Name û kulîlk

Nûçeyên Forum —

Duşem 9 Mijdar 2026 - 07:00

OSMAN KAPAN

Li ser nivîna xwe bi çarmerkî rûniştibû,çavên xwe kus kusandibûn name ya di destê xwe de,carina lêvên wî bi lez dilebitîn,carina hêdî.Dema lêvên wî hêdîka di lebitîn,di ber xwe de di bişirî û serê xwe radikir,li derve di nerî.Carina bi xwendina xwe re xemgîn,carina keyfxweş dibû.Wê kêliyê du derûnî bû,carina keyfxweş û xemgîn!

Name sê-çar carî xwend.Vê yekê bala hevalê wî dikişinad.Lewra bi salan bû bi hev re,tiştekî wan ê ji hev veşartî tune bû,her tiştên hev zanîbûn,ji malbatên hev,heya jiyana wan a berî şoreşê yek bi yek dizanîn.Lewra zîndaniyan tiştek ji hev venedişartin,ma ji wan pêve kî/kê dikarî alîkariya hev bike.Îca bi hevre mayîna salan,ew wekî hev lêkiribûn.Ji tevger û lebata hev û din,bi hev zanîbûn ku wê kêlîyê rewşa wî çawa ye.

Bi salabûn ku name ji Aram re dihatin,di cî de dixwendin,carina jî didane hevalê xwe da bi xwînin û dixistin dolaba xwe.Bes ew qewederê setekê bû name di destan de di xwend,pêre xemgîn dibe,dikene û careke din heman tevger.Hevalê wî Şivo xwe negirt,çû li ber sekinî û got:

“ Xêr e heval,çi bû ye ,çi qewîmiye bi xwendina nameyê re,tu hem xemgîn,hem keyfxweş dibe.Ma tiştine neyînî hene? Berê te di bîstekê de name dixwendin û radikirin,lê îro te hingê name xwend û qulipande vî alî û alîyê din hindik maye biqete!Xêr e?”

Heme Aram nameya destê xwe da Şivo.Şivo,berî xwendinê li kulîlka li ser name yê hatî xêz kirin nerî got: “ pirr xweşik e.” Û dest bi xwendinê kir.Li deverekê sekinî.Aram bi işaretê daxwaz jê kir ku bixwîne. Dema name qedand got:

“ Ev ew xwarziya te ya xwîn şîrîn e.Her bijî jê re.Va bûye kulîlka xalê xwe!Welehî dema min ew dît,min dizanî ku ew dê biçe.Ma tu çima xemgîn dibe?”

Aram, xemgîn bû,an bi keyf? Her du jî bi hev re! Hem keyfxweş bû,hem şanaz bû ku xwarziya wî a xwîn şîrîn daye pey şopa wî.Xemgînî ya wî bi pirranî ji bona xwîşka wî bû.Lewra dizanî bê ew niha çiqasî ber xwîn şîrîna wî dikeve.Li xwe jî mikur dihat ku hindik be jî xemgîn dibe.Dema ku ev hevokên xwarzî ya wî nivîsandî xwendibû. “Xalo,her kes Kurdistaneke azad û serbixwe dixwaze û her kes dixwaze ev bi destê pagrewane bibe.Lê tu kes naxwaze ew pagrewan ji mala wan bin!” Aram di dilê xwe de gotibû; “ rast e”, ev di dilê min re jî derbas dibe.

Ew hevokên ku xwarziya wî nivîsandî û ya dilê xwe ji Şivo re got.Şivo serê xwe hejand û got: “Her dayîk dixwaze zarokên xwe li ber çokên xwe bibîne.Dema birazî yê min çûyî,hestên ku tu niha dijî,ez jî wê demê jiyam…”

Aram, her meh ji xwîn şîrîna xwe re bi rêya radyoyê name rêdikir.Pênûs û lênusk jêre rêdikirin.Nameyên wî di radyoyê de dihatin xwendin.Her cara nameyên wî dihatin xwendin bawer dikir ku xwîn şîrîna wî lê guhdar dike û ji xwe re digot: “Niha lênuska min jêre rêkirî tije kiriye.” Lewra di her name ya xwe de digot; “ Çi dema te fersend dît bixwîne û bi nivîse.Lewra win avakarên dîrokeke nû ne.Tu kes dê nikaribe wekî we bîne ziman.Ji bona wê hem binivîse,hem bixwîne…”

Her hefteya xwendina nameyan,bi guhên belik li radyoyê guhdar dikir û li bendê dima ku nameya xwîn şîrîna wî jêre were.Bi salan ma li benda nameyê,name nehat.Ango di radyoyê de nehate xwendin.Sal wekî avê herikîn.Piştî çûyîna xwîn şîrîna xwe bi neh,girtina xwe sî û yek salî derketî,di şeveke reş de,dengê wê bi telefonê bihîst.Xwîn Şîrîna wî got: “Xalo,emê hev û din li lutkeya çiyan bibînin.Ew deng bû ava jiyanê herikî ser guh,di wi re xwe berda ser dil,dil wekî şitleke rihanê vebû…

Li bendê mayîn,bi qasî xerîbiyê bi hesret,bi qasî zîndanê zor bû.Ew û xwîn Şîrîna wî li qadên cuda têdikoşîn.Ji hev dûr,lê bi dil ligel hev,li benda roja hev himbêz kirinê bûn.Çîrok dirêj bû bi qasî temenekî,ew jî li benda çîroka xwe bûn.Çerxa gerdûnê di zîvirî,ew jî di nav de,carina nêzî hev dibûn,carina dûr.Sal dirêj bûn,hev û din nedîtin.Hêvî di dil de mezin dikirin,hêvî dibû kulîlk dima li benda bêhn vedanê.Di şeveke zexel,mij ji esîmana difûrî,serma bi ser de,li ber lempeyeke gurî hev û din dîtin.Ji keyfa Aram lerizî rondik herikîn,di tariya şevê de wenda bûn.Bi bêrîkirina salan û giyana hevaltiyê xwîn Şîrîna xwe himbêz kir.Germahiya wan xwe berda nava hev.Piştî bîstekê ji hev qetiyan,li benda careke din hev bibînin, bêriyê dirêsin…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.