Dengbê bêdengan; Arşîva dengbêjan

Nûçeyên Dosye —

Duşem 9 Mijdar 2026 - 18:00

  • Enstîtuya Çandê ya Alman-Kurd xebateke girîng bire serî. Berhema bi sernavê "Arşîva Stran û Klamên Dengbêjî - Bakurê Kurdistanê" ya ku bi xebatên qadê yên zehmet û bi hewldana hunermend Cewad Merwanî berhev bûye, weke ansîklopedîyeke abîdeyî ye ku ji 5 cildan û nêzîkî 3 hezar û 500 rûpelî pêk tê.

 

GULCAN DERELÎ

Edebiyata devkî ya Kurd û çanda mûzîkê ya dewlemend, bi pêvajoyeke kedê ya dijwar a ku bi salan dewam kiriye re ber bi pêşerojê ve tên veguhestin. Enstîtuya Çandê ya Alman-Kurd (Deutsch-Kurdisches Kulturinstitut), îmzeyê diavêje du xizmetên çandî yên giranbuha ku temamkerê hev in. Me hûrgiliyên projeyê bi damezrîner û rêveberê enstîtûyê, di heman demê de produktorê mûzîkê Hakan Akay re axivî. Akay diyar dike ku xebat li ser du stûnên sereke hatiye avakirin û hûrgiliyên lingê ewil bi van gotinan radigihîne: "Di lingê me yê ewil de, gotinên ku girêdayî berhemên dengbêjiyê ne li hawîrdora stûdyoyê bi amûrên qeyda deng ên profesyonel di formata helbestê de hatin xwendin. Armanca me ew bû ku em formatekê derxînin holê ku hem bi gotina xwe hem jî bi dengê xwe dê xizmetê ji çav û guh re bike."

Gêrînerên dîroka devkî

Lê belê, çima diviyabû berhemên dengbêjan bi formata helbestê bihata xwendin? Hakan Akay vê pirsê bi rastiyeke civakî û hunerî ya gelekî balkêş dibersivîne: "Dengbêj ne tenê hunermendên ku bi taybetmendî û bedewiyên dengê xwe tên naskirin in, di heman demê de vebêjerên dîroka devkî yên ku bihaya wan bi tiştekî nayê pîvan, ên dîroka me ya çand û hunerê ne. Ew berhemên xwe, ji serpêhatiyên ku di serdemên jiyana xwe de şahidî ji wan re kirine, jê bandor bûne an jî ji çîrokên ku ji wan re hatine gotin dest pê dikirin, ji bîra xwe ya hunerî û teknîkên xwe yên deng derbas dikin û digihînin formateke hestyarî ya têr û tije. Di heman demê de ew kodên jiyana civakî yên ku aîdê paşeroja civakê ne jî hildigirin.

Mijarên ku wan behs kirine, bi tevlêkirina şêwazeke gotinê ya herêmî û ji ber awayê îcrakirina dengbêjiyê, bi rengekî hatine îcrakirin ku tenê kesên kurdiya wan gelekî baş e dikarin fêm bikin. Guhdar neçar in ku hem ziman gelekî baş bizanibin û hem jî bi têgihiştina kodên jiyana civakî yên serdemê re, bîra belgeyî a ku çîroka ku tê vegotin di bin wan şertan de çêkiriye zindî bihêlin. Dema ku teknîkên qeyda deng ên nebaş ên ku pir caran ji bêderfetiyên wê serdemê çêdibin jî dikevin nava kar, fêmkirina çîrokan hê dijwartir dibe."

Pirsgirêka têgihiştinê

Akay balê dikişîne ser astengên ku bi taybetî ciwanên îroyîn di nêzîkatiya xwe ya li hemberî vê çandê de dijîn û destnîşan dike ku ji bo nifşê nû berhemê tam têbigihîje ev rêbaz şert e: "Bi taybetî di van salên dawî de, ji bo ku eleqeya nifşê nû ya li hemberî dengbêjiyê di nava qalibên dîrokî, hunerî û civakî de rast bê fêmkirin û nirxê ku mafê wê ye bibîne, em neçar in ku bi awayê herî rast bigihînin nifşê nû. Ji bo ku her Kurdekî eleqeyeke nêzîktir nîşanî zimanê dayikê bide û fêmkirina wî hêsantir bike, em hewl didin bi xwendina berhemên dengbêjiyê bi awayê helbestê û bi bilêvkirineke sade û zelal piştrast bikin ku ev çand bi temamî were fêmkirin."

