
- “Sermaya dojehî li ber vîna wê bejna xwe ditewand; ew ji mirinê mezintir bû.”
OSMAN KAPAN
Bayekî sar, bayekî ji dojeha zemhelîlî. Fîzêna ba, xwe li guhan dipêça. Devera ku digihiştiyê bi carekê dikire cemed.Li bilindahîya erdnîgarîyê û lutkeya çiyan hem deng zêde dibû, hem cemed.Demsala zivistanê, demên herî dijwar û bi zahmet bûn. Ku zivistan nebûna dê ev çiya bihuşte gerdûnî bûna! Lê çiyayên ku jiyan afirandî, di vê demsalê de mîna mirineke sar bûn.
Ev çiyan gewriya gerdûnê bûn,bi xwestana bi hilma xwe zindî germ dikirin û jiyan didane giyanê,bi xwestana bi hilma xwe ya sar zindî di qerisandin,giyan dikirine kevir!Ev çiyan bûn ku artêşa Îskenderê Makedonî, di qeft û berqeftên xwe de tune kirî û rê nedayî derbasbûna wî. Lewra bê xwestek bû,bêyî dil bû ku di bin lingên biyanîyan de bibe rêçik.Çiya bi dil bûn,bi rahm û mîna himbêza dayîkê bûn. Ku mirov bi evînî nêzî wan bibûya, ew dibûne evîndar û evîndarên xwe diparastin.Di navbera çiyan û hezkiriyên wan de zagoneke xwezayî hebû.
Ji wê bû ku em û çiya bûbûne yek, evî û evîndar.Wan em di parastin, me ji wan hez dikir. Lê carina li me jî dihatin xezebê. Carina hevalên me bi hilma xwe ya sar bê giyan dikirin.Wê demê em ji wan aciz dibûn,lê dema ku zêdetir hevalên me diparastin dîsa evîna me gur dibû.dest me ji hev qut nedibû.
Di rojeke welê sar,bi fîzêna djehî re min Hêlînê nas kir.Rojeke sar,saerma li me mikûr hatibû,hilma ji devê me derdiket dibû cemed !Kevir, dar û her tişt dibû cemed.Ajalên lutkeyan ji serma xwe berjêr berdidan,lewra li wê lutkeya debara wan ji ber sermayê tunebû.Wan xwe bera jêr dida,em bi jor ve hildikişiyan.Lewra em neçar bûn ku hilkişin lutkeyê.Lutke ewlehiya me û hevalên me bû.Neyarên me li sir û seqemê ne di nerîn,tim di êrîşê de bûn,ewlehî û stargeha me ew der bûn.
Em sê xort û sê hevalên jin bûn.Hevala Hêlîn li pêş bû.Li nîvê rê Hêlînê sekinî û got hevalno: “ Hevalno, rê bidin van pezkoviyan. Ji serma xwe berdidin jêr.”
Me xwe da keviya rê,birek pezkovî xwe di ber me re berda jêr.Wan ji serma xwe bera jêr dida,em li gel wê sermayê bi jor ve hildikişiyan ! Em û serma di hafa şer de bûn.Ew bi cemed û hilma xwe yî sar,em bi vîn û baweriya xwe.Em bi wan çiyayên ku ajlan ji ber serma wan debar nedikirin û ji serma bi jêr ve xwe berdidin ve hildikişiyan.bi mijankên çav û simbêlan ve zembelîlk çê dibûn.Carina berf dibû bablîsok, nedihişt em gavekê bi avêjin,wê demê bi tenişktî em hildikişiyan.Demekê ez bê hêz mam,min digot ha bikevim,ha bi kevim.Dil digot: “ Dev ji xwe berde û rûne,ma tu ji xwezayê bi hêztirî?Hiş û baweriya min digot; “na, dev ji xwe bernede, tu ji wan xxurtir î.Bav û kalên te di van deveran de jiyan afirandine…”
Dema em gihiştin serê lutkeyê,sir û seqem hin zêdetir bû.Hevala Hêlîn got: “ hevalno,we dît li gel wan pezkovîyan dizanîn ku ev lutke ji jêr bi ewletirin jî,li ber sermayê debar nekirin û xwe bera jêr dan.Em bi jor ve hilkişiyan. Lewra em dizanin bê ewlehî mirin e.Îca ji bona ku hevalên me di ewlehiyê de bin,divê em vê zor û zahmetiyê bi kişînin û ti carî du dilî ne bin…” Ji bona ku ez du dilî bûbûm, min şerm kir û hezkirina hevala Hêlîn xwe li dilê min rapêça.
Dem çûn,dewran li hev zîvirîn.Hin ji me diçûn,hin dihatin.Carina yên ku diçûn, bi xatir xwestina dawî ve diman.Di dilê me de dibûne êş,dibûne birîn.Lê tim Hêlîna dilê me bûn.
Rojê bi derketina xwe,em germ dikirin.Ew roj ji bona me rojeke taybet bû. Lewra emê biçûna qadên çalek. Em hem bi keyf bûn,hem xemgîn.Em xemgîn bûn ku ji hevalên xwe qut bibin,em keyfxweş bûn ku emê biçûna qadên çale û hevalên nû bibînin.Min di nava xwe de dia dikirin ku ez û hevala Hêlîn biçin heman herêmê.Lê dema ku navê me xwendin,dia û heycan di dil de sar bû,mîna serma lutkeya çiya. Ew diçû Dêrsimê,ez diçûme Botanê.
Dema xatir xwestinê me hevûdin himbêz kir. Hevala Hêlin bi himbêzkirinê re, hêdîka got: “ Heval,ji bîr neke tu ji van çiyan xurtirî.” Çirkênî ji dilê min hat û di cî de xwêhdanê xwe ji enîya min bera jêr da.Min ji xwe re got: “Gelo dema em derketî lutkeyê,hevala Hêlîn dengê dilê min kir !”
Çerxa felekê dizîvire em jî di nav de,ez hîn dijîm lê birîndare dil.Heya niha min ne bihîstiye ku hevala Hêlîn şeîd ketî.Lê haya min jê tune ye dijî an na.Lê hîn jî bi hêvî ku bibînim.Lewra serma û bayê dojehî li ber vîna wê bejna xwe ditewand û ez zanim ew ji mirinê mezintir e.














