir. Xew nedihat,navî bîstekê destê xwe dida cilwaza xwe.her kes kete xewa şîrîn de, xirêniya bavê wî kujîlekên xanî dihejandin! Xewa Aram nedihat. Heya sibê xeyal dikir bê dê çawa biçe dibistanê, dema çû her kes dê lê binere,mamoste wê bibêje Aram tu bi xêr hatî…
Dayîka Aram wekî her car rabû qoçxaneya nîskê danî ser tifikê. Aram jî rabû û xwest cilwazê xwe li xwe bike.Bes dayîka wî destur neda,piştî taştê dê li xwe bikirana.Dem di herikî,lê li gorî Aram dem sekinî bû! xwîşk, bira yên wî rabûn,tev li ser legena nîskê kom bûn.Ew Aramê ku ewqasî ji nîska sibê hez dikir, yek kevçî lê neda.Lewra heycanê ew têr kiribû!
Çawa xwarina xwe xwarin dayîka wan destura rabûna li ser sifrê da.Bi lez cilwaza xwe li xwe kir. Xwîşk û birayên wî li dorê kom bûn.Dayîk û bav jî dilînî bûn,bi wî dîmenî jî hinekî şanaz.Dayîka wî got: “ Aramê min, wê bibe Mihendiz.” Aram bi keyf û dilxweşî berê xwe da dibistanê. Li hewşa dibistanê hevalên wî yên ku wekî wî îsal dest pê kirî û yên beriya wan dest pê kirî, ji xwe re dileyîstin. Aram wê kêliyê xwe pir bextewar didît. Lewra xeyala wî ya salan rasteqîn bûbû.
Zîlê lê da,zarok bi bez ber bi pola xwe ve çûn. Aram jî da pey wan.Her kes li deverekê rûnişt. Aram li ser piya ma,nizanîbû li ku rûne.Mamoste, bi zimanekî ku jê fam nedikir pê re axivî.Aram nizanîbû ew çi dibêje. Ya rast Aram nizanîbû,ew bi wî re,an bi hineke din re diaxive.Ji nav zarokan deng hate guhê wî, yekî digot: “Aram.” Aram li wê hêlê nerî. Mamosta dengê xwe bilind kir û gazî Aram kir. Aram bi gazî kirin û işaret kirina mamoste re,pê pê çû. Dema gihişte cem ,mamoste bi şideh zileyek li rû yê wî da,bi zileyê re,belediya ji çavan veda!
Mamoste bi milê wî girt ,bû pite pite wî û bir di rêzekê de rûnand.Mamoste li ser depê reş,tîp dinivîsandin,di axivî. Aram,jê fam nedikir.Lê çima zile lêdabû qet fam nedikir.demekê bi gotina mamoste re her kes derkete derve. Ew jî derket. Ji Ehmed ê cîranê xwe pirsî bê çima mamoste zilê lê daye.Ehmed got: “ Ne li te tenê,li her kesî dide.lê ya te ji ber nav û ne fam kirina te ya bi Tirkî li te da…”
Aram ji xwe re kire eqks ku Tirkî hîn bibe.Pir xebitî, Tirkî hîn bû,di pola xwe de zîrek bû.Dibistana seretayî, ji bona zîrekiya xwe di çar salan de qedand.Hem ji Tirkî hez dikir,hem ji dibistanê.
Derbasî dibistana navîn bû. Ji bona wê jî li bajar dixwend.Zarokên bajar, yên ku ji gundan hatî biçûk didîtin,heta henekên xwe bi wan dikirin. Ji bona vê yekê Aram û çendek pevçûn.Îca Aram, qet bi zarokên bajar re têkilî ne danî,ew û zarokên ji gundan hatî,di xwezaya xwe de bûne komek.
Rojekê ji dibistanê hate mal,xortekî simbêl reş li mala wan bû.Behsa Kurd û Kurdistanê dikir û gelek tiştên ku hatî serê Kurdan di anîne ziman.Piştî wê rojê Aram sedema Zilêyê jî,helwesta mamose jî fam kir.Bi dizîka nivîsên Kurdî xwendin,fêrî nivîsandin û xwendinê bû…
Dem wekî avê herikî,Aram ne bû Mihendis,ne jî textor. Ew kul di dilê dayîk û bavê wî de ma.Salên wî di nava şoreşê de,li zîndanê derbas bûn. Di van salan de xeyala wî ya herî mezin ew bû ku zarokên Kurd bi zimanê xwe perwerdeya xwe bikin.
Temenî wî kete şêst salî,hindikbe jî xeyala xwe pêk anî.Wî û çend hevalên wî yên mamoste,sê pol dane xwendin û Bawername ya xwendekarên xwe dane wan.Dema aram,ji bona axaftitê derkete ser dikê,ji heycanê gotin di gewriyê de ma asê.Bes şanaz bû…Piştî axaftina xwe qedand,hat rûnişt,serê xwe berjêr kir rondikên şanazî û keyfxweşiyê barandin…Dilê wî rihet bû,tola zileya hilandibû,lê hîn rê dirêj bû…