Dengbêj Şakiro

Akay li ser meseleyê mînak dide û wiha didomîne: "Berhema bi navê 'Kekê Xiyaseddîn' a ku ji aliyê Şakiro ve hatiye îcrakirin, berhemeke wisa ye ku di platformên dîjîtal ên cihê de gelekî balê dikişîne. Dengbêj Şakiro jixwe bi kalîteya deng û şîroveyê ya ku çanda dengbêjiya kurdî bir serê lûtkeyê, pêşengiyek kiriye ku beşdariyeke mezin kiriye ku ev çand bê hezkirin. Lê belê guhdarekî ku kurdiya wî ne pir baş e nikare berhemê rasterast fêm bike, nikare bîra dîrokî û civakî ya ku berhem tê de derbas dibe têbigihîje, û ji ber vê yekê ew tenê bi hezkirina kalîteya deng û şîroveyê ya Şakiro ve sînorkirî dimîne. Lê heke ew derfetê bibîne ku vê berhemê bi awayê helbestê yek bi yek guhdar bike û gotinên berhemên li ser torên dîjîtal bi rengekî paralel bixwîne, ew derbasî qonaxa rast fêmkirin, têgihiştin û şîroveyê dibe. Ev rewş ne tenê zehmetiyek e ku guhdarê asayî dijî, di heman demê de pêdiviyek e ku gelek aktorên ku bi awayekî profesyonel di qadên huner û çandê de kedê didin jî dijîn."

Kadro berfireh e

Navên ku di vî qonaxa ewil de nêzîkî 600 berhemên dengbêjiyê yên ku hatine jiyîn li stûdyoyê bi dengê xwe pêşkêş kirine jî hunermendên di warê xwe de rêzdar in: Memo Seyda, Hekîm Sefkan, Cafer Açar û Osman Memed.

Dema ku ziraviya zimanî ya berheman ji aliyê zimannas Zana Farqînî ve hate redakte kirin, weke edîtorê projeyê Cumhur Olmez jî hazir bû ku hem nivîskar e hem jî di vî warî de xebata doktorayê dimeşîne. Akay destnîşan dike ku Olmez pêvajoyên stûdyoyê yên hunermendan û lihevhatinên metnan yek bi yek û gelek caran guhdar kiriye û kedeke mezin raber kiriye, û diyar dike ku xebat bi vî rengî ji parzûneke akademîk derbas bûye.

Berxwedanek li dijî hişmendiya hişê çêkirî

Hakan Akay ê ku bi xebatên xwe yên li ser produktoriya mûzîkê ya bi sedan albûman tê naskirin, girîngiya serdemî ya bi awayekî estetîk û dîtbarî pêşkêşkirina vê xebatê ji xelkê re wiha rave dike; "Bi taybetî di piraniya berhemên ku di van salên dawî de hatine hilberandin de, em sektoreke mûzîkê dibînin ku ji dewlemendiyeke edebî, ji nirxeke zimanî û civakî dûr e. Ev têgihiştina ku xerckirina bilez li pêş digire û lêçûnên hilberandinê di asta herî kêm de dihêle, ti piştgiriyeke taybet nade zimanê me, nade jiyana me ya civakî û nade bîra çand û hunerê ya gelê me ku mîna me ji qonaxeke dîrokî ya hebûn û tinebûnê derbas dibe. Bi taybetî gava ku em gava dawî ya ku hişmendiya çêkirî  gihîştiyê jî li ber çavan digirin, divê em çavkaniyên bingehîn ên zimanê xwe bi rengekî berhevtir pêşkêşî cîhana hilberandinê ya gelê xwe û aktorên cîhana çand û hunerê bikin. Dengbêjên me bi rastî jî ziman ku yek ji elementên bingehîn ên ku gel dikin gel bi rengekî herî xwezayî zindî hiştine, li dijî talanên mezin û hewldanên asîmîlekirinê wekî havênekî pîroz gihandine nifşên îroyîn. Erkê me jî heye ku em vê yekê bi rengekî zanistî û estetîkî binirxînin û pêşkêşî xizmeta civakê bikin. Bi vê armancê, li ser bingeha gotinên van berheman, dewlemendbûna formên tematîk û zimanî yên şanoyên kurdî û pêkhatina formên hunerî yên nû dikarin bibin mijar û di rojevê de cihê xwe bigirin. Çima ev berhem bi formên mûzîkî yên nû ji nû ve neyên bestekirin? Çima berhemên kurdî di forma operaya gel a destanî de neyên şîrovekirin û dernekevin ser dikê?"

