
- Min got îro roja min e û ez ê vê rojê ligel berteka hevala xwe ji bonî xwe veqetînim, bi qasî çend saetan. Min wek peyman ji xwe re danîbû ku ez ê îro ji jiyanê, jiyana rojane ya bi teşqele bi dûr nikevim û herim serê Sikura Newala Eto û Serê Sikura Sikra Elatrîkê, temam nav herêmî ne, de îro min bibexşînin.
FERATÊ DENGIZÎ
Baranek bariya bû erd şil, ev li gorî dilê min. Ez dê bi nermî, dilaxivînî û hişyariya dema xwe bimeşim. Herê lo, ma rewşa wisa ya evîndarî li ku heye! Min dest bi meşê kir, payîzxêr bariyaye, yanî barana pêşîn a payîzê û çêra kewan zîl daye. Kew dê biçêrin. Loma navê vê mehê li gorî dema neçîrvaniyê Kewçêre ye û li gorî dema cotkariyê jî Cotmeh, de bila ev bimîne, ez bêhna jiyanê bikişînim cegerên xwe. Dizanim wek ku xezala min wenda bûye, dilgêj im. Stranek wisa hebû, ka ji kê bipirsim! Ciwaniya min ket bîra min, guvêşkên min (yanî favorî) dirêj û aqlê min di ser kumê min re bû! Ma niha qey biaqil im, lo herê, her evîndar im û evîndar her û her jiyangêj in, lê xweşmêr in jî ha… Mîna derziya sêwî şivarêkan, şivarêkên çolê pêz didim ber gavan. Xelk efareyên gwîzan didin ser hev, berê min li çiyê. Nizanim çima her tim li çiya dinêrim û her bêhna min dertê, herê dizanim tu li wir î, ew der warê jivana me ye, heta abadîna jiyanê, heta mehşerê. Tu her wek çiya yî, wek çiya xweşik î delal, ferîşteya çiya û kezîsora dilê min.
Gava pêşîn min berê xwe da newalê, rêbazek ji xwe re danî ku berwarî bimeşim, an na dê bibetilim, ma ne emir jî li pêş e! Xweda şahid e, xweş dimeşim. Ha ev der warekî kevn e li hember. Xwedayê…çend kezîzer û xweşmêran xwe ji vira berda ser çem, him av kişandin jor û him jî evîndarî, bila kevr û kuçik û çiya bizanibe. Xak napeyîve, yan ez zarê wê nizanim! Demek dirêj va li sitkurê me û paşê lutke, her der xweyanî. Herê dilo ka çend awirên çavan ên rengo rengo ev dîmen dîtin û çûn, ax dizane, ax…. Va kozika neçirvanan an jî van salên dawîn ku derdor hatibû qedexekirin ciyê nobedariya cendirme û xwefiroşan, bila ew radestî çarenûsa bêbext bin, ê me berê me li rohnayiyê. Ha li vira min xwe li serpişte dirêj kiribû û başoqeke anîbû xwarê, wî jî tiliya min î girdê dabû ber nikulan, nizanim min neçîra wî tirsandibû yan jî wî ya min! Lê camêr xweş êrîş anîbû ser min, de ciwaniyê; kew çûbûn min jî goştê wî yê tehl î tev reh kiribû taştê… Herê simbêlan nûh xwêdan dabûn, kezîzerekê jî min dişopand, de bila ev diyarî jiyanê be. Destpêka şoreşgeriyê, herê ji xweza û başoq lêborîna xwe dixwazim, ev encama şert û mercên jiyanê. Lê her hezkiriyê we me ha…. Evîndar im û jênegerê têkoşînê.
Min bêhna xwe veda, va gava pêşîn qediya, divê ji Serê Sikura Newala Eto xatir bixwazim. Li jêr du kerî pez, negîham wan…. Divê berwariyek dirêj bidim ber xwe. Lewra gava duyemîn, yanî lûtkeya din pir li jor e û kaş tîk, westana xwe û hevrezanan jî ji bîra nekim! Ha ez ê fireh ber bidim ber xwe, bila rê dirêj be. Dem îro ya min e... Belê, rexneyên hevaljiyana min î li malê, ser çavan!
