
- Ehmed Husêynî ne tenê yek ji şairên herî bihêz û herî taybet ê helbesta kurdî ya modern bû; di heman demê de ew yek ji wan dengên bingehîn bû ku asoya ramanî û estetîkî ya helbesta kurmancî berfireh kir. Helbesta ku Ehmed Huseynî li pey xwe hiştî, ne tenê mîraseya şairekî ye; ew di heman demê de yek ji asoyên herî bilind e ku Kurmancî di serdema modern de û di warê estetîk û vegotinê zeft kiriye.
KADÎR ÇELÎK
Ji ber vê yekê, nivîsandina li pey çûna wî ne tenê bibîranîna şairekî ye. Meseleya bingehîn, fêhmkirina wê veguherînê ye ku helbesta kurdî di nîvê sedsala dawî de jiyaye: ka ziman çawa guherî, helbest çawa ji bin barekî giran ê dîrokî derket û çawa qadeke kûr û serbixwe ya estetîkî ji xwe re ava kir. Çunkî helbesta Ehmed Huseynî tam di navenda vê veguherînê de radiweste û mîmariya vê avakirina bejinbilind dike.
Wêjeya kurdî, di dirêjahiya dîroka xwe ya bindestî û qedexeyê de, tu carî tenê wekî qadeke hunerî nehate dîtin. Di şert û mercên ku tê de ziman hatibû înkarkirin, bîr hatibû pelçiqandin û welat hatibû dabeşkirin, wêje pir caran bû warê dawî yê parastina hebûna çandî û neteweyî.
Ji ber vê yekê, bi taybetî helbest di nav civaka kurd de ne tenê şêwazekî afirandina hunerî bû; ew bû cihê ku bîra civakî tê de dihate parastin, birînên dîrokê tê de dihatin kewandin û nasnamê xwe disipartê û tê de xwe diparast. Lê ev rewş, bi demê re barekî giran jî da ser milên helbestê. Helbest gelek caran veguherî şahidiyeke domdar, qêrîneke kolektîf an bangewaziyeke polîtîk. Hest û coşa wê bihêz bûn; lê ji aliyê estetîkî ve her tim nikarîbû wê kûrahiya navxweyî û aloziya hunerî ya xwe biafirîne.
Bi taybetî di sedsala bîstan de helbesta kurdî piranî di bin siya tarî ya travmayên dîrokî de mezin bû. Sûrgûn, komkujî, qedexe, înkar û parçebûnê şertên bingehîn ên hestiyarîya wê ava kirin. Ji ber vê yekê, gelek caran ziman neçar ma ku li şûna berfirehkirina derfetên xwe yên estetîkî, barekî giran ê dîrokî hilgire ser milên xwe. Helbestvan hemî deman, beriya ku bibe hunermendekî serbest, bû şahid, bû parêzvanê birînên civakî an jî aktorekî polîtîk. Helbet sedemên vê rewşê hebûn û ew sedem gelekî jî rewa bûn. Lê bi demê re vî barî, xeteriyek jî çêkir: helbest dikaribû bikeve nav dubarekirina êşê û tenê bibe dengê şikestî û têkçûnê.
Mezinahiya Ehmed Huseynî rasterast li vir diyar dibe. Çunkî wî Kurmancî tenê wekî zimanê êş û feryadê nedît. Şikestin û têkçûn paşguh nekirin, lê ew nekirin havênê yekane yê helbestê jî. Di cîhana helbestî ya wî de sûrgûn heye, şikestin heye, tenêtî heye; lê van tiştan tu carî nabin gîryaneke xav an jî gazincên rasterast. Êşa ku di helbesta Huseynî de xuya dibe, êşa ku ji hişmendiyeke estetîkî derbas bûyî ye. Ji ber vê yekê, tiştê ku di rêzikên wî de bilind dibe ne mexdûriyet e, raman bixwe ye. Helbest ji bo wî ne tenê qada şîn û nalînê ye; hewldana ji nû ve avakirina ziman û afirandina reng û rêbazeke nû ya hîskirinê ye.
Ev helwest ji bo helbesta kurdî guherîneke girîng nîşan dide. Ligel Huseynî, helbest ji rola ku tenê dengê kolektîf ê êş û dîrokê bû derdikeve û dest bi avakirina cîhana xwe ya serbixwe ya estetîkî dike. Wî nîşan da ku helbest ne amûrek e ku tenê peyaman an jî wêneyan ji cîhekî digihîne cîhekî din. Di nivîsên wî de helbest vediguhere qadeke serbixwe ya afirandinê ku tê de raman reng û şêwe digire, ziman sînorên xwe berfireh dike û wate di nav rêxistina gotinan de ji nû ve tê afirandin. Ji ber vê yekê, helbesta wî tenê bi naverokê nayê xwendin. Hêza bingehîn di şêwaza avakirina ziman de, di rîtma navxweyî de û di mîmariya hundirîn a nivîsê de ye.
