
- Aştî nimûneyeke bingehîn a mirovahiyê ye ku rê dide takekes, civak û dewletan ku di di nav lihevhatinekê de bijîn. Lê aştî ne tenê tunebûna şer û tundûtûjiyê ye; heman demê hebûna dadmendî, wekhevî û têgihîştina hevbeş a jıyana civakî ye jî. Ziman, ango hêmanên zimanê devkî, nivîskî û zimanê laş ku her yek wekî amûrek ragihandinê tê bikaranîn, di avakirina vê têgihîştinê de roleke navendî dilîze.
ADAR JIYAN
Çawaniya zimanê ku di tevahiya dîrokê de di pêvajoyên bidawîkirina pevçûnan, avakirina baweriyê, di navbera aliyan de û bidestxistina aştiyeke mayînde de hatiye bikaranîn, rasterast bandorê li ser serketina pêvajoyê kiriye. Ziman tenê ne amrazeke ragihandinê ye, herwiha hilgirê nasnameya çandî, bîra civakî û nirxan e jî. Ji ber vê yekê, zimanê ku di pêvajoyên aştiyê de tê bikaranîn divê aştîxwaz, hemûgir, hevxemî û rêzdar be, ku vîn û viyana civakan ji bo jiyana bi hev re xurt bike.Ji aliyekî din ve, zimanê dûrxistin, polarîzekirin, an jî ji hev cudakirin xwedî derfet û fersenda ji nû ve hilberandina dînamîkên pevçûnê ye. Ziman di pêvajoya aştiyê de wekî hêza veguherîner û bandordar a li ser warên medyayê, siyaset û perwerdeyê pir girîng e.
Pêvajoyên aştiyê pir caran piralî û demdirêj in. Di van pêvajoyan de, ziman sê peywirên bingehîn pêk tîne: derbirîn, têgihîştin û lihevkirin. Têgihîştin, pêwendehiyeke hevxemî ye ku bi riya zimanê aliyê din tê avakirin, ji bo têgihîştina wan hewldanekê pêk tîne. Ev hewldan, nemaze di navbera aliyên dijber de, ji bo têgihîştina hev, bingehên psîkolojîk ên aştiyê datîne. Lihevkirin: Pêşxistina zimanekî hevpar di pêvajoyên danûstandinan de, nîqaşkirina pêşniyarên çareseriyê û destnîşankirina xalên lihevkirinê bi riya ziman mimkun e. Taybetmendiyên zimanê aştiyê ji zimanê pevçûnê cuda ye. Zimanê pevçûnê tawanbarker, tund, dûrxistinker e û pirî caran sînorê gotinên nefrînê ye. Ji aliyê din ve, zimanê aştiyê lihevhatî, têdegir, avaker û sererastker e. Taybetmendiyên jêrîn di zimanê aştiyê de berbiçav in:Hevxemî: Nêzîkatiyeke wisa ye hest û ezmûnên aliyê din fam bike. Rêzdarî: Helwesteke wisa ye ku cûdahiyan kêm nake û ji nasname û nirxan re rêzê digire.Têdegirtin: Helwesteke wisa ye ku dengekî bide hemî aliyan û wan li hev vehewîne. Vegerandin: Zimanekî ku hewl dide birînên rabirdûyê derman bike ne ku wan ji nû ve veke.
Zimanê ku van taybetmendiyan dihewîne, beşdarî avakirina baweriyê di navbera aliyan de dibe û rewatiya pêvajoyê zêde dike. Mînakên Dîrokî: Ji bo têgihîştina rola ziman di pêvajoyên aştiyê de, çend mînakên dîrokî yên şênber hene Afrîkaya Başûr - Pêvajoya Lihevhatinê ya Piştî-Apartheidê: Zimanê ku ji hêla rêberên wekî Nelson Mandela û Desmond Tutu ve dihat bikaranîn aştîxwaz û berfireh bû. Gotinên Mandela, "Em qet li tolhildanê nagerin, lê li lihevhatinê digerin," di tevgera civakê ya ber bi aştiyê de roleke girîng lîstin. Zimanê ku di Komîsyona Rastî û Lihevhatinê de dihat bikaranîn li ser bingeha naskirina rabirdûyê bû, ne li ser înkarkirina wê bû. Peymana Îrlanda Bakur - Belfast (1998): Piştî dehsalan pevçûnên di navbera civakên katolîk û protestanan de, zimanê ku di avakirina aştiyê de tê bikaranîn pir girîng bû. Metna peymanê, hem zimanekî baldar û hevseng bi kar dianî û hem jî hesasiyetên hemî aliyan li ber çavan digirt.
