Pêdivî bi peymana civakî heye

Nûçeyên Forum —

Sêşem 29 Îlon 2026 - 07:00

  • Bingeha felsefî û hiqûqî ya komara demokratîk peymana civakî ye. Peymana Civakî ku ji bo makezagoneke (destûreke) nû tê pêşniyarkirin, bingeha herî girîng a felsefî û hiqûqî ya Komara Demokratîk e. Ev pênase di heman demê de veguherîneke bingehîn e. Ji destûra desthilatdariya navendîgir ber bi makezagona razîbûna azad ve pêngaveke dîrokî ye.

MEHMET ŞAHÎN

Di dîroka hiqûq û siyaseta Tirkiyeyê de, makezagonên heta îro (nemaze yên salên 1924, 1961 û 1982’an) tu carî nebûn peymanên civakî yên rasteqîn. Ew bêtir "peymanên siyasî û leşkerî" bûn. Sifeta wan a hevpar ew bû ku ji jor ve ji aliyê elîtên desthilatdar an jî li dû derbeyên leşkerî li ser civakê dihatin ferzkirin. Van makezagonan civak li gorî daxwaz û berjewendiyên dewletê dîzayn dikirin. Anku li şûna ku dewletê bixin bin xizmeta civakê, civak dikirin qurbana dîwarên hişk ên "pîroziya dewletê".

Peymana Civakî ya ku felsefeya Komara Demokratîk pêşniyar dike, vê hevkêşeyê serûbin dike. Li gorî hişmendiya felsefî ya Jean Jacques Rousseau û nûjenkirina wê ya di paradigmaya me ya nûjen de, makezagon ne amraza parastina dewletê ye, divê amraza parastin û misogerkirina mafên cewherî yên civakê be. Makezagoneke nû ya ku xwe dispêre peymana civakî, ne qanûneke zora dewletê ye, ew lihevkirineke dilxwazî û civakî ye ku tê de hemû pêkhate, çîn, bawerî û nasnameyên li ser vê axê dijîn, mafên hevdu yên wekhev nas dikin û li ser bingeha jiyaneke hevpar û azad li hev dikin.

Makezagoneke ku xwe dispêre Peymana Civakî, divê li ser sê pîvanên felsefî û hiqûqî yên nû ava bibe:

1-Guherîna ji tirsê ber bi razîbûnê ve

Makezagona heyî ya ku mîna "Makezagona Tirsê" dixebite, berdewama tirsa dabeşbûnê û tirsa windakirina desthilatdariyê di hundirê xwe de dihewîne. Lê Peymana Civakî xwe dispêre "razîbûna azad". Divê hemû welatî, gel û komên civakî hîs bikin ku ev makezagon mafê wan ê hebûnê diparêze, ne ku wan paşguh dike an tune dihesibîne. Dema ku tirs bi dawî bibe û razîbûn pêş bikeve, pirsgirêka fikar û ewlehiyê ya dewletê jî bixweber ji holê radibe.

2-Serweriya hiqûqê û edaleta gerdûnî

Her zagon (qanûn) bixwe re hiqûq û edaletê nayne. Rejîmên otorîter jî dewletê bi zagonan birêve dibin, lê ev zagon ne adil in. Peymana Civakî ferz dike ku hemû qanûnên nû divê li gorî pîvanên gerdûnî yên edaletê, rûmeta mirov û mafên azadiyê bin. Hiqûq dibe sîwana herî bilind ku dadwerî fermanê jê digire, ne ji îradeya yek kesî, yek etnîsîteyê an jî yek partiyê.

3-Civîna mezin a nasnameyan

Makezagona nû êdî nikare li ser pênaseya yek-nasnameyî (wekî cewherê pergalên yekperest) bimeşe. Peymana Civakî wekî "civîneke mezin a nasnameyan" e. Divê hebûna hiqûqî û yasayî ya kurdan, kêmneteweyan, baweriyên cihêreng (wekî Elewî, Êzdî û hwd.) û mafên azadiya jinê di nava destûrê de wekî xalên bingehîn, bingehînî û neguhêrbar cih bigirin.

Di paradîgmayê de cihê herêmî û gerdûnî

Felsefeya Peymana Civakî ya ku ji bo Komara Demokratîk tê xwestin, xwe bi sînorên netewe-dewleta hişk û navendîgir girê nade, ew xwediyê nêrîneke berfireh, xweser û gerdûnî ye. Ji ber vê yekê, Peymana Civakî dabeşkirin û nenavendîkirina desthilatdariyê dixwaze.

Peymana Civakî tenê di odeyên girtî yên Enqereyê de nayê nivîsandin. Ew pergaleke wisa ava dike ku tê de rêveberiyên herêmî û meclîsên gel (komûn û meclîs) bixwe dibin parçeyekî rastîn ji pêvajoya biryargirtinê. Ev rewş dibe stûna bingehîn a demokrasiya radîkal û xweseriya herêmî.

Peymana Civakî senteza xwişk û biratiya rastîn e. Ew serdestiya yek etnîsîteyê bi temamî red dike. Nasnameya etnîkî nake amraza serdestî û zordariyê, berovajî wê, rûmeta "Ez welatiyê azad û hevseng ê vê Komarê me" dide her kesî. Ev peyman felsefeya xwişk û biratiyê ji durişm û dirûşman derdixe û di nav xalên hiqûqî û makezagonî de dixebitîne. Senteza Xwişk û Biratiyê û Welatiya Azad derdixe pêş.

Bi kurtasî, kengî ev Peymana Civakî di makezagona nû de bibe bingeha pergalê dê desthilatdariya serdest a navendî parêz û zordar hilweşe. Li şûna wê, pergaleke ku rûmet û mafê her kesî diparêze ava bibe. Ev pêngav, dibe dergeh û destpêka avakirina Komara Demokratîk a Rasteqîn.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.