
- Evîn, bi evîna xwe ya çiya bi rûkeniya xwe li asîmanên welatê xwe dibe şevçirayek. Li pey xwe wêneyek rû biken û têkoşînek têr û tîjî dihêle. Dewirgirtina azadiyê ji yên pêşiya xwe digire û dewrî yên pey xwe dike.
NEFEL JÎN
Dibêjin her mirovek dişibe erdnîgariya ku lê dayîk bûye. Mîna wê erdnîgariyê çîrok û serpêhatiya xwe dinivîsîne û çîroka xwe mîna axa ku jê dayîk bûye dibe serhildêr, xwedî taybetmendiyên têkoşer. Di nava wê hafizaya dîrokî de teşe digire. Her ferdeke wê hafizayê dibe parçeyek ji wan şopên dîrokî û şopên xwe bi wê erdnîgariyê dide teyisandin. Her kevir, zinar û latên wê şopek serpêhatiyê ji me re vedibêje û di roja me ya îro de dibe çîrokeke berxwedanê.
Belê; mirov û erdnîgarî çawa dibin yek, em vê yekê bi awayê herî zelal di serpêhatiya erdnîgariyên bi rûmet û çiyayên serbilind de dibînin. Lewra mîrateya vê hafizeya dîrokî û berxwedanê, bê guman herî zêde li ser axa gundê Pîrosa xwe dide der. Niha jî em ê bi yek jî ji wan lêhengên ku bûn dîrok, berxwedan û bersiv ji lêgerînên me re, nas bikin. Lewma em ê bibin mêvanê Gundê Pîrosa ku yek jî ji wan gunda ne ku şahidî ji gelek serpêhatiya lehengan re kiriye. Gundê Pîrosa girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê ye. Bi çiyayên xwe yê asê û heybet tê naskirin. Di dîrokê de hembêza xwe ji gelek lehengan re vekiriye û kirine mêvanên axa xwe ya qedim û kevnar. Weke ku her yek ji wan şoreşgeran parçek ji bihûşta wê be ew parastinê. Her wiha gundê Pîrosa weke erdnîgarî jî di sêgoşeya çiyayê Tanîn, çiyayê Kato û zozanên Feraşînê de cih digire. Herêma ku gund lê ye, ji aliyê erdnîgariyê ve di serdemên kevn de di nav sînorên mîrnişîna qedîm a Hekarî û hafzaya Elkê de cih girtiye. Li seranserê vê herêmê gelek şaristanî û gelên mîna Hûrî, Ûrartû, Med û Persan re malovanî jî kiriye. Eşîra Pîrosî jî di vê coxrafya asê û çiyayî de bi sedsalan e ku jiyana nîvkoçerî û niştecî bi hev re meşandiye û hebûna xwe nava wê bihûştê de domandiye.
Belê; di nava vê axa bi rûmet de, carinan navek dibe sembola wê berxwedanê; weke tîpa ewil a li serê zimanekî, bi rûmet û rasterast radiweste. Elîf…
Şevçiraxa rêya me; Evîn
Elîf jî yek ji wan zarokên vê erdnîgariyê bû ku bi çiyayên Elkê re mezin bû, bi bayê Feraşînê re hejiya û bû dengê wê hafizaya dîrokî. Ew ne tenê navek bû; ew sekna rast, li ser piyan û serbilind a dayikên vê axê bû. Çawa ku tîpa Elîfê destpêka her tiştî ye, çîroka Elîfê û lehengên vî gundî jî bû destpêka têkoşîneke ku tu carî naqede. Ew bûn ew stêrka ku di tariya herî kûr de şevçiraxa rêya me; bûn rûpelek ji wê dîroka ku bi xwîn û kedê hatiye nivîsandin.