Kolombiya - Pêvajoya Aştiyê bi FARC re: Di seranserê danûstandinên dirêj de, aliyan bi baldarî li ziman dinihêrîn. Bi taybetî ji gotinên tawanbarker ên wekî "dijmin" an "kujer" dûr ketin, da ku alî hevdu wekî "hevpeyvîner" nas bikin. Ev mînak nîşan didin ku aştî ne tenê bi îradeya siyasî, lê di heman demê de bi stratejiya ragihandinê ya rast jî mimkun e. Medyaya civakî û gotûbêjên siyasî li ser pêvajoya aştiyê bandorê dikin. Medya û siyaset jî di belavkirina zimanê aştiyê de du hêmanên girîng û bi bandor in. Ji ber ku qada medyayê jî xwedî hêz e ku nihêrînên giştî yên civakê dişêwîne, gelo zimanê ku ew bi kar tîne sûdê dide aştê an na? Ev jî pirseke pir girîng e. Di demên pevçûnan de, heke medya zimanekî alîgir bi kar bîne, dê baweriya gel a bi pêvajoya aştiyê kêm bibe. Nêzîkatiyeke navendî, razber û mirovî ya ji bo aştiyê çiqas baş were bikaranîn, dê hêviya gel a bi aştiyê jî ewqas xurtir bibe.
Ji bo ku aştî domdar be, divê ziman ne tenê li ser maseya danûstandinê, heman demê di nav pergala perwerdehiyê de jî were guhertin.
Zimanê ku di perwerdehiya aştiyê de tê bikaranîn divê perspektîfekê qebûl bike ku ne cudahiyan wekî gefxuriyê, wekî dewlemendiyekê bibîne. Lewre serdestiya zimanekî aştiyane di pirtûkên dersê, di gotûbêjên mamosteyan û di çanda dibistanê jî rê li ber avakirina civateke aştiyane vedike. Perwerdehî amûra herî bibandor e ji bo hînkirin û navxweyîkirina zimanê ji bo aştiyê. Her ku bîra civakî ji nifşekî ji bo nifşekî din tê veguhastin, zimanê ku tê bikaranîn, berdewamiya pevçûnan an jî aştiyê misoger dike. Pêvajoya aştiyê ne tenê lihevkirinek siyasî ye, heman gavê pêvajoyek e ji nû ve avakirina civakî ye jî. Bingeha vê avakirinê ziman e. Şikl û naveroka zimanê ku tê bikaranîn di avakirina baweriyê û di navbera aliyan de, sererastkirina rabirdûyê û afirandina çandeke aştiyê ya mayînde de roleke diyarker dilîze. Divê zimanê aştiyê li ser prensîbên hevxemî rêzgirtin, têkelbûn û sererastkirinê be.
Pejirandina gotareke aştiyane di warên medya, siyaset û perwerdehiyê de ne tenê pevçûnên heyî diqedîne, heman demê dibe alîkar ku di pêşerojê de pevçûnên bi vî rengî neyên jiyîn.
Di dawiyê de, aştî bi qasî ku meseleyek îradeyê ye, meseleyek îfadeyê ye jî. Pêvajoya aştiyê ne tenê pêvajoyeke ji nû ve avakirina civakê ye, lê di heman demê de pêvajoyeke ji nû ve avakirina civakê ye jî. Şikl û naveroka zimanê ku tê bikaranîn di avakirina baweriyê di navbera aliyan de, sererastkirina rabirdûyê û afirandina çandeke aştiyê ya mayînde de roleke diyarker dilîze. Pejirandina gotareke aştiyane di medyayê, siyaset û perwerdeyê de ne tenê dawî li pevçûnên heyî tîne, herwiha dibe alîkar ku di pêşerojê de jî pêşî li pevçûnên bi vî rengî were girtin.Aştî ne bi zimên, di zimên de pêk tê. Di dawiyê de, aştî bi qasî ku meseleyeke hişmendî ye, meseleyeke viyanî ye jî. Bi bandor bikaranîna hêza ziman pêvajoya aştiyê gengaz dike.











