Sawîna navendê

Nûçeyên Forum

În 22 Gulan 2026 - 07:00

  • Mirov, gava ku ji bo famkirina cîhanê hewl dide, pirî caran bê haya xwe, xwe di navendekê de bi cih dike. Ev bicihkirin, tenê ne pêdiviya hebûnî ye, di heman demê de lêgerîna ewlehiyê ye. Lewre mayîna navendê, tê wateya venerîna wateyê. Heçku şaşiya mirov a herî mezin li vir dest pê dike: Jê heye cihê ku ew lê ye navenda tevahiya hebûnê ye.

 

 

ADAR JIYAN

Li gor dîrokzanekî/ê dem,  di qada rabirdûyê de veşartî ye. Riya têgihîştina niha, di têderxistina rabirdûyê re derbas dibe. Li gor wî/ê, mirovahî, berdewamiya bîranînê ye. Belê ev nihêrîn, pirî caran hê dibetiyên ku nehatine nivîsandin û zindîtiya kêliyê di bin siya xwe de dihêle. Li gor wêjenasekî/ê rastî, ji gotinên ku ji nû ve cîhanekê ava dikin pêk tê. Helbest, çîrok û roman; amûrên herî xurt ên gerdûna mirov a hundirîn in ku mirov radigîhîne cîhana derveyî.
Belê sêhra/evsûna wêjeyê, hin caran rûyê rastiyê yê şênber nerm dike û şûna wê digire. Felsefevanek, di kûrahiya kêliyê de li rasteqîniyê digere. Li gor wî/ê hebûn, di "kêliya niha" a ku xwe ji barê rabirdûyê û nediyariya dahatûyê dişeqitîne de wateyekê dibîne. Belê ji ber ku ev nêzîkayî, girêdana mirov a dîrokî û civakî pasguh dike, hinekî qels dimîne. Ji bo ramyarekî/ê (siyasetmedarekî/ê) cîhan, yekûna têkiliyên zehmet ên sazgêriyên biryaran e.

Li gor ramyarekî/ê jiyan, ji livdariyên navbera kesên ku bi rê ve dibe û yên ku tên birêvebirin pêk tê. Belê ramyarî, gava ku ji bo daxuyaniya tevê hebûna mirov hewl dide, cîhana mirov a hundirîn û kûrahiya wî/ê ya exlaqî piştguh dike. Civaknasek jî difikire ku hemû tiştên li derveyî avaniya civakî dimînin, bi awayekî tevayî nayên famkirin. Mirov, parçeyekî heman torê ye û heta ku ew tor neyê veçirandin, rewşa takekes nayê famkirin. Ev nihêrîneke xurt e; belê gava ku mirov azadiya takekes û şikîna wî/ê ya hundirîn nehesibîne, sînorên xwe derbas dike. Ev qad hemû riyên cuda yên famkirina cîhanê ne. Her yek ji wan rasteqînekê di xwe de dihewîne; belê tu ji wan jî ne tevahiya rasteqînê ne. Lewre rasteqîn, bi qasî ku ne di paceyekê re; di gelek paceyan re were dîtin berfireh e. Îcar arîşeya esasî li vir diyar dibe: Tiştek, dibe ku li derveyî xwe jî bibe gelek tişt, belê nabe her tişt. Ev derbirîn, tenê ne peytandinek e; di heman demê de hişyariyek e. Hişyariyek e ku  sînorê mirov bi bîra wî/ê dixe. Daxwaza navendbûnê, mirov ditengijîne. Heçku wate, ne di navendê de; bêtir di hevbirrîn û boranê de pêk tê. Qadên ku digihîjin hev, hevdû temam dikin.

Rasteqîn, tenê ne bi dengekî, bi  ahengdariya pirdengiyê re der dibe. Kemilîbûna mirov a ku dev ji misogerkirina qada xwe ya teng berdide û li gel parastina rasteqîna xwe, cih dide rasteqîna mirovên din, dest pê dike. Lewre tu tişt bi serê xwe ne her tişt e. Belê gava ku her tişt têkilî yên din dibe wateyê dibîne. Mirov, pirî caran bi hewldana watedarkirina cîhanê re ji bo xwe textekî nexuya ava dike. Ev text, ne bi zêran tê xemilandin ne jî bi çavan tê dîtin; belê bandora wî, ji rastiya herî berbiçav jî xuyanîtir e. Mirov rewş, zanîn, mijûlayî û nihêrîna xwe di navendê de bi cih dike. Bi vî awayî gerdûn, bêyî ku haya wî/ê jê hebe dest bi zivirandinê dike. Ev yek, bi qasî quretiya mirov, kêmaniya wî/ê jî nîşan dide.

Her rêzkarî, di hevgiriya xwe ya hundirîn de gerdûnekê ava dike. Ev gerdûn, li ber çavê kesê/a ku wê dipejirîne ewqas tevgir xuya dike ku hemû gerdûnê di tariya xwe de dihêle. Bo nimûne, ji bo dîrokzanekî/ê, rabirdû tenê ne qada dahûrandinê ye, di heman demê de kilîda hebûnê ye.

Li gor dîrokzanekî/ê îro, encameke çarenîn a do ye. Ev nihêrîn, sedema hêzê derdixe holê; belê di heman demê de bergeha vîna mirov a azad û dahatuya wî/ê teng dike. Wêjenasek, ziman ji amûrekê wêdetir wekî qadeke hebûnê dibîne. Cîhana