Serweriya Ehmed Huseynî ya li ser Kurmancî ne tenê jêhatîbûneke zimanî ya asayî bû. Ew yek ji wan helbestvanên mustesna bû ku ne tenê ziman bi kar dianî, lê nebza hundirîn a zimên jî dihîsî. Rêwîtiya dîrokî ya Kurmancî, deng, rîtm û bîra peyvan bi awayekî pir hestiyar û hunerî di helbesta wî de dihate veguhastin. Wî karibû dengên ku ji kevneşopiya klasîk tên, di nav helbesta modern de ji nû ve bijîne. Lê dema ku ev dikir, tu carî zimanekî ku rabirdûyê tenê dubare dike ava nekir. Kevneşopî di helbesta wî de ne mîraseke cemidî ye; wekî xwîneke germ û zindî diherike û di nav hestiyariya modern de ji nû ve can digire.
Bi vê aliyê xwe ve helbesta Husêynî yek ji pira herî xwezayî ye ku di navbera helbesta klasîk û helbesta modern de hatiye avakirin. Tîrbûna metafizîkî ya Melayê Cizîrî, rîtma navxweyî ya Feqiyê Teyran û kûrahiya ramanî ya Ehmedê Xanî di helbesta wî de rasterast nayên dubarekirin; lê di nav hestiyariyeke modern de ji nû ve tên hîskirin. Bi heman awayî, tenêtiya mirovan a dema em tê de dijîn, hişê parçebûyî û hesta sûrgûnê jî di rêzikên wî de bi hêz cih digirin. Lê serkeftina bingehîn a Husêynî tam li vir e: ew van her du cîhanan bi awayekî xwezayî di nav hev de dihelîne û dike yek.
Ji ber vê yekê helbesta wî ne dikeve nav nostaljiyeke bêhêz û ne jî dikeve nav modernîzmeke bêkok. Rabirdû di helbesta wî de tenê bîranîneke dûr nîn e; ew yek ji rehên bingehîn e ku kêliya niha û pêşeroj li ser tê avakirin. Modernîte jî ji bo wî ne pozisyoneke teqlîdkirî ye; ezmûneke jiyandî ye. Sûrgûniya Ewropayê, sarbûna kolanên bajaran, xerîbî û şikestina pêwendiya mirovî ya bi cîhana derve re di helbesta wî de wekî rastiyên ku yekser ji dilê jiyanê derketine xuya dikin.
Hesta sûrgûniyê ya di helbesta Huseynî de jî ji ber vê yekê taybet e. Di gelek nivîsên sûrgûnê de hesreta welat an xewnên vegera rabirdûyê bi awayekî romantîk derdikevin pêş. Lê di helbesta wî de sûrgûn bêtir veqetîneke ontolojîk e. Mirovê ku ji zimanê xwe dûr dikeve, ne tenê welatê xwe winda dike; têkiliya ku bi cîhanê re ava kiriye jî şikestî û kulek dibe. Hesret, dûrmayîn û aloziya navxweyî ya ku di helbesta Huseynî de gelek caran tê hîskirin, ji vê ezmûna kûr tê.
Di vê çarçewê de meseleya ziman hîn girîngtir dibe. Çunkî Kurmancî demeke dirêj wekî tiştekî di bin parastinê de hate dîtin. Huseynî nîşan da ku ziman ne tenê tiştekî ku tê parastin e; di heman demê de qadeke afirandinê ye jî. Tiştê ku zimanekî zindî dihêle û pêş ve dibe, tenê bikaranîna rojane ya wî zimanî nîn e; şiyana afirandina şêwazên nû yên ramanê û avakirina qadên nû yên estetîkî têra xwe pêwîst û girîng in. Helbesta Huseynî tam ev yeka bi rast gerand.
Wî Kurmancî ji sînorên têkiliya rojane û kirasê folklorîk derxist û kir yek ji barhilgirên herî bihêz ên helbesta modern.
