
- Piştî qederekê Rabû ser xwe û berê xwe da çiyayê li hember. Meşiya…Meşiya,meşiya. Nizanîbû dê careke din ‘ Jiyana xwe’ bibîne, an na. Meşîya….
OSMAN KAPAN
Ew du roj bûn ku xew neketî çavan, çavên wî ji bê xewî zê sor bûbûn, heme heme spîka çavan ne dixuya, reşik jî gemelorî bû. Di halê xwe de di şewitî. Tu kesî sedema ne raketina wî nedizanî. Ji sibê heya êvarî, mîna mişkekî derman xwarî tu deverên gund nemabû ku lê negeriyayî. Ji wir çûbû bajêr, li çolên gund jî geriyabû. Dema êvarî dayîka wî xwarin danî ser sifreyê, dê, bav ,xwîşk û birayên wî li ser sifrê rûniştin, xwîşk û birayên wî rûvîk ji ber hev di revandin. Dema ku şîva wan ur û rûvîk bûna, tim welê dikirin. Carina ew jî tevlî wê leystika wan dibû.
Dema ku tevlî wê gelefekê dibû, xwîşka wî ya herî biçûk jiyan digot: “ Kekê, ka para min…” wî jî çi li ber bû dida Jiyan û digot : “ De bixwe Jiyanoka min.” Pirr ji Jiyanê hez dikir. Carina ji xwe re digot: “ Gelo ji bona navê dilketiya min Jiyan e, ez ewqasî ji vê Jiyanokê hez dikim..” Ya rast ji nav hev dernedixist. Îca li gel wê jî, qet bi ser sifrê de neçû.Heme welê bi çavên sor xwînî û melul li wan dinerî.
Erê tenê dinerî, lê qet ne difikirî. Ango, hişê wî sekinî bû, gotin ji bîr kiribûn, wekî kanî yeke ji avê çikiyayî bû, ji gotinan ziwa bûbû. Tenê ji xwe re digot: “ Li ku ye, bi kuve çû.” Wekî din tiştek nedigot.
Berî hingê bi du rojan li cî yê ku ji xwe û li gorî xwe navê: “ Baxçê evînê” lê kirî qederê seetekê li gel hev mabûn û evîna xwe wekî her car bi dehên caran, ji hev re gotibûn. Ma çi bû bi carekê wenda bû, bi ku ve çû bû û çima agahî nedabûyê? Ew pirs dibinû bista ji agir û li mêjiyê wî diketin, ew dibû êş dil lê dibirajt. Îca ji ber wê nekarîbû rakevê, ne jî xwarinê bixwe. Di wê navberê de, xwîşka wî Jiyan gotubû: “ Kekê, Cindî rûvîka min bir, werê jê bistîne…” jî deng nekiribû.
Dayîka wî, ew raçav dikir û zanîbû derdekî wî heye, lê ew jî zanîbû, ku jê bipirse jî, ew bersa wê nade. Ji zarokatiya xwe heya wê kêlîkê ku Baran, bi dil û ji xweber bersiv nedabana, hemû mirovên gerdunê li ser serê wî kom bibûna dê nekarîbana gotinekê ji nav lêvên wî derbixin. Ligel wê jî hestên dayîkê li pêş bûn û êşa Baran, di dilê xwe de hîs dikir. Bi dengekî nizim û ji kezebê got: “ Baranê min, ev du roje te xwarin nexwarî, xew bi çavên te neketî,Xêre kurê min,çi derdê te heye…” Baran, serê xwe rakir û li dayîka xwe nerî, dayîka wî bihitî, yê li hember, ango ‘Baranokê’ wê di du rojan de heliyabû û çavên wî di nava gola xwînê de mabûn.Sancoyekê da dilê wê, êş di gewriyê de kom bû, gotin jê çênebû. Qederekê her du çav li hev aliqî man. Dayîka wî bi dengekî lerzok û kelegirî got: “ Çi bi te hatiye kurê min ?” Bi gotinê re rondikan rê neda gotinê, êşa dilê wê bûne rondik û herikîn ser çem ê derdan !
Baran, bêdeng ji malê derket, reşê kon vedabû bi ser xemla rojê de. Baran berê xwe da “ Baxçê evînê.” Li devera ku herî dawî ew û evîna xwe lê rûniştî, rûnişt û li cî yê ku evîna wî rûniştî nerî, nerî,nerî… Dîmên li ber çavan zindî bû.Evîna wî pora xwe bi hêla çepê de berdabû, destê xwe dabû ber lamika xwe û bi çavên melul ku êş û nezelalî ya dahatû yê ji dirijiya li dûr dinerî.
Baran di wan çavan de êş, keder û tirsa dahatû yê didît. Ew êş hat li ser dilê wî rûnişt. Kir û nekir, çar ji xwe nekir, rondikên dîl girtî berdan. Wan rondikan xwîn jî berdida jêr. Piştî qederekê Rabû ser xwe û berê xwe da çiyayê li hember. Meşiya…Meşiya,meşiya. Nizanîbû dê careke din ‘ Jiyana xwe’ bibîne, an na. Meşîya….