Meşiyam, berjêr e. Şemitînê dipîvim, li jêr çend darên guhîjan. Xwe awarê dikim. Xwarina wan xweş, diriyên wan jî tûj, baldariyê dixwaze. Dasa min î dar li pişt min, çend derbên sivik li qurmê û erd tişe guhîj. Min xwarin û bêrîka xwe jî dagirt ji hevalê re, ji yarê re. Belê canhevala jiyana bobelat î bahozîn…
Di newalek biçûk î kûr de ber bi jor ve radipelikim. Bêhna min diçike, na bi biryar im, her çiqasî hewrezan min bitirsînin jî. Ew ku lingên min li erdê ne tirs nîne, nizanim çima ku lingê mirov li erdê be tirs belav dibe, li asîman, nexasim di balafirê de ne wisa, tirs tansiyona min bilind dike lê li erdê ne wisa. Hildikişim, hebikî gêj lê dilxweş û berbikêf im. Va baranek hûrik bariya, tehtek ji min re talde û gavek din meş didome, ber bi jor ve… Wek ku li ser hin şopa me, kî di vira re çû kî neçû, reşikên şevê dikevin bîra min, dizanim ez ew im, ew ez… Va li sikurê me, sikur tev teht, lat û zinar in. Mirov dizane ku dema ku dinya di bin avê de bû û ku hêdî hêdî bi çend hezar salan ku vekişiya, teht man li jor, li lûtkeyan û bayê ew her û her alastin, hûr kirin, ji lewma her jorên reşayî her tim teht in, ji ber giraniyê. Axa nerm diherife û dibe newal; jor ji tehtan, jêr ji newalan re ye, neqeba her giran û rêzeçiyayan newal e. Erdnîgarî dîrok, aheng, bang û sedaya hezkirina hebûnê. A va li lûtkeyê, li ber wê lata ku her şev heyvê, her roj jî rojê dihewîne, derdixe û bilind dike. Li vira jî kozikek; dilêşî û ahengxwezayî. Va gihaştim evîna xwe. Mala me xuyaye. Newal û malên Delavê Dengiza tev li ber lingên min, li jêra min…Bîra min kûr dibe; xizanê gundê me Xefûrê feqîr wexta di çêkirina sikra (baraj-bendavên biçûk) eletrîkê de xebitî bû, hîmek ji vira gindirîbû û jiyana wî bi dawî kiribû. Va mirov ev e, bi aliyekî û cara pêşîn bi saya vê sikrê elektrîk hatibû Stewrê derdora salên 1954’an, hîdroelektrîk yanî elektrîka ku ji hêza avê diafire ketibû jiyana me. Berdêl jî jiyana xizanan! Çend fotoyan dikişînim, derdor li bin lingên min û xweşî… şadî… xemgînî…. Li hevala xwe digerim bi telefona hevdîtinî û kêfxweşî, dibêje, “zû were aciz bûm…” rojên din karûxebatên civakê, her diçe diyalîzê û tenêtî. Îro jî mafdar e, hê wiha dengek ji pişt min tê; “Başqanê min, te û vir…!” şaşwaz im. Şivanekî siwarê hespa spî li pişt min, devliken… Siyasetê li vir jî ez zeft kirim. Rev nîne. Em dest bi sohbetê dikin; rewşa şivantiyê, dema hevşaredartiya min, qayim, neheqî, hêvîdarî, çima hatime vira, ahda min, sewdaserî û xatir dixwaze. Hele, hela. De va jiyana me/min ev e. Divê dakevim, lê şemitîn xeter e, baldariyê dixwaze.
Bi baldarî ji vî kaşê tîk daketin. Va ji rizdeyekê dadikevim û li ber darekek berû me. Çend berûyan jê dikim û fotoyan dikişînim û baran dibare, telefona min şil dibe, na kişandina fotoyan didomînim û xwe didim taldeya latekê, hindikî şil dibim, dîmenek jiyanî û xweşaheng, jixwe diçim. Li hemberê min zîniyek; bi werarê (evrim) ku av vedikişe, girên girover î mîna paşiyê hespê û cîhê zîn çêdibe, ji bonî wê navê van girên nîvgirover zînî ye, zimanê me xwezayî… Zînê Mezin, Zînê Biçûk, Zînê Bocî… Paşê ku hesp bû maqûla jiyanê, şibandin rûnişt û hesp wisa hate zeyinandin û navê delalên kezîzer jî bûn Zînê, ev ne ji Zeyneba Erebî tê ha… Zîniya hespên qemer î kumet î delal. Nexişandina bijî û xweşlêsiwariya wan Zîn, yanî delalî, xweşxezaliya jinê ya hezkiriyê derket holê û bû jiyanî. Wek ku Memê me jî ne ji navê rêzdar Muhammed e, ji Mamtiyê-Aptiyê tê Mem ji Mam an jî Me-Mayên Îştar-Înnana-Starê te, Memê me Mamê me, Memê me jî ev e, Mamê me, Mem wek pismamê me. Ka em bidomin. Baran sekinî, roj dertê, a ha va du perîtankên spî li hewa, li vira jî silavek û bangek wan heye; azadî û evîn… roja piştî baranê, xweza biriqandî, bêhnek xweş û perîtankên min î spî geh nêzîkî hev in geh dûr, lê hev bernadin, ne digihên hev û ne jî ji hev diqetin. Qey peyamekê didin min, mîna evîna min î çûn û hatinî, herê ev e rîtma jiyanê, evîn naqede, lewra jiyan û hebûn jî naqede. Wiha bi fikrên çendalî dişemitim. Baş bû ku neketim. Daketin demek dirêj didome, dilfirehî û enerjiyek xwezayî ya abadi. Herê wele bextewar im; silav li kalikê min Zardeşt û Abidin Dino.. Li binê newalê me û qijak, pîkijok, çivîk, kevok û her cure balinde di govenda jiyanê de ne, li jor tunebûn. Herê di rêya neqedîn de ber li malê me, lê peşî divê seriyekî bidim nav rez. Dizanim jiyan bi tenêtî nabe; tenêtî tevlî civakî, banga xwezayê û şîfreya jiyanê ya felsefî; bi tenê û bi hev re; civakîn. Bila tarîtî, xerabî wir de here û rohnayî û rastî vir de; awir, awir ku ruhê hebûnê ye. Awirxweş im û ferîşteya min, xezala min, hevala min bi fîstanê gulgulî li ba… Hinek tirî, hirmî, dilxweşî û berî li mal. Rojek xweş bû. xweşdilî. Ma tenêtî heye!
Bila ev diyarî evîndaran be ku her lêgerînên heqîqetê ne. Hê… kêzîzera min, were. Bi pêlên avê re, ava herikîna heqîqetê!
Xezala min wenda bû
Berî bi çol û çiya li ba bû
Gundîno, hevalno, cîran-no
Wenda bû
Xezala min wenda bû
Berî li çol û çiya bû.