Ji ber vê yekê hilbijartina peyvan di helbesta wî de gelekî girîng e. Di helbesta Huseynî de tu peyv bi tesadufî cîh nagirin. Her peyv ne tenê wateyê hildigire; di heman demê de deng, rîtm û bîranînê jî di hundirê xwe de zeft dike.
Kûrahiya helbesta wî ne ji hêmayên zêde an jî metaforên tarî tê; bêtir ji rîtma navxweyî ya ziman çêdibe. Gava rêzik pêşde diçe, xwendevan hîs dike ku wate ne tenê di peyvan de, di valahiyên navbera wan de jî tê avakirin.
Ev taybetmendî helbesta wî giran û nefehmbar nake; berovajî wê, wê tije û tîr dike. Çunkî zimanê Huseynî yekalî nîn e; qat bi qat vedibe. Tiştê ku di xwendina yekem de tê hîskirin û avahiya ramanî ya ku hêdî hêdî li paş metnê xuya dibe, ji hev cuda ne. Ji ber vê yekê helbesta wî nikare bi lezgînî were xwendin û were derbas kirin. Rêzik ji xwendevan baldarî, hesta rîtmê û nêzîkatiyeke kûr a ramanî dixwaze.
Ji bo helbesta kurdî ya modern ev helwest gelekî diyarder e. Çunkî di dirêjahiya salan de naverok ketibû pêşiya şêweyê. “çi tê gotin” ji “çawa tê gotin” girîngtir hate dîtin. Huseynî berevajî vê yekê nîşan da ku heqîqeta helbestê di şêwaza gotinê de jî tê afirandin. Cudahiya estetîkî ya di navbera du helbestên ku heman êşa dîrokî vedibêjin de tam li vir xuya dibe: di awayê avakirina ziman de.
Ji ber vê yekê helbesta Ehmed Huseynî ne tenê ji aliyê mijarê ve, ji aliyê şêweyî ve jî xwedî girîngiyeke taybet e. Wî derfetên dengî û rîtmî yên ku Kurmancî dikare di helbesta modern de hilgire berfireh kir. Bi taybetî avahiya ku wî di helbesta azad de ava kir, barê retorîkî ya ku helbesta kurdî demeke dirêj hildigirtî bû sivik kir. Wî helbest ji sînorên slogan û ajîtasyona rasterast dûr xist û bir qadeke navxweyî, kûr û tîr.
Lê xala girîng ev e ku helbesta Huseynî tu carî ji rastiya civakî qut nabe. Wî helbesteke ku bi tevahî ji cîhanê qut bibe ava nekir. Berovajî wê, rastiya dîrokî yek ji rehên bingehîn ên helbesta wî ye. Lê ev rastî ne wekî sloganekê, di şopên ku di ruhê mirovan de dihêle de xuya dibe. Şikestin, sûrgûn û zext piranî ne rasterast tên gotin; di qutbûna rîtmê de, di hişkavbûna ziman de an jî di zêdebûna bêdengiyê de tên hîskirin.
Bi vê aliyê xwe ve helbesta Huseynî bi gelek rehên girîng ên helbesta cîhanê ya modern re jî têkiliyê ava dike. Dema ku mirov ji aliyê sûrgûnê, windabûna ax û welat, nasnameya parçebûyî û meseleya ziman ve lê dinêre, helbesta wî ne tenê di nav wêjeya kurdî de, di nav çarçoveyeke berfireh a helbesta modern a cîhanê de jî cih digire. Lê tiştê ku wî bi rastî derdixe pêş, şiyana wî ya afirandina van meseleyên gerdûnî ji hundirê Kurmancî bixwe ye. Wî helbesta modern wernegirt û tenê negerand; lê bi derfetên navxweyî yên zimanê xwe ji nû ve afirand.
Ji ber vê yekê helbesta Ehmed Huseynî hesta teqlîdê nade. Di rêzikên wî de hêmanên herêmî ne wekî xemilandinên li ser qalibekî derveyî tên zêdekirin. Avahiya helbestê bi tevahî xwemalî ye. Kurmancî di helbesta wî de ne tenê amûreke ragihandinê ye; dibe raman bixwe. Ev taybetmendî bi taybetî di rîtmê de tê hîskirin. Dema ku helbestên wî bi dengê bilind tên xwendin jî muzîka xwe ya hundirîn diparêzin û wenda nakin. Ev muzîk, bêguman ne ji lîrîzmeke çêkirî, ji herikîna xwezayî ya ziman çêdibe.
