Mineta te li serê giharan be!

Nûçeyên Forum —

În 13 Mijdar 2026 - 18:00

  • Ji bîrê hiş dest pê kir; li ser wê axa ku hê jî şopa lingên te lê mabû. Bi dengekî nizm şev hat û xwe danî ser parsûyê demê. Demê peşk da xwe û ronahî da rojê; ji rojê tenêronahiyeke westiyayî ma, ji şevê jî bêdengiyeke ku di dawiyê de bi qêrîn diqediya.

HOGIR BERBIR

Çemên ku berê bi coş diherikîn, niha di qirika deştê de asê mabûn. Her tişt li cihê xwe bû, lêtu ne li cihê xwe bû. Beriya ku dem bibe êş, xewnên me ava bûbûn. Çax ji salên windabûyîbêserûber mabû, lê tiliyên me hîn jî li ser sînga tirsê diricifîn. Li ser bîranînên kevn, kevroşkekî bêdeng li benda gotinekê mabû.

Ba ji pencereyê dihat. Rûpelên deftera ku salan li bendê mabû, bi hêrs vedikirin; wekî ku jihundirê wê dengek bihata:

“Bila evîna te ji te re bibe stargeh.”

Stargeh bû çiyayên bilind; bûn stêrkên ku rê nîşanî rêwiyên bêxwedî didan. Lê li vê ecêbê, germahiya dest serma girt. Ezmanê şîn ê ku me navê xwe lê kiribû, li ber çavên min wenda bûû reş girêda.

Êşê xwe li hemû quncikên dil danî; wekî mêvanekî ku bê destûr hatibe û nexwaze rabe.

Tu dizanî, hin çûyîn hene ku mirov nikare wan bi xwe re bibe. Ew tenê kavilan li pey xwedihêlin; kavilên ku bi her gavê re dibin dengê tiştên nehatine gotin.

Û niha, di nav vê qelebalixa bêdeng de, ez li ber derî rawestiyam. Bi tûrikekî tijî bîranînênkevn û çend peyvên ku qet nehatine gotin, ez dikim biçim.

Ka bêje: Ma bîranîn ne ew rastiya ku mirov her roj agir bi şaxên wê dixe û paşê li ser wêdigirî?

Ji ber vê ye ku ken li min nayê.

Û ez ê bi vê kulê xatir ji vê kêliyê bixwazim. Bila ev kêlî û dem min qet nedîbe, te nejiyabe. Bila ew bi xwe biherike nav perê nebûnê; li wir ku ne ronahî heye, ne şev, ne jî dengê gavênme.

Wê gavê, her tişt ji xwe bêminetî ye.

Mineta te û wê demê jî bila li serê giharan be…

Wek ku qet nejiyabim!

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.