Elîf Yiğit (Evîn) di sêgoşeyek wisa ya dewlemend û qedîm de, di zivîstanekê sar de ku xwe ji bo zayîneke nû ya gerdûnê amade dikir, di sala 1978’an de li Gundê Pîrosa yê girêdayî Elkê ya Şirnexê, di nava malbatekî welatparêz de çavên xwe li ser vê axa pîroz vedike. Zarokatiya wê di hembêza çiyayên asê û serhildêr û zozanên Feraşînê de derbas dibe. Bi jiyana gund û kûrahiya xwezayê re dibe yek û hemû rengên xwerû yên wê axê di sekna xwe ya civakî de dihewîne. Ji jiyana pergal û bajarbûnê pir dûr, bi cewhera herî paqij û serhildêr teşe digire. Ev hawîrdora xwezayî û kedkar, wê zû dike xwedî kesayeteke bi hêz û biryar.
Malbata wê di sala 1988’an de têkoşîna azadiyê nas dike. Bi vê naskirinê re, birayê wê yê bi navê Çolî, ku bi navê gerîla Bedran Pîrosî dihate naskirin, tevlî refên azadiyê dibe. Hatin û çûyîna hevalan a li gund bala Elîfê pir dikişîne; her tim digot "Ez ê tevlî bibim" û çeka hevalan dixist milê xwe. Wê demê xwe ji bo têkoşîneke dijwar û dûr û dirêj amade dikir. Mixabin, bira û hevrêyê wê yê hêja Bedran, di sala 1990’î de di şerê Komateyê de digihêje asta şehadetê.
Ji ber şehadeta birayê xwe, Elîf soz dide ku bibe şopdarê wî û çeka wî li erdê nehêle. Dorhêla lê jiyana xwe didomand û çiyayên asê êdî ji bo hestên wê yên mezin teng dihatin. Lewra ji bo xwedîderketina li azadî û çeka birayê xwe, di sala 1993’an de di 16 saliya xwe de gav avêt û tevlî refên gerîla bû.
Navê Evînê li çiyayan belav bû
Evîn Feraşîn: ew ne tenê navek bû li ser lêvên dayikên vî welatî; ew navê germahiyekê bû ku di nava sermayê de bû penaseya azadiyê, navê wê Evîn e ku bi çiyayan re bûbû yek. Çawa ku ji axê re av û ji çiyayan re bager lazim e, ji vê têkoşînê re jî qêrîna azadî û rûmeta Evînê lazim bû. Lewma wê rojê li wan zozanên bilind, navê Evînê careke din li çiyayan belav bû; ne wekî peyvekî tenê, wekî ala berxwedanê ya ku tu carî nakeve erdê. Ew keça ku navê xwe ji dilê çiyayan girtibû, bû Evîn; evîneke ku qet neqediya, bi her gava li wan lûtkeyan hate avêtin re mezin bû û meşiya heta gihîşt hemû penûsên helbestvanan.
Ji zozanên Feraşînê ber bi lûtkeyên azadiyê ve gav avêtin, ji bo Evîn ne tenê tevlîbûnek bû; ew vegerandina bi ser cewherê xwe û bi cih anîna sondekê bû. Ew êdî bi çek û ala birayê xwe Bedran re, bû dengê çiyayên ku di zarokatiya wê de ew mezin kiribûn. Li çiyayên Kurdistanê yên asê û bi heybet, bi her gava ku avêt, şopa wê bi mîrateya berxwedana gelê wê re bû yek. Tevî temenê xwe yê ciwan, bi hişmendiyeke kûr û bi biryardariyeke ji pola hatibû hûnandin.
