Helbest û helbestvan

Nûçeyên Forum

Sêşem 30 Hezîran 2026 - 10:00

  • Di dîroka netewan de pîşeya edebiyatê ya herî kevn, qedîm, bingehîn, ya herî estetîk, (viwan) û a herî esil helbest e.  Ji dems destpêka gotarên edebî bi hetanî niha, ji bo mirovahiyê hunera herî germ, bi bandor û lîrik hatiye pênasekirin. Gelek caran dema edebiyat tê bilêvkirin, di cî de helbest tê bîra mirov.

 

 

EDNAN DOGAN

Têkiliya di navbera helbestvan û helbestê de çi ye? Ji bo vê yekê, ez dixwazim ji fikr û ramanên hindik helbestvan û zaneyên mijarê bi çend şîroveyan dest pê bikim. Roman, ceribandin, meqale ji hev tê veçirandin, dema hate veçirandin girêka di nava xwe de xwe bixwe vedike. Lê helbest nayê veçirandin tê hîskirin û di serê hinik kesan de her carê girêkekê jî dihêle. Amanca helbestê tu caran ne ew e tiştekî  şîrove bike. Tişta dike, a tê xwestin li ser xwîner halekî ruhî bixuliqînê ye (Paul Valery) -  fransk fîlozof (Gerek helbestvan li ser xwînerê xwe halekî ruhî  bixûliqîne). Zanist helbesta aqil e; helbest jî zanista dil e MAKSÎM GORKÎ (Rusî) - nivîskar. Nivîsandina helbestê aliyekî xwe yê mirovan  ber bi keviya hevrazan ve birin e. CHARLES BUKOWSKÎ (Elmanî) helbestvan helbesta wateya wê bê famkirin e, helbesta rasteqîn e ELIOT (amrîkî û ingilîz) - nivîskar (tê wê wateyê ku helbestvanê wateya helbesta wî/wê zû tê famkirin ne helbestvanekî/e serketî ye).

Rexnegirê Rus V. V. Çaykovskî, helbestê wisa dide naskirin; “Helbest; ramankirineke taybetî ye. Yanî bi riya xeyalan, bîr û baweriya xwe pêşkêşkirin e.” (Helbestvanê ku vêna nikaribe bike ne pêşkêşvanekî zîrek e)i Gelek filozof û hostayên ciwankariyê, zanistê edebiyatê û hunermendan şîroveyên xwe li ser helbestê kirine. Lê ji ber helbest ne şaxekî ilmî ye. Ango ne (qonaxeke lêgerîneke metodik e) beşik ji beşa hunerî ye. Zewk û estetîk (ciwankarî) ya her kesi ne mîna hev e û hev dû nagire. Ji loma jî mirov helbestê weke şaxek ji şaxê ilm nagirê dest.

Helbestvan jî ne kesek e ku li ilm digere. Zanist; bûyer û rûdanê di gerdûnê de çima û çawa diqewimin bi awayekî lêkolînî û çavdêriyê bi awayekî disiplînî lêkolîn e.    

Li ser estetîk û zanistê, şîroveyek: Weke mîmarekî tu legerinê dike û di encama lêgerînê de ji bo bingeha bînayetê saxlem be, tu digihê encamekê. Belkî du sê şewazên baş têne dîtin û tenê ew têne qebûlkirin, lê di estetîka dîwar, ango dîtbariya ji derve ve û ya hundur e jî,  ji ber estetîk e, me got her kes xwedî nêrîneke cuda ye. Ez dixwazim ji derve ve xaniyê min sipî be, yek din dixwaze sor be, ya din jî dixwazê herduk reng bin yan jî rengek din be. Ji bo binayetê, tu mecbûrî li gora ilmê hendizyariyê, li gora pîvanan here, lê ciwankarî, ango estetîk ne wisa ye. Mirov dikare bi xeyalan ciwankariyê bi efirêne.

