
- Hezkirin û evîndarî du hestên girîng in ku di jiyana mirovan de cihê xwe yên girîng hene. Ev hest in yên dinyayê li ser piyan radigirin. Ez dibêjim heke ev her du hest nebin wê gerdûn têk here. Her çendîn ev herdu peyv carinan weke hev têne pênasekirin jî, lê xwedî teybetmendiyên cuda ne.
EDNAN DOGAN
Bawer im bi serê gelek kesan de hatiye; carna mirov ji hin kesan yan jî ji hin tiştan hez dike. Lê piştî demekê mirov dikare dev ji wê hezkirinê berde. Ev dikare xwarin, vexwarin, cih, ajel yan jî kes be. Carna xwarineke mirov gelekî jê hez dike heye, lê heke carekê mirov pê bi jarî ket, yan jî tiştek di nav de dît û dilê mirov jê bixele, belkî mirov bi heta gelek salan jî, wê xwarinê nexwe û belkî jî dev ji xwarina wê bi yek carê berde.
Lê bêxwedîka evînê (dilketinê) ne wusa ye, hesteke nemir e. Gelekan ji me li derdorê bihîstiye û bi çavên serê xwe jî belkî dîtiye, hin kes ji sedema evîndariyê sewesî bûne. Lê ji ber hezkirinê mirov sewesî, yan jî dehn nabe.
Hezkirin dikare bi demê re xwe li mejî rapêçe. Carna mirov ji bo hez bike dikare bifikire û hinekî bi pîvan nêzî bibe. Lê evîndarî ango eşq ne wusa ye. Ma ne gelekan ji me bihîstiye belkî jî bi serê me hatiye; bi nêrîna pêşin ya keçekê yan jî kurekî mirovan aqil û mejî ji pêşiya wê hîsa mirov nikare bîne ziman dide aliyekî. Mirov naxwaze bi fikir û tevgereke lêkolînî li ser wê hîsa xwe li dil dipêçe raweste.
Ma ne ev bû ya Memê Alan ji text, sera û keyitiyê ber bi zindanê ve birî û Zînê jî xwe kire qurbana evîna xwe. Ma ne ev bêxwedîka evînê bû Siyamendo ji sîpanê xelatê ber bi jêr ve avêt û Xecê jî xwe di pey de avête jêr û dawî li jiyana xwe anî.
Weke hatiye gotin.
“ Evîn hêzek e ji her tiştê din ê cîhanê bihêztir e” Barbara De Angelis.
“Ya herî mezin ji her tiştî mezintirîn evîn e” Pirtûka pîroz
”Eger ez bi zimanên mirovan û yên milyaketan bipeyivim, lê evîna min tune be, ez bûme sîtileke olan dide yan jî zengilek dizingîne.”
”Niha,ango di dawî de ev her sê dimînin: Bawerî, hêvî û evîn. Lê ya herî mezin ji van evîn e.” Pirtûka pîroz.
Hêza Evînê: "Evîn weke mirinê bi hêz e, kes xwe li ber nagire. Mîna gorê nehêniye, kes bi surra wê nizanê. Pêtên wê pêtên agir in, wekî birûska Xwedê ye." Pirtuka Pîroz”.
Ev ayet nîşan didin evîn ne tenê hestiyariyeke pûç e, di heman demê de hêzeke siruştî, pîroz û pir mezin e li ser jiyana mirov xwedî hukmekî mutleq e.
Her evînek hezkirin tê de heye, lê ne her hezkirin evîndariyek e.
Evîna Îlahî, cîhada li hember nefsê ye. Ji bo derketina hizûra efirînêr, xwe ji xirabî nebaşiyan bi dûr xistine, ango liv û tevgerek ji gelek “xweşî û bedewiyên dinyayê” bidûr ketin û li hember nefsa xwe berxwedanek e. Ev berxwedan û evîna kûr ya ji bo efirîner, dikare mirov digel xwedî cotek çavên dîtbar jî be lê li hember zewk û sefaheta dinyewî kor bibe. Birçî, tazî, bêcih û war jî be, qet bi xwe re ti xeman naefirîne. Di hiş û mejî de derketina hember efirîner hedef e. Hemû xebat ew e bi rihekî paqij, bi bedeneke paqij dema ji vê dinyaya demikî koça dawî bike pak be.
Evîna li hember kes, “romantik”. Di evîndariyê de, romantizm hesta reftar (dawraniş) û atmosfera taybet e. Peywendiya di navbera du kesan de kûr dike û heyecanê dide wan. Romantizm nîşandana eşqê ya bi rûhî û hestyarî ye.