Wê li wan çiyayan, li ber ronahiya agirê dilan û stêrkên şevê, çîroka xwe ya berxwedanê roj bi roj nivîsî. Her lûtkeya ku lê geriya, bû stargeha têkoşînek bêhempa. Elîf a ku bi navê "Evîn" di dilê hevrêyên xwe de cîh girt, bi sekna xwe ya milîtanî, bi kenê xwe yê germ ê di nava zehmetiyên herî giran de jî winda nebû, bû çavkaniya hêzê ji bo derdora xwe. Çawa ku navê wê bû destpêka her tiştî, jiyana wê ya gerîlatiyê jî bû rûpelek zêrîn di dîroka azadiyê de; û îro jî ew li ser wan çiyayan, di dilê her hevrê û welatparêzekî de, wekî stêrkeke ronahiyê dide rêya me.
Dewra azadî û têkoşînê bi dawî nabe
Ji bo wê jî her serdem û heyamek li pey xwe dewirgirtinekê dihêle. Lewma her neferekî vê têkoşînê, heyam û serdemek ji yên pêşiyên xwe dewr digire û li pey şopa wan dimeşîne. Ev dewrgirtina azadiyê carna dibe dewirdana bira, carna dibe ya xwişkê û carna jî dibe ya hevrêya têkoşînê. Lewma ev dewra azadiyê û têkoşîna berxwedanê tu carî bi dawî nabe. Mîna werçerxekê, her bi dorveger li lûtkeyên çiyayan û li kolanên berxwedanê ji destekî derbasî destekî din dibe. Evîna welat û keça jîndar a zozanên Feraşînê jî vê dewrgirtinê ji birayê xwe digire û rêwîtiya xwe ya pîroz ji Botanê berxwedêr dest pê dike. Soza tolhildana bira û welatê xwe di hiş û mejiyê xwe de bi cîh dike. Rê digire; her şiverê û xaçeriyek ji bo wê dibe qada têkoşînê. Di demeke kurt de dibe xwedî sekna jineke têkoşer a Botanê. Botan, Zagros, Xakurke-Xinêre, Qendîl, Rojava, Rojhilat, Mexmûr û Behdînan şahidiyê ji vê têkoşîna wê ya bêhempa re dikin. Li Botanê di nava şerên herî dijwar de dibe jineke şervan û di vê rêwîtiyê de her roj pirtir dipije û mezin dibe.
Li Botanê bi her şiverêyê re keda destpêkê danî ser axê; li Zagrosê bi lûtkeyên serbilind re sekna xwe ya polayî mezin kir. Di kûrahiya zinarên Xinêre de bi keda şevên dirêj re bû ronahî û li lûtkeya Qendîlê bi kedeke bêhempa re bû vîn. Di nav şoreşa Rojava de bi xwêdana milan a ji bo azadiya gel bû pira heqiyê; di hestiyariya Rojhilat de bi hêviyên azadî û serhildanê re tîrêj da. Li berxwedana Mexmûrê re bû stargeha mirovahiyê û di daristanên bi heybet ên Behdînan de bi kedeke bêhempa û bi seknake milîtanî bû şervaneke pêşeng.
Wê li her yek ji van qadan bi kedeke bê hempa û bi xwêdana eniya xwe, navê xwe li ser van zinaran bi tîpên zêrîn koland. Ew bû stêrkeke ku tu carî naqede; îro li ser wan çiyayan, di dilê her hevrê û welatparêzekî de, wekî şevçiraxeke ku ronahiyê dide rêya me, dijî.
Botan; kelha berxwedanê
Lewra qada Botanê, di dîroka gerîlatiyê de her tim bûye cihê têkoşîn û kelha berxwedanê. Evîna welat û delala feraşînê di nav vê dijwariya şer û berxwedanê de gava xwe ya destpêkê avêt nav şer. Bi wêrekiya xwe ya herî mezin û bilind di şert û mercên herî zehmet de bû pêşengek şer a jin. Evîna rûbiken di sala 1995'an de, şerekî dijwar ê bi dijmin re di leşê xwe de 12 cihan birandir dibe. Lê tevî vê jî bi vîna xwe ya ji pola dev ji jiyanê bernade û di îsrarkirina xwe ya jiyanê de berdewam dike. Wê bi wê birîndariya xwe ya giran re jî, ne tenê şerekî li dijî mirinê meşand; di heman demê de pênaseya nû ya jiyanê û hezkirina azadiyê li ser wê axê neqişand. Ew êdî ji bo hevrêyên xwe ne tenê fermandareke xurt bû, di heman demê de ew bû sembola rabûna ji nû ve, bû mînaka zindî ya ku çawa mirov bi vînê li ser piyan dimîne.