Helbest; Berhemeke ji pêjn, raman, xeyal, bêrî hwd. parzinandin, ji efsûn û jiyana ozanan, carna bi wateyên cuda û maneyên guhertî di nava zimên de avakirina zimanekî cuda, bi nîgaş û xeyal û sembolan ji hemî bedewiyên pîşeyên ziman, ji aheng û lihevkirina van hemî zanistan, sûdwergirtin û bi vê re li ser xwînêr hişyarkirina bandora bedewiyeke hestyariyê ye. Li Yewnanîstan, Çîn û Mezopotamyayê gelek beriya serdema me helbest hatine nivîsandin. Wê demê, helbest di serî de kevneşopek devkî bû - helbest ji bo ku bi dengekî bilind werin xwendin hatine nivîsandin. Dûv re tempo, rîtm û hin dengên zimanî yên dubarekirî - wek qafiye - bîranîna nivîsê hêsantir dike.

Hêjayî gotinê ye, tê gotin ku ”helbestvana herî pêşî ENHEDUANA ye EN (rahibe), keşa.) -HEDU (NAVÊ SALÊ ye) -ANA (ASÎMAN e) di dema Sumeran de, li Mezopotamya BZ. Bi 2285-2250 jiyaye. Ew keça qiralê Akada, Sargon e. Ji xwedawend Înanna re helbest nivîsandine. Hinek jî li ser jiyana xwe nivîsandine”. Vêca li gorî min, helbest bibîrxistina bûyerên jiyanê ye. Helbestvan jî, mirovê ku van bîranînan bi bîr tîne ye.

Her çendîn ravekirin û izahata helbestê zor û zahmet e û ji Aristo bi heta niha gelek kesan helbest pênase kirine jî, lê pênasekirineke hevbeş nehatiye dîtin. Yanî helbest pêkhateyeke taybet e, ji loma jî di pênasekirinê de ango ji pênasekirina  ansiklopedîk zêdetir şîroveyên zana, fîlozof û hunermendan esas têne girtin.

”Bingeha helbestê ew e ku helbestvan şewqa fikra civak û dinyayê ye. Helbest hunereke bi awayekî ciwan peydakirina peyvan û bi van peyvan avakirina şikla ye. Di helbestê de giringiyeke esasî jî ev e ku peyv bi awayekî baş û balkêş werin bikaranîn. Ji bo vê jî zanebûna naskirina peyvan û peywendiya di navbera peyvan de gelekî girîng e.” Belkî ji vê yekê be; Helbestvan Stéphane Mallarmé Fransî, dibêje ”helbest dinê peyva ye”

Di nav hunera peyvan de bê nîqaş helbest xwedî cihekî girîng e, di dîrokê de hêz û qeweta xwe aşkere ye û daye xuyakirin. Ji ber ku bi gelenperî destnîşankirina hîs û ramana ye û yan jî bi xwendin û guhdarkirinê hişyarkirina bedewiya raman û hîsan e, dema bi vê yekê xwe li his û ramanan dipêçe, şîrove û pênasekirina helbestê ji aliyekî ve zehmet e. Têgeha helbestê li gora dem, heyam, civak, bingeha felsefîk, jiyan û li gora mirovan xwedî cudahiyê ye. Bi xwendina helbestê mirov ne tenê xwendina wê fahm dike, lê di heman demê de ji aliyên cuda yên jiyanê bi gelemperî mirov digihe têgihiştinek mezin û ev yek sedemek e ku helbest hunereke bi nirx û heja ye. Ew pir caran ramanên li ser jiyanê paqij dike. Helbest mîna cil û berg e, gerek ne teng û ne jî fireh be. Gerek li bedenê were!

Helbestvan: Helbestvan jî mîna helbestê bi gelek awayan hatiye nîqaşkirin. Helbestvan kî ye ji aliyê gelek kesan bi awayê cuda hatiye pênasekirin. Ew jî mîna helbestê xwedî diyarde û qadeke berfireh e. Helbestvan berî her tiştî mirovekî nivîsê ye. Ew kesa/ê helbestê dinîvisîne û dixwîne ye. Ji serdema pêşîn ve bi heta niha ji nav civatan kesên zana û berdevk e, li nav civakê kesên pîroz, ew gotarvan û kaniya hestyariya civakan hatiye pênasekirin. Helbestvan bûyerên di dinyayê de têne jiyîn ji herkesî cuda têdigihe yan jî gerek wisa be. Dema çavdêriya xwe ji civakê re rave dike, ne weke hunermendên din rehet e.