Û ev di nava xwe de; baldarî, grîngî, kêliyên teybet, hestyarî û nêzîkatiya rûhî dihewîne. Kesên ne xwediyên van teybetmendiyan bin nikarin bi awakî kûr evîndar bibin.
Dikarin hez bikin, ev hezkirin dikare demkî be, yan jî ecibandinek ji bo demekê be.
Hezkirin û evîn du hestên kûr in, lê cudahiyên girîng di navbera wan de hene. Ji bo em van cudahiyan fêm bikin, ka em hinekî li ser bisekinin û serê xwe pê biêşînin:
Rûber (sere sere) û kûrahî
Hezkirin: Hestekî berfireh e. Mirov dikare ji malbata xwe, ji hevalên xwe, ji xwezayê û ji heywanan hez bike. Hezkirin bêhtir li ser bingeha rêz, ewlehî û dilsoziyê ava dibe. Di hezkirinê de aramî û hevsengiyek heye.
Evîn: Hestek bêhtir taybet, tûj û kûr e. Evîn herikîna dil a ber bi kesekê/î ve ye. Di nav evînê de azwerî, daxwaz, hesret û carna jî êş heye. Evîn mirov dikişîne nav kûrahiyeke wisa ku kontrolkirina wê nabe.
Aramî û heyecan
Hezkirin: Wekî deryayeke aram e. Hesta hezkirinê bi demê re mezin dibe û cihê xwe digire. Ew kêm caran mirov ji kontrolê derdixe, bêtir aştiyê dide dilê mirov.
Evîn: Wekî firtoneyekê ye. Dema mirov evîndar dibe, aqil û mantiq dikare bisekine û dil dikeve pêşiya pîvanan. Heyecan, tirs, şabûn û xeman bi hev re dihewîne. Dilê evîndaran her tim bi lez lê dide. Şewateke her çendîn êşbar jî be, mirov ber bi jor ve bilind dike. Mirov carna li ser baskên kevokekê ber bi asîmanan ve difire û carna li ser ewran berê xwe dide tîrêjên rojê, weke gulberbirojekê sedaqet û rastiya xwe nîşan dide. Paşê bi dilopên baranê re bi ser bax û bexçeyan de dibare. Romantîzmê av dide. Dema bi ser axeke tî de dibare bîna hêviyê belav dike.
Berdewamî û dem
Hezkirin: Kêm caran mayînde ye, lê hêjayî gotinê ye, hezkirina rasteqînî bi hêsanî naqede, ji ber ew li ser nasîn û qebûlkirina kesê/a li pêşberî te ava dibe.
Evîn: Evîna rasteqînî di asta herî bilind de her tim wekî roja yekem e û bi demê re vediguhere hezkirineke kûr û mayînde. Bidawî nabe.
Di encamê de, hezkirin ava jiyanê dide şînkahiya xwemalî. Lê evîn ew birûsk e di yek kêliyê de her derê ronî dike, ne tenê şînkahî her derê av dide, jiyanê diefirîne û şewqa wê qet ji ber çavan naçe. Ne tenê ji ber çavan, ji dil jî dernakeve. Evîna kûr û ji dil, mayinde ye.
Evîna ji dil û rasteqînî, hestek wisa mayinde û pîroz e, tu dem û tu sînor nikarin ji hiş û bîrê bibin. Ew agireke di dilê mirov de pêdikeve, carna vediguhere ronahiyeke herdemî tu carî venamire.
Cudahiya evîn û hezkirinê
Hezkirin û evîn, du pêl in ku di heman deryayê de ber bi peravê ve dihelisin, lê şepolên wan ji hev cuda ne. Hezkirin, rûniştina li nav baxekî aram e, hênik û bi aso ye. Ew hestekî wisa fireh e dilê mirov dike mîna esmanekî dagirtî stêr.
Lê dema evîn ji dil be, ew êdî ne firtoneyeke demkî, ew dibe şoreşeke mayinde. Guhertineke bêhempa di hemû masulk û giyanê mirov de diefirîne. Evîna ji dil ne tenê ketineke nav heyecanê ye, ew hilbijartineke giyanî ye. Di navbera evîn û hezkirinê de ferqeke felsefîk heye. Hezkirin, qebûlkirina taybetmendiyên kesekî/ê ye (heta bi deverekê), lê evîn windabûna di nav hebûna wî/ê de ye. Hezkirin dibêje "ez ji te hez dikim ji ber tu baş î, ji ber tu xweş î, xweşikî, berhemdêr î". Di vir de şert heye. Lê evîna ji dil her şertî ji holê radike û dibêje "ez bi te heme, tu jî ez im."
Gava evîn ji kûrahiya dil dêm bigire, ew nakeve bin bandora demê. Sal derbas dibin, rû diçilmisin, dinya diguhere, lê ew tîra ku li dil ketiye cihê xwe diparêze.
