Hevsengiya di navbera zagon û rewatiyê de

Nûçeyên Forum

Sêşem 16 Hezîran 2026 - 07:30

  • Dîroka mirovahiyê tenê ne dîroka şer, vedîtin û şaristaniyê ye. Ew di heman demê de dîroka têkoşîna di navbera maf û hêzê, wijdan û desthilatiyê, rewabûn û zagoniyê de ye. Civakên  cîhanê ji bo sazkirina rêkûpêkiyê zagon pêk anîne; dewletan ji bo parastina hebûna xwe rêzik danîne û di nav vê rêziknameyê de mirovahiyê lêgerîna xwe ya dadmendiyê qet neqedandiye. 

 

ADAR JIYAN

Lewre mirov tenê ne bi zagonan, di heman demê de bi wijdanê xwe jî dijîn. Ji ber vê yekê, di seranserê dîrokê de, pirsa jêrîn qet girîngiya xwe winda nekiriye: Ma qanûnîbûna tiştekî tê wê wateyê ku ew tişt rewa ye? Gava ku mirov bi ser re lê dinihêre ev herdu têgih wekhev xuya dikin. Lêbelê, di navbera qanûnîbûn û rewatiyê de hin caran  kûrahiyên narîn û tenik hin caran jî yên kûr û giran hene. Qanûnî ew e ku kiryarek li gorî rêzik û qaydeyên heyî be. Ji hêla din ve, rewatî ew e ku kiryarek ji hêla exlaqî, wijdanî û civakî ve rewa were hesibandin. Ya yekem aidî qada hiqûqê ye, ya duyemîn aidî qada wijdanê ye. Di dîroka  mirovahiyê de gelek mînakên qanûnî lê ne wijdanî û hem jî yên ne wijdanî lê qanunî hene. Demekê, koletî li gelek welatan qanûnî bû. Kirîn û firotin, ked û têkiliya bi mirovan re wekî kelûpelan bi qanûnê dihat parastin. Lêbelê, parastina qanûnî têrê nedikir ku vê kiryarê rewa bike. Wijdanê mirovan ket dewreyê û koletî ji rûpelên tarî yên dîrokê hate rakirin.

Bi heman awayî, di hin serdeman de, li ser raman, bawerî, an jî nasnameya mirovan zordarî hebû ev zordarî di qanûnên bingehîn de dihatin bicihkirin. Belê, ev qanûn ne rewa û ne jî dadwerper bûn. Ji ber ku qanûn û dadmendî  hergav ne heman tişt in, carinan qanûn dibe dengê hêzê; hin caran jîi dadmendî dibe dengê wijdanê. Ji aliyekî din ve îro jî gelek mafên ku rewa têne dîtin ne qanûnî ne. Di seranserê dîrokê de, mirovan ji bo gelek mafên bingehîn ên rewa belê ne qanûnî  têkôşiyane. Ev maf, tenê  ji ber ku mirov bûne, xwestine. Mafê jinan ê dengdan û hilbijartinê, mafê karkeran ê sendîkayê û daxwazên mirovan ên ji bo azadiyê pirî caran di destpêkê de neqanûnî bûne. Lê dîsa jî, mirovan bawer dikir ku ew maf hemû  rewa ne. Bi demê re, hin bi hin qanûn guherîn, û daxwazên "ne qanûnî" yên duh bûn mafên bingehîn ên îroyîn. Ev yek jî rastiyeke girîng nîşanî me dide ku guherîna qanûnan (zagonan) pêkan e; belê  ji bo guherînê jî lêgerîna dadmendiyê  pêwîst e.

Gihiştina civakekê tenê di şiyana ne wê ya afirandina qanûnên bihêz de ye; di heman demê de di şiyana wê ya ku wan qanûnan bixe bin çavdêriya meşrûiyetê (rewatiyê). Lewre heke qanûn bi tevahî ji wijdanê veqete, dibe ku bibe amûreke zordariyê. Gengaz e ku hêzên desthilatdar qaîdeyên ku berjewendiyên wan diparêzin li qanûnan dagerînin. Di demeke wiha de, ji ber ku pêdivî, bi dadmendiyê heye divê  têgiha rewatiyê  ji civakê re rênimayeke (pisûleyeke) exlaqî pêşkêş bike.Çavkaniya rewatiyê tenê ne wijdanê takekesî ye. Her wiha rûmeta mirovan, exlaqê hevpar, lihevkirina civakî û têgihîştineke gerdûnî ya dadmendiyê ye. Mirov gelek caran berî ku bizanin ka kiryarek rast e an xelet e, hîs dikin ka ew qanûnî ye an na.  Lewre ji ber ku wijdan hertim beriya qanûnan tê. Berî ku metnên qanûnî yên pêşîn werin nivîsandin, demeke dirêj, mirovan neheqî hîs dikirin. Ji bo wê jî  li dijî zilmê derketin.û têkoşîna dadmendiyê dimeşandin.