Em arşîvan pêşkêşî gel dikin

Akay balê dikişîne ser wê yekê ku ew bi avakirina çavkaniyeke bi vî rengî tevkariyeke mezin li çandê dikin û got; "Qalîte û domdariya hunereke ku ji çavkaniyên Kurdistanî xwe xwedî nake, ji parzûna estetîkî ya zimanî, edebî û hunerî ya ku sedsalan derbas kiriye ya çîrok, çîvanok û stranên wê yên destanî xwe xwedî nake, dikeve nîqaşê û piştî demekê winda dibe. Em wekî enstîtû heta niha hem bi Arşîvên Radyoya Êrîvanê, hem bi dîjîtalkirina dîwanên Cegerxwîn û hem jî bi ji nû ve pêşkêşkirina arşîvên dengbêjiyê ji gel re, bi rastî jî xebateke çavkaniyê dikin. Em hewl didin ku hem ji gel re hem jî ji aktorên vî warî re çavkaniyan pêşkeş bikin. Di demeke nêzîk de di çarçoveya plansaziya nû ya çand û hunerê ya serdema nû de, em ê dest bi hin projeyên ezmûnî bikin ka em çawa dikarin van çavkaniyan di formatên ciyawaztir de bi nifşên nû re bînin cem hev. Em ê van projeyên xwe jî di demeke nêzîk de ji aktorên vî warî re vekin û hewlbidin ku rasterast tevlê bibin."

600 berhem li ber dest in

Akay radigihîne ku wan rê li ber gihîştina gel a bi berheman vekiriye û wiha didomîne: "Di cîhana me ya mûzîkê de em di nava naverokên hunerî yên nû û di formatên nû de pêdivî  bi aktorên nû heye. Bi vî rengî, em ê hem ji çembereke teng a girtî xilas bibin, hem jî mîrasa xwe ya çandî ya ku xwedî kûrahiyeke mezine bibînin û bikin tiştekî balkêştir û rojane. Bi taybetî di warê dengbêjiyê de çend konseptên me yên girîng hene ku divê bi taybetî werin piştgirîkirin. Planake me ya xweşik heye ku em tê de hem zarok, hem jin û hem jî dengbêjên me yên pêşeng ên ku bi asteke bilind îcrayên xwe pêk anîne li hev bicivînin. Niha nêzîkî 600 berhemên wiha hem bi awayê guhdarîkirinê hem jî bi awayê dîtbarî ji bo xizmeta gel li ser hemû platformên dîjîtal hatine vekirin. Weke ku raya giştî jî dizane, di sala 2025an de me helbestên di nava hemû dîwanên ku aîdê Seydayê Cegerxwîn bûn bi heman rêbazê veguhastibû meqamên dîjîtal. Bi vê xizmeta çand û hunerê ya mezin re, me dît ku gelek hunermend ji van helbestan cara ewil agahdar bûn. Li gel ku çavkaniyeke nû ye ji bo hilberandinên mûzîkî re, di heman demê de ji bo fêrbûna ziman jî hem projeyên Cegerxwîn û hem jî Helbestên Dengbêjiyê xwedî girîngiyeke jiyanî ne. Tevî ku ziman jî nas bikin, di mijara bilêvkirina zimanê ku dizanin de bi rengekî estetîkî, projeyên di vê formatê de tevkariyên gelekî mezin dikin."