Hezkirin mirov li ser erdê radigire, lê evîna ji dil mirov ji erdê radike û dibe asmanekî bê aso. Ew dibe evîna Mem û Zînê, dibe helbesteke her serê sed salî ji nû ve tê xwendin. Di encamê de; hezkirin jiyanê hêsan û xweş dike, lê evîna ji dil û mayinde, wateya rasteqîn dide jiyanê û giyanê mirov nûjen dike.
Felsefe û helbest her tim bûne du mirêkên mezin û kûrahiya evînê nîşan dane. Feylesofan bi aqil û ramanê, helbestvanan jî, bi awaz û dengê dilê xwe evîn şîrove kirine.
Di dîroka felsefeyê de evîn ne tenê hestek e, ew weke hêzeke gerdûnê û giyanê mirov diguhere hatiye dîtin:
Platon (Eflatun): ”Evîn di destpêkê de bi bedewiya laşî dest pê dike, lê evîna ji dil û bilind giyanê mirovan ber bi rasteqînî û cîhana ramanan ve hildikişîne.”
Ev nêrîn nêzîkî têgîna "evîna pîroz" an "evîna mayinde" ye.
Baruch Spinoza (Holandî): Spinoza evînê weke "şahiyeke pê re fikra sedemekî derveyî heye" pênase dike. Yanî dema ku mirov bi hebûna kesekê/î din şa dibe û ev şahî giyanê wê/î mezin dike, ew evîn e.
Schopenhauer (polonî): Ew hinekî reşbîn e. Li gora wî, ”ji bo nifşê mirov berdewam bike, evîn xapandina xuriştê (tabîatê) ye,”
Lê helbestvan û evîndarên ji dil, her tim li dijî vê nêrînê derketine.
Ehmedê Xanî, (Kurd) Di şahberhema xwe Mem û Zîn de, evîna li ser erdê (evîna mecazî) weke pirekê dibîne, mirov ber bi evîna pîroz û heqîqî ve dibe. Ji bo Xanî, evîna ji dil agirê pîroz e giyanê mirov ji her tiştî paqij dike û wî digihîne lûtkeya herî bilind a mayinde.
Dema niha, evîn û hezkirin:
Di sedsala 21’ê de, evîn di nav jiyana me ya nûjen, teknolojîk û bilez de rûbirûyî ceribandineke mezin e. Di serdemekê de her tişt zû tê xerckirin, ev nêrînên kûr di jiyana me ya rojane de bi vî rengî xwe nîşan didin:
Îro teknolojiya nûjen, mîna sepanên hevdîtinê zêdetir giranî dide ser bedewiya fizîkî. Loma jî gelek kes ji fizîka xwe ya ji dayikbûyî ne razî ne. Ev yek dibe sedema tîbûneke giyanî ya mezin.
Lê gava mirov piştî demekê ji têkiliyên rûdêmî (lêhûrbûna tenê li ser rû û laş) diwestin û li "têkiliyeke kûr û watedar" digerin, nêrîna Platon û Ehmedê Xanî zindî dibe.
Mirov fêm dikin evîna rasteqîn ne tenê "wêneya li ser ekranê" ye; ew hewcedariya giyanê mirov e, dixwaze di nav hebûna kesekî din de wateya jiyanê bibîne.
Ez dixwazim rastiyeke pir tal û berbiçav bînim zimên. Îro di bin siya modernîte û leza serdemê de, ew evîndariya pîroz a mirovan giyan û canê xwe jê re bexş dikirin, hema hema nemaye an jî pir kêm e. Li şûna mirov mîna avdana gulekê bi keder û sebir têkiliya xwe geş bikin, di astenga yekem de, pir bi hêsanî destên hev berdidin û wê gula pîroz, bedew, bi bîn û geş diqurmiçînin.
Ev rewş ji ber çend sedemên sereke yên jiyana modern çêdibe:
Çanda "Bikaranînê"
Modernîteyê hişmendiya mirov guhertiye. Îro her tişt ji bo zû bê xerckirin û zû bê guhertin, ji bo qezenca xwe zêde bikin tê hilberandin (efirandin). Ev çand mixabin derbasî nav hest û têkiliyan jî bûye. Mirov êdî li şûna tiştekî xira bûye tamir bikin (çak bikin), yekî nû bi dest dixin. Ji ber vê yekê, gava di têkiliyê de pirsgirêkek derdikeve, li şûna keda avdanê, dev ji hev berdan hêsantir tê xuyakirin. Dibêjin; ma dawiya dinyayê ye? Ma kesî weke me dev ji hev neberdayê? Wê evîna pîroz weke ji hev hezkirineke demkî dibînin û ji şûna çak kirinê, têk dibin. Ev ne evîna rasteqînî ye!
