
- Parastina Başûrê Kurdistanê wekî yekem qada statûya destûrî û fermî ya di dîroka nûjen a gelê Kurd de, xwedî giraniyekî stratejîk e. Ev statû ne bi diyarî, bi berdêlên giran, bi keda bi hezaran şehîdan û bi têkoşîneke piralî hatiye bidestxistin. Lê, di cîhana îroyîn a tijî qeyran û guherînên jeopolîtîk de, bidestxistina statûyê tiştek e, parastin û misogerkirina wê ya demdirêj tiştekî din e.
MEHMET ŞAHÎN
Statûya Başûrê Kurdistanê di serî de bi hêza hundirîn a li ser erdê tê parastin. Hêza herî mezin a herêmeke xweser an federal, ne tenê çek an sînorên fîzîkî ne, baweriya gel bi rêveberiya xwe ye. Lewre, rêveberiyeke demokratîk û şefaf ji bo parastina statûyê xeta sor e.
Ji bo statûyek li hemberî xetereyên derve bibe xwedî mertaleke saxlem, divê li hundir pergala siyasetê li ser bingeha "Hevbeşî û Tevlêbûna Hemû Hêzan" be. Dema ku hemû partî, pêkhate, jin, ciwan û civaka sivîl xwe di rêveberiyê de bibînin, hestê "ev welat ê min e" bilind dibe. Di demên qeyranê de, gelê ku xwedî maf û azadiyên xwe ye, bi can û dil parastina axa xwe dike. Ji bo wê hebûna hikûmeteke hevgirtî gelek girîng e.
Aborî stûna sereke ya statûyê ye. Ji bo paraztin û xurtkirina statûyê şefafiyeta aborî û pergala dadweriyê jî xaleke girîng e. Şefafiyeta di birêvebirina çavkaniyên xwezayî (bi taybetî petrol û gaz), bihêzkirina sektora çandinî û bazirganiyê û avakirina saziyên dadperwer ên bêalî, pêşî li koçberkirina nifşên nû digire û herêmê dike xwedî aboriyeke serbixwe.
Statûya Başûrê Kurdistanê nikare li ser bingeha "tecrîda herêmî" bijî, ew bi têkiliyên bihevseng ên bi dewletên cîran û hêzên navneteweyî re tê parastin. Divê siyaseteke derve a yekgirtî û dîplomasiya xurt li paytextên cîhanê were meşandin.
Li paytextên biryargir ên cîhanê (wek Washington, Bruksel, London, Berlin, Paris), nûnertiya herêmê divê ne wekî ya partiyekî teng, lê wekî nûnertiya fermî ya "Qanûnî û Neteweyî" tevbigere. Dema ku li dijî herêmê gefên derve çêdibin, piştgiriya navneteweyî bi yekgirtina daxwazên siyasî li ser maseya dîplomasiyê tê qezenckirin. Ev qezenc jî bi dîplomasî û bi dengekî hevpar pêkan e.
Kurd hevparê pêbawer ê cîhana azad in. Ji bo hêzên rojavayî, Başûrê Kurdistanê di şerê li dijî terorê û parastina aramiyê de li Rojhilatê Navîn her tim bûye hevparê herî pêbawer. Parastina vê rola stratejîk, bi nîşandana nirxên demokratîk, mafên mirovan û azadiya ol û baweriyan li herêmê gengaz e.
Rojhilata Navîn herêmek e ku hevsengî di saniyekê de diguherin. Ji ber vê yekê, mekanîzmayên parastinê divê pêşbînîkirî bin. Di demên qeyranan de ji bo parastina sînor û mafên aborî û siyasî divê nexşerêyek yekgirtî û hevpar hebe.
Di demên ku zextên jeopolîtîk, ambargo an gefên leşkerî ji hêzên derve ve tên ser herêmê, nakokiyên navxweyî yên hizbî dibin xetereya herî mezin. Parastina sînoran û destkeftiyên aborî yên wek mafên destûrî yên li gel Bexdayê tenê bi helwesta hevbeş a aliyên kurdî dikare bi ser bikeve. Gava ku siyasetmedar li ser berjewendiyên neteweyî bibin yek, dijmin nikarin ji cudahiyan sûd werbigirin. Di demên tengav de yekane hêza ku destkeftiyên kurd biparêze vîn a hevbeş a neteweyî ye.
Wekî encam; Başûrê Kurdistanê ne tenê qada jiyanê ya beşekî ji gelê Kurd e, ew destkeftiya stratejîk û qada parastina rûmeta hemû Kurdan e li çar parçeyên cîhanê. Parastina vê statûyê bi nava maleke demokratîk a navxweyî, bi aboriyeke xurt û şefaf û bi dîplomasiyeke zîrek û neteweyî pêkan e. Heke ev bingeh bên xurtkirin, ev statû dê ne tenê bimîne, dê bibe pira ber bi siberojeke azadtir ve.
Dîrok û şert û mercên îroyîn nîşan dide ku bêyî yekîtiya neteweyî, her destkeftî di bin xetereyê de ye. Yekîtî tê wateya parastina zarokên siberojê, parastina axê û misogerkirina jiyaneke azad. Ji ber vê yekê, divê hemû aliyên siyasî, bi taybetî jî partiyên ku xwedî bandoreke mezin in, berjewendiyên teng ên partîtiyê bidin aliyekî û bi ruhê neteweyî tevbigerin.