Seteke ji 5 cildan

Stûna duyem a ku çavkaniya bingehîn a xebatê pêk tîne jî qeydên dengî û dîtbarî yên resen in ku tê de şêwazên îcrakirina xwemalî û bi coş ên dengbêjan hatine parastin. Berhema mezin ku di vê çarçoveyê de hatiye amadekirin, ji bo weşandinê êdî di qonaxa dawî de ye. Berhema bi sernavê "Arşîvê Stran û Klamên Dengbêjî - Bakurê Kurdistanê" ya ku bi xebatên qadê yên zehmet û bi salan ên lêkolîner û hunermend Cewad Merwanî pêk hatiye, weke ansîklopedîyeke abîdeyî ye ku ji 5 cildan û nêzîkî 3 hezar û 500 rûpelî pêk tê, û hemû mafên lîsansê û weşandinê yên van berheman ji bo Enstîtuya Çandê ya Alman-Kurd hatine veguhestin. Di salên berê de bi taybetî mîrasgirên Şakiro û xwediyên mafan, gelek malbatên dengbêjan jî mafên xwe yên lîsansê dabûn Enstîtûyê. Di vê xebatê de nêzîkî hezar û du sed stran û klamên dengbêjiyê ku ji herêma Bakurê Kurdistanê hatine berhevkirin cih digirin. Restorasyona dengî ya berhemên ku ji çavkaniyên cihê hatine berhevkirin bi pêvajoyeke stûdyoyê ya baldar nêzîkî bidawîbûnê ye.

Analîza mûzîkî û nota

Tiştê ku berhemê bêhempa dike, ne tenê berhevkirina gotinan e, her weha li notasxistinê ya her parçe û pêkanîna analîzên mûzîkî ye. Kontrolên zimanî dîsa hûrbûna Zana Farqînî hildigirin. Bi saya QR kodên ku di pirtûkan de ne kevneşopiyê bi modernîteyê re tînin cem hev û xwendevan dê bikarin dema rûpelan diqulipînin bi rêya platformên dîjîtal berheman yekser guhdar bikin. Piştî koma "Arşîvê Radyoya Êrîvanê" ya ku Cewad Merwanî berê berhev kiribû û şeş sal berê dîsa di bin banê Enstîtuya Çandê ya Alman-Kurd de hatibû amadekirin, ev berhema nû ya giranbuha di dîrokê de wekî xezîneyeke ku bihayê wê nayê pîvan ku ji bo paşerojê di nav dîroka mûzîka kurdî û bîra çandî de hatiye hiştin, derbasî dîrokê dibe.

Ked û mîrasa dîrokî ya Merwanî

Hakan Akay gotinên xwe bi vî rengî bi dawî dike: "Em ji ber vê keda mezin ya ku Cewad Merwanî li cîhana arşîva çand û hunerê zêde kirine minetdar in û em spasîya xwe ya taybet tînin ziman. Tevî ku ew bi xwe di heman demê de hunermendekî hoste ye jî, wî xebatên hunerî yên takekesî danî aliyekî û bi fedakariyeke mezin bi salan e tevkariyên mezin pêşkêşî pêvajoyên avabûna arşîvan kir. Merwanî yê ku van xebatan bi hezkirineke mezin, bi berpirsyarî û dilsoziyê dimeşîne, van berhevokên bêhempa wekî diyariyeke herî mezin û keda ku ji bo 50 salên têkoşîna azadiya civakî ya kurd hatiye pêşkêş kirin dibîne. Ev helwesta rûmetdar a ku xwedî li koka çanda me derdikeve, dê bibe rêberê herî mezin ê nifşên pêşerojê."

Hûn dikarin bi riya lînka jêrîn bigihîjin dengdanan: https://www.youtube.com/channel/UCi90qMCF_qs2-rWxU5uI2LQ

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.