Her gava ku wê piştî wê birîndariyê avêt, bû bersiveke mezin ji hemû astengiyan re. Li zozanên Kurdistanê, li bin stêrkên şevê û di nava kûrahiya şikeft û çiyayan de, ew bîhnfirehî û coşa wê ya jiyanê qet kêm nebû. Berevajî vê, bi her êşê re hîn zêdetir bû xwedî hişmendiyeke kûr û bi îsrareke mezintir li ser xeta serhildanê meşiya.
Wê ev jiyana ku bi berdelên mezin hatibû parastin, careke din ji bo azadiya gelê xwe feda kir û heta kêliya dawî ya têkoşîna xwe, bi wê ruhê pak û bi wêraniyeke mezin li ber xwe da. Ew bû qala çîrokeke ku nifş bi nifş dê were gotin; bû çîroka jineke ku ji nava axê û ji nava xweliyê, xwe bi agirê azadiyê ji nû ve afirand û navê xwe bi tîpên zêrîn li ser rûpela dîroka vê erdnîgariyê koland.
Bi bayê Feraşînê re dihejiya
Di nava meşa xwe ya şoreşgerî de ku çaryeke sedsalê li pey xwe hişt, hema bêje li her bihosta axa Kurdistanê şer kir, têkoşîn meşand û bi fedakarî her tim li pêş bû. Rêwîtiya xwe ya ku li Botanê dest pê kiribû, vê carê jî li Zagrosan berdewam kir. Bi wê zanabûna ku çiya hembêza xwe ji her jinekê re vedikin û diparêzin, têkoşîn meşand û pêşengî kir. Li her şûngeh û wergeheke çiya şopek xwe hişt. Piştî têkoşînek dîrwaj û hezkirina xwe ya Zap û Zagorsan sala 2019’an dubare berê xwe dide warê xwedawandan Zapê. Ew bi xwe Evîn bû, di heman demê de evîndara çiya û xwezayê bû. Bi her kesî re wekhev nêzîk dibû; lewma di dilê her mirovî de cih girt û li pey xwe şopeke mezin a têkoşînê hişt.
Ew bû çîroka jineke ku bi qasî temenê xwe yê têkoşînê, li her lûtkeyê bîranînek û li her dilî de navê xwe koland. Îro navê Evînê ne tenê bîranînek e; ew ala berxwedanê ye ku tu carî nakeve erdê. Ew bi bayê Feraşînê re dihejiya, bi çiyayên Elkê û Zagrosê re mezin bû û îro di her dilopa kaniyê de, di her gulên ku li zozanan de şîn tê û di her gaveke ku ber bi azadiyê ve tê avêtin de, bi rûmet dijî û rê nîşanî me dide.
27 salên têkoşînê, rêwîtiyeke ku kêlî bi kêlî hestên azadiyê ji kûr de jiyan dikir bû kulîlkek ku li ber bayê Feraşînê û dawirgirtina azadiyê ji yên pey xwe re hişt. Evîn Faraşîn, fermandar û jina pêşeng di sala 2020’an de li Zapê di encama êrîşek hewayî de şehîd dibe. Evîn, bi evîna xwe ya çiya bi rûkeniya xwe li asîmanên welatê xwe dibe şevçirayek. Li pey xwe wêneyek rû biken û têkoşînek têr û tîjî dihêle. Dewirgirtina azadiyê ji yên pêşiya xwe digire û dewrî yên pey xwe dike.