Xeyala "Vebijêrkên Bêsînor"
Tora civakî û cîhana dîjîtal hovîtiyek anî ye nav hestan. Mirov wisa bawer dikin, li derve her tim "yeke/î çêtir, bedewtir an dewlemendtir" heye. Ev xeyal nahêle mirov li ser kesekê/î taybet bisekine û têkiliyeke kûr ava bike. Lê belê, gava ti her tim li dû vebijêrkek nû be, ti tu carî nagihîjî kûrahiya evîna rastî, her tim li pey daxwazan baz bide û heta dawiya jiyana xwe tê nerewestê. Belkî hin tiştên weke dewlemendî, mal, milk û ”şabûna demkî, bi gelek kesan re şabûn” bêhtir kêfê, ji bo demeke kin dide te. Lê ji ber evîneke ji dil nîne ti her tim tî û birçî yî. Ne kêfxweş û ji jiyanê ne razî yî. Bala xwe bidinê, gelek kes di gel zor û zehmetiyên jiyanê yên berê jî, xweziya xwe bi demên derbasbûyî tînin. Ji ber hezkirin û evîn gelekî nêzî hev in. Herduk jî di wê demê de rasteqîn bûn, bi nirx bûn. Ji loma jî çêj û tama jiyanê hebû.
Parastina ego û tirs
Canbexşîn an jî xwefedakirina ji bo evînê, wêrekiyeke mezin dixwaze. Di jiyana modern de, mirov zêdetir "ezperest" bûne. Her kes dixwaze pêşî xwe biparêze. Mirov ditirsin, dilê xwe bidin yekê/î, ew ê birîndar bibin an bêne xapandin. Ji ber vê tirsê, her kes maskeyekê datîne ser rûyê xwe û rê nade ew agirê mayinde yê evînê dilê wan bişewitîne.
Encam: Rêwiyên xerîb ên serdemê
Kesên hîn baweriya xwe bi wê evîna ji dil û mayinde tînin, îro di nav vê modernîteyê de wekî "rêwiyên xerîb" in. Lê belê, ji ber ev hest kêm bûye, qîmeta wê hîn bilindtir dibe. Ew gulên ku bi sebir û kedê dihatin avdan, her çendîn baxçevanên wan kêm bûbin jî, hîn jî herî yên bedew in û giranbiha ne.
Ji felsefeya Ehmedê Xanî
Ji bo Ehmedê Xanî, evîna ji dil ne tenê hestekî wextî û dîtbarî, ango bedewiya fizîki ye, ew rûmet û pakiya giyanê ye.
Mînak: Di çîrokê de, gava Mem dikeve zindanê û ji Zînê bidûr dikeve, evîna wî kêm nabe; berevajî, di nav tenêbûn û êşê de hîn kûrtir dibe. Êdî Mem ne tenê ji bedewiya rûyê Zînê, lê ji hebûn û giyanê wê re dibe evîndar.
Ev mînak nîşan dide evîna ji dil ji şert û mercên fizîkî (dûrbûn, zindan, astengî) yê bilindtir e. Dema beden ji hev dûr bin jî, dil bi yekbûneke mayinde ve girêdayî ne.
Ya em ji Xanî fam dikin; ev evîna dinyayî, giyanê mirov amade dike ji bo naskirina heqîqeta gerdûnê.
Erich Fromm (Elman): Evîna mayinde hewceyî ked, berpirsiyarî, rêz û naskirinê ye. Evîn ne tenê "hestek e tê serê mirov", ew hêzeke çalak e mirov bi daxwaza xwe ya ji dil ava dike û diparêze.
Friedrich Nietzsche (Elman): Ji bo Nietzsche, evîna rastî ne hêsir û qelsî ye; ew daxwaza mezinbûn û bilindbûna giyanî ya du kesan e.
Xanî û feysefofên nûjen di xalekeke girîng de digihêjin hev. Evîna ji dil, ne tiştekî sivik e, bi ba û bageran re nafire. Ew di nav dilê mirov de avakirina cîhaneke nû û mayinde ye.
Weke her car bi kurtehelbesteke xwe, lê vê carê li ser evîna yekalî diqedînim.
Min serifand evîna xwe ji bo eşqek yekalî
Nema kare bihebîne hem bixof û bitirs e
Nebêje mim veke derî da em bikin sohbetê
Quflekirî û morkirî ji hindur ve bê keys e
Ti dibêje çi dilşadî xwezka bi wî dilê te
De ka were bihisîne çendîn bijan bê teys e






