Çareserî radîkalîzma demokratîk e

Nûçeyên Forum —

Şemî 10 Cotmeh 2026 - 07:30

  • Pergala yek-kesî, îro li Tirkiyeyê li ser qeyrana aborî, hiqûqî û civakî dijî. Çavkaniya wê ya herî mezin a temen-dirêjiyê, parçe-parçebûna mixalifên wê ye.

MEHMET ŞAHÎN

Kodên stratejîk û felsefî yên rizgariya civakî di avakirina Tifaqa Demokratîk a herî berfireh de ye. Yekbûna daxwaza azadiyê ya Kurdan û daxwaza demokrasiyê ya hêzên pêşverû yên Tirkiyeyê, ne tenê hevkariyeke polîtîk a demkî ye, ew hevkêşeyeke dîrokî, civakî û şoreşgerî ye.

Ji bo fêmkirina giringiya vê tifaqê, divê em li dîroka nêz binêrin. Desthilatdariya navendî ya li Tirkiyeyê (çi kemalîst, çi îslamîst-neteweperest be) her tim serkeftina xwe deyndarê parçekirina van her du dînamîkan e.

Desthilatdariya dewletê bi dehsalan tirs û fobiya "parçekirina welat" di nav çepgir, sosyalîst û pêşverûyên Tirkiyeyê de çand. Bi vî rengî, hişt ku beşek ji mixalefeta pêşverû ji daxwazên neteweyî û demokratîk ên Kurdan dûr bisekine.

Dema ku tevgera Kurd bi tenê hat hiştin, dewletê ew bi hêsanî wekî "pirsgirêka ewlehiyê" pênase kir û hemû rêbazên tepisandinê xistin meriyetê. Dema ku çepgir û karkerên Tirkiyeyê bi tenê man, ew jî di bin navê "parastina yekitiya neteweyî" de hatin perçiqandin.

Ji ber vê yekê, dema ku ev her du çem (Azadiya Kurd û Demokrasiya Tirkiyeyê) negihîjin yek deryayê, otokrasî her tim dikare bendavan li ber wan ava bike. Heke ev her du daxwaz bibin yek dê yekperestî û otokrasî nikaribe li ber xwe bide.

Tevgera Azadiyê ya Kurd dînamîka herî birêxistinkirî ye, xwediyê girseyeke fîzîkî ya mezin, motîvasyoneke bilind a polîtîk û ezmûneke kûr a berxwedanê ye. Ew qada herî dînamîk a civaka sîvîl û siyaseta kolanan e.

Hêzên pêşverû wekî wijdan û hişê metropolan, ên çepgir, ekolojîst, tevgerên jin û ciwanan, sendîkayên karkeran û rewşenbîrên Tirkiyeyê jî xwediyê bandoreke mezin in li ser çand, aborî û navendên biryardanê yên wekî Stenbol, Enqere û Îzmîrê ne.

Dema ku ev her du alî destê xwe bidin hev, desthilatdarî qada xwe ya manevrayê winda dike. Êdî nikare herêmparêziyê bike, nikare Kurdan di nav sînorên herêmî de asê bike û nikare mixalifên li rojavayê Tirkiyê jî bi neteweperestiya kor bixapîne. Ev yekbûn, bingeha meşrûiyeta otokrasiyê ji binî ve hildiweşîne.

Bêguman hinek astengî li ber vê tifaqa berfireh hene. Her çend di teoriyê de ev tifaq pir bihêz be jî, di pratîkê de bi hinek astengiyên navxweyî re rû bi rû ye. Lê rêyên derbaskirina wan astengiyan jî hene.

Beşek ji mixalefeta tirk, ji ber bandora salan a bîrdoziya fermî, hîn jî dema li daxwazên Kurdan (ên wekî xwerêveberî, perwerdehiya bi zimanê dayikê) guhdar dike, dudilî dibe. Li aliyê din, di nav siyaseta Kurd de jî carinan meylên tenê li ser herêmê asêbûnê an jî bêbaweriya li hemberî hewldanên rojavayê Tirkiyeyê derdikevin pêş.

Ji bo derbaskirina van astengiyan pêdivî bi avakirina zimanekî nû yê siyasetê heye. Divê daxwaza azadiyê ya Kurd wekî şerta bingehîn a azadiya karkerekî li Stenbolê an jî jinekê li Îzmîrê were fêmkirin. "Heta ku gelê Kurd ne azad be, gelê Tirk jî nikare bibe demokrat." Ev prensîb divê bibe bingeha hişmendiya hevpar.

Tifaq divê ne tenê li ser maseya hilbijartinan an ji bo hejmara kursiyên parlamenê be. Li şûna siyaseta parlamentoyê divê radîkalîzma demokratik pêk were. Divê ev tifaq li kolanan, di parastina xwezayê de (wekî hevgirtina Akbelen û heremên Kurdistanê), di mafên jinan de û di grevên karkeran de bibe yek laş.

Dema ku Tifaqa Demokratîk a herî berfireh pêk hat, ew ê ne tenê bibe eniyeke xurt a li dijî desthilatdariyê, ew ê di heman demê de bibe modela avaker a paşerojê. Ew ê nîşan bide ku sedsala duyemîn a komarê, dikare bibe sedsala ku tê de piralîbûn ne wekî metirsî, wekî dewlemendî û hîmê sereke yê aştiyê tê qebûlkirin.

Bi kurtasî; yekbûna van her du daxwazan, xeta herî radîkal a derketina ji tarîtiyê ye. Heta ku ev tifaqa dilsoz û kûr neyê avakirin, her gavê ku ber bi "çareseriyê" ve were avêtin, rîska wê heye ku di nav qirikên otokrasiyê de bifetise. Çareserî ne di destê dewletê de, di nav vê tifaqa civakî de ye.

 

 

 

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.