
- Dîroka siyasî ya nêzîk a Tirkiyeyê, tijî mînakên trajîk ên wê yekê ye ku ka hewldanên lihevkirina civakî û çareseriya demokratîk çawa di navbera berxwedana statukoya dewletê ya heyî û pragmatîzma desthilatdariyê de hatine tewandin.
MEHMET ŞAHÎN
Pêvajoya aştiyê ku nêzîkî du sal in bi hêviyên mezin pêşkêşî raya giştî tê kirin û tê îddîakirin ku armanca wê birina aştiya civakî li ser zemînekî qanûnî û domdar e, îro gihiştiye xala şikênandineke dîrokî ku di rola kaxezê turnusolê de ye.
Qanûna Çarçoveyê ku bi armanca bibe mertalê rewatiyê û bingeha hiqûqî ya herî diyar a pêvajoyê hatibû amadekirin, di meclisa giştî de bi rêjeyeke pir bilind a dengan hat qebûlkirin û îradeya aştiyê ya piranîya mutlaq a gel tescîl kir. Lê belê ev îradeya mutlaq a saziya herî bilind a zagonçêker, di kêliya ku derbasî qonaxa cîbicîkirinê bû de rastî astengiyên burokratîk hat ku di kodên genetîk ên sîstema serdest de veşartî ne û dixwazin bikin objeya operasyoneke tasfiyeyê ya avahîsazî.
Teslîmkirina gavên pratîkî yên vê qanûna dîrokî ya ku bi biryara hevpar a siyaseta sivîl û parlamentoya nûnera rasterast a gel hatibû derxistin ji bo însaf û pejirandina saziyeke wekî Lijneya Ewlekariya Neteweyî (MGK) ku navenda kevneşopiyên militarîst û wesayetparêz e, nakokiya herî mezin û durûtî ya vê pêvajoyê pêk tîne. Îradeya hilbijartiyan, ketiye parzûna tayînkiriyan û mafê serweriyê yê meclisê bi eşkerayî di bin îpoteka MGK’yê de hat hiştin. Ev gav, ne tenê qada siyaseta sivîl felç kir, di heman demê de ji dilbûniya dewletê ya di îddîaya "çareseriyê" de jî bi temamî hêjand û di nav torên berfireh ên gel de bû sedema pêlek kûr a bêbawerî û şikestina ku sererastkirina wê zehmet e. Prensîpa ku di demokrasiyan de di ser îradeya meclisê re ti navendên wesayetê nikarin hebin, bi vê sepana pratîkî re careke din ji aliyê burokrasiya serdest ve eşkere hat binpêkirin.
Ev bêbaweriya mafdar ku di hişmendiya civakî de kom bûye, van rojên dawiyê bi rêbazên şerê derûnî yên ku ji aliyê desthilatiya siyasî û organên çapemeniyê yên birêvebirî ve ku mîna amûrê wê yê bîrdoziyê dixebitin, hîn kûrtir dibe. Çavkaniya bingehîn a vê qeyrana avahîsazî ew e ku eniya desthilatdar û çapemeniya "hawiz"ê, zimanê aştiyê ku tê îddîakirin du sal in gav bi gav hatibû honandin re xizmetê nakin. Retorîkên hişmendiya dagirker û serdest a sed salî naterikînin. Wekî her carê li dijî tevgera azadiya Kurd zimanekî teslîmiyetê û çongdanînê yên topyêkûn ferz dikin.
Klîşeyên neteweperest ên kevnare ku konseptên îmha û înkarê yê salên 90'î tînin bîra mirovan. Hevokên mîna "heta terorîstê dawî çek berde" û hwd. ku pir caran di manşetên rojnameyan û ekranên televîzyonan de têne gerandin xetereya rasterast a dînamîtkirina zemînê muzakere û diyalogê bi xwe re hildigirin. Aqlê serdest dixwaze pêvajoyê bi zanebûn ji avakirina aştiyeke kolektîf, birûmet û di navbera wekhevan de derxîne. Ev nêzîkatiya ku hiqûqa muhatabiyê tune dihesibîne û armanc dike ku tevgereke civakî û siyasî bi temamî tasfiye bike, dadikeve astek ewqas teng ku meseleyê tenê wekî mekanîzmayeke ferdî ya "poşmantiya lêborînê, teslîmbûn û baxşandinê" ferz dike. Ev zimanê quretî ku bi temamî li dijî mentiqê çareserkirina pevçûnan e, li dijî rastiya civakî ye û mehkûmê têkçûnê ye.
Nîşaneya herî zelal a ku pêvajo bi zanebûn û daxwaz ber bi xitimandinê ve tê ajotin ew e ku bi awayekî bi israr di berevajîkirina kronolojîk û berevajî xwendinê de tê kirin. Wekî ku di hemû mînakên çareserkirina pevçûnan ên li cîhanê de eşkere tê dîtin ku ji bo gavên diyarkirî yên aştiyê bêne avêtin, rêyên vegera ewle bêne vekirin û kanalên beşdariya siyasî rewatî qezenc bikin, divê pêşî temînatên qanûnî (yanî Qanûna Çarçoveyê) bi hemû mekanîzmayên xwe ve, bê şert û merc derbasî partîkê û jiyanê bibin.
Hiqûq û temînat ne encama pêvajoyê ne, destpêk û garantiya wê ne. Dîsa jî aliyê desthilatdariyê û berdevkên wan ên di çapemeniyê de bi ferzkirineke ku di aqil û mentiq de cih nagire dixwazin pêvajoyê bi temamî berevajî bimeşînin. "Pêşî tasfiye û bêçekkirina bêşert pêk bê, her tişt bi awayê ku em dixwazin bi dawî bibe, kanûn û temînatên hiqûqî tenê piştî wê dikarin derbasî jiyanê bibin." Ev nêzîkatî, ji şûna ku geriyana li aştiyê be, bêtir dişibite taktîkek siyasî ya bi zanebûn amadekirî ji bo hilweşandina masê. Ev ritorîka şertdanînê ku maf û temînatên qanûnî wekî amûrek şantajê an jî kozê dihesibîne, qada siyasî bi temamî jehrî dike û îhtîmala astengiyeke nû, îmhayê û vegera li statukoyê tîne bîra mirovan.
Di encamê de, pêvajoyeke aştiyê ya rastîn û domdar ji ber siruşta xwe li ser wêrekiya siyasî ya bilind, zelalî, temînatên hiqûqî yên neduhok û ji hemûyan girîngtir li ser hiqûqa muhatabiya wekhev a dualî tê avakirin. Di rewşa ku îradeya meclisê di bin sîya îpoteka MGK’yê de dimîne, di şûna zimanekî birûmet ê aştiyê de jiberên tasfiye û teslîmiyeta mêtingeriyê tên ferzkirin û temînatên qanûnî wekî dahfikan têne veşartin, hêviyên civakî cîhê xwe didin hêrs û dilşikestinê.
Tekane rêya Tirkiyeyê ku ji qeyranên xwe yên dîrokî û civakî paqij bibe û bigihîje aramiya domdar ew e ku girêdayî ruh û giyanê Qanûna Çarçoveyê bibe, hemû mekanîzmayên wesayetparêz tavilê tasfiye bike, ji ferzkirinên teslîmiyetê vegere û siyaseta sivîl/demokratîk bê şert û merc bike esas. Nexwe, ev hamleyên dewletê yên derengxistin û tasfiyeyê dê ezmûnên tal ên rabirdûyê bi awayekî pir girantir ji nû ve vejînin û zemîna aştiya civakî bi rengekî ku careke din nayê sererastkirin tune bikin.