Yek ji hêmanên din ên ku bejna helbesta wî bilind dike, tîrbûna pîvandî ye. Gelek helbestvan dema ku meseleyên mezin vedibêjin, bi zimanekî zêde bilind û bêhevseng diaxivin; helbest jî hêdî hêdî tîrbûna xwe winda dike.
Lê Huseynî hêza helbestê ne ji bilindbûna dengê xwe, ji kontrola hestê digire. Meseleyên herî hişk jî gelek caran bi tonekî hêmin û aram tîne ziman. Lê ev aramî ne ji hestê û hîskirinê dûr e. Berovajî wê, di binê rêzikan de her tim aloziyek, axînek û tengezeriyeke kûr tê hîskirin.
Belkî tiştê ku wî bi rastî mezin dike tam ev e: şiyana wî ya kontrolkirina hestê. Çunkî helbesta mezin ne tenê bi xwedîbûna hestên bihêz tê afirandin; divê ew hest bikare veguhere şêwazekî estetîkî jî. Di helbesta Huseynî de êş heye, lê qerebelix nîn e. Hêrs heye, lê slogan nîn e. Tenêtî heye, lê melodram nîn e. Ev hevsengiya hest û şêweyê, yek ji taybetmendiyên bingehîn e ku helbesta wî mayînde dike.
Dema ku pêvajoya nûjeniya helbesta kurdî tê fikirîn, cihê Ehmed Huseynî hîn zelaltir dibe. Ew yek ji wan nûnerên herî bihêz bû ku helbestê ji dubarekirina folklorîk û qels derxist. Wî nîşan da ku Kurmancî ne tenê qada parastina çandî ye; di heman demê de qadeke hilberîna estetîkî ya bilind e. Ev helwest ne tenê mudaxaleyeke wêjeyî bû, di heman demê de mudaxaleyeke ramanî û felsefî bû. Çunkî paşeroja ziman hinekî jî bi qelîteya wêjeya ku di wî zimanî de tê afirandin diyar dibe.
Îro dema ku mirov li paş xwe dinêre, helbesta Huseynî ne tenê wekî mîraseke dema xwe xuya dike. Qada estetîkî ya ku wî vekiriye, bûye dergehekî nû ji bo nifşên paşîn ên helbesta Kurmancî ya modern. Bi taybetî ji aliyê tîrbûna ziman, kûrahiya ramanî û kontrola şêweyî ve, bandora wî li ser gelek helbestvanên ciwan bi eşkereyî tê dîtin. Lê tevî vê yekê, helbesta wî avahiyeke ku bi hêsanî were teqlîdkirin nîn e. Çunkî hêza wê ne tenê ji teknîkê, ji hişmendiyeke kûr a ziman tê.
Lewma, dema ku em li ser wî diaxivin, tenê gotina ku “helbestên baş nivîsand” têrê nake. Meseleya bingehîn, ew têkiliya kûr û pîroz a ku wî bi Kurmancî re ava kiriye. Wî ziman ji sînorê nîşaneya nasnameyê derxist û gihand asta ramanê. Di helbesta wî de Kurmancî veguherî zimanekî ku dikare ramanê zeft bike, estetîkê biafirîne û ezmûnên tevlihev ên mirova bi nûjenî bixe hundirê xwe.
Li pey Ehmed Husêynî tenê pexşan û helbest neman. Di heman demê de ezmûneke têrûtijî ya estetîkî ma ku nîşan dide ka helbesta kurdî ya modern çawa dikare were avakirin. Ev ezmûn diyar dike ku ne tenê hestiyariya polîtîk, lê hişmendiya zimanî, baldariya şêweyî û kûrahiya ramanî jî çiqas girîng in. Çunkî helbest ne tenê bi gotina tiştên rast mezin dibe; bi şiyana veguhastina zimanê xwe dibe mayînde.
Ehmed Huseynî yek ji wan şairên ciyawaz bû ku ev yek bi dest xist. Helbesta wî nîşan da ku Kurmancî ne tenê amûrê parastina bîrê ye; ew zimanekî bihêz û felsefî ye ku dikare qadên nû yên bedew biafirîne. Ji ber vê yekê, mirina wî ne tenê windakirina şairekî ye. Di heman demê de xatirxwestina yek ji dengên herî kûr, herî resen û herî rastîn yê helbesta kurdî ya modern e. Bêguman helbesta şaîrê mezin Ehmed Huseynî dê ji niha û pê de di bîra zindî ya helbesta Kurmancî a modern de her bijî û berdewam bi nifşên nû û hezkiriyên helbesta kurmancî re biaxive.