Belê, li vir xetereyeke din jî heye. Ger her takekes wijdanê xwe wekî pîvaneke yekane bibîne, dibe ku rêziknameya civakî têk biçe. Ji ber vê yekê, qanûn jî pêwîst in. Belê divê ew qanûn jî hem rewa û dadmendî û hem jî exlaqî û mirovî bin. Zagon/qanûn ji bo jiyana civakî sînorên hevpar datînin. Lê ji bo ku qanûn rewatiya xwe biparêzin, divê ew bi berdewamî û dadmendî werin bikaranîn. Wekî din jî, qanûn hin caran kakilê xwe winda dike. Bi rastî, di civakek saxlem de, qanûnîbûn û rewatî divê ne wekî hêmanên hevrikî û dijberiyê bin. Divê temamkerên hev bin. Bi rastî divê her qanûn forma sazûmanî ya rewatiyê be. Rêgezên ku di wijdanê mirovan de wekî rast têne pejirandin, dibin rêbaz û qaydeyên qanûnî. Bi vî awayî, divê takekes tenê ne ji tirsa cezayê, divê ji ber ku bawer dike ku ew rêbaz û qayde rast in wan bişopîne. Hêza rastîn a dadmendê li vir derdikeve holê. Lewre tu car ne mimkûn e ku mirov tenê bi rêya cezayan werin birêvebirin.

Civatek dikare bi tirsê bijî, belê ew civat bi baweriyê geş dibe. Bawerî, bi vî awayî, ji ber rewatiya qanûnan derdikeve holê. Mirov bi dilxwazî ​​​​guh didin qaîdeyên ku ew rast dibînin. Ger ew wan rast nebînin, çi qas qaîde hişk bin jî, ew ê bi berdewamî nîqaş û berxwedanê pêk bîne. 

Carinan takakes û civak bi hilbijartinên dijwar re rû bi rû dimînin. Tiştê ku qanûnî ye û tiştê ku rast e dibe ku ne li ser heman xetê bin. Di kêliyên wiha de ye ku veguherînên mezin di dîroka mirovahiyê de çêbûne. Ji ber ku pêşveçûn pirî caran bi pirsîna qanûnên heyî dest pê kiriye. Gelek nirxên ku em îro wekî azadî, wekhevî û mafên mirovan dibînin, bi saya têkoşîna wijdanê kesên wêrek ku carekê li dijî qanûnên damezrandî yên ne rewa rawestiyane. Çimkî neheqî û sîtemkarî tenê ne di dadgehên dadmendiyê de di wijdanê mirov de jî tên darizandin

Dadmendî di cîhana hundirîn a mirov de jî digere. Ew tenê ne di biryara dadwerekî de, di heman demê de di keda karkerekê/î, helwesta mamosteyekê/î, tevgera rêveberekê/î û hilbijartinên rojane yên mirovekê/î de jî heye. Lewre  damendî tenê ne têgiheke hiqûqî ye, di heman demê de berpirsiyariyeke exlaqî ye jî. Têkiliya di navbera qanûnî û rewatiyê de yek ji mijarên herî girîng e ku ew çarenûsa civakê û mirovahiyê diyar dike. Qanûn, rêziknameyê peyda dikin; rewatî wateyê dide wê rêziknameyê. Li cihê ku qanûn tune bin, gelek qeyranên civakî rû didin. Belê li cihê ku rewatî tune be, dadmendî jî tune ye.

Wekî encam, şaristaniya rastîn li cihê ku ev herdu têgih li hev dikin û bi hev re dimeşin geş dibe.  Ji ber vê yekê ye ku mirovahî bi sedsalan e heman pirsa bêdeng dişopîne: Berî ku meriv bipirse "Çi qanûnî ye?", divê meriv bipirse "Çi rast e?" Ji ber ku qanûn vîna civakekê û rewatî jî wijdanê mirovahiyê nîşan dide,  Dîrok tenê dengê wijdanê dibihîse.

parvê bike

Nûçeyên ku dikare bala we bikşîne

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.