Zimanê helbestvan ji tehmê zimanê nivîsandinan cuda ye û zehmetir e. Helbestvan li pey helbestê bêyî ku bibetile û bitirse, gerek bê westan bazde. Bi wan nivîs û gotinên xwe bi aheng û wateyeke xweş keskî/e xîtabî aqil û guhan dike ye. Dema vê dike pêwist e, ji hindikayî ve li ser vê beşê xwedî zanyariyê be. Yanî ne ew e ku  bibe berdevkê evînê, yan jî tişta wê kêlîkê hatî bîrê binivisîne. Gerek efirîner be. Ango, dema mirov dahênanekê peyda dike, jixwe pêwist nake ev dahênan ji aliyê her kesî ve bê zanîn. Erk û wezîfa huner û hostatiyê ew e ku ji bo avakirinê, ango xelasî û çareseriyê dergahên nû veke. Ma ne jixwe dergahên vekirî yên heyî hene, dema ev kir bivê nevê, ne tenê ji xwe re, lê ji civak û mirovahiyê re ji dibe efirîner. Ya helbestvan dike ev e.

Çend gotin li ser helbestvan: Di nav hunera ciwankariyê de a herî li jor û a herî zor hunera helbestê ye, Friedrich Hegel.

Qeyd û bendên helbestê: Helbest; Ne ji bo maseyê bîne ziman masayê bilêv dike. Ne balindekî bi gotina balinde û ne jî dema evînê bînê ziman gotina evînê bikar tîne. Jean Cocteau (Nivîskarê Fransî)

Yek helbestvanek ku helbestê bi rêve bibe nîne, Pablo Neruda (Şîle- helbestvan, diplomat,politikvan û nivîskar.)

Helbest bi peyvan tê nivîsandin. Her kes xwedî his û raman e, heke têrî bikira wê her kes bibaya helbestvan. Her çendîn me got helbest ne beşeke zanistê ye jî, gerek helbestvan li ser civakê û nexasim zimanê civakê jî xwedî zanînê be. Heke pêwist kir serubinîhevkirinê jî gerek bikaribe bike.

Tê gotin ku helbesta serketî  têgeha mirov têr nake, serubinî hev dike. Montaigne (Inglîz - Rojnamevan, nivîskar ê roman û mekaleyan)

Dîsa di dawî de dixwazim çend rêzikan ji bo tevlîhevkirinê bêjim. Helbestvan ne gelekî mitawaz e ! Pesindayina helbestvan a xwe bi xwe. Gelek caran aşiq û helbestvan di rêzikeke helbesta xwe de pesnê xwe bi xwe dide, her carna xwe weke reben, feqîr û hwd. pênase dikin. Lê pesindanek jî heye.

Mesele: Meleyê cizîrî dibêje; GER LU'LUÊ MENSÛR Î JI NEZMÊ TU DIXWAZÎ/  heke tu durra pexşanê ji helbestê dixwaze). WER ŞÎ'RÊ MELE BÎN TE BI ŞÎRAZÎ ÇI HACET/ (Şîrazî helbestvanê FARS)

Martîn. Hartman ê Elman, yê dîwana Melayê cizîrî wergerandiye Elmanî, dibêje; Helbestvanekî serkeftî xwedî gelek teybetmendiyên çak e. Çend ji van ê esasî evin; hêz, hessasiyet,  bixwe bawerî û balkêşî. Gothe yê Elmanî: heyranê Melê (melayê Cizîrî) ye.

Bi gotineke xwe bidawî bikim. Helbest baweşoneke bi periyên pepûleyan vemirandina agirê nava dilê dilber û yara, kewandina birînê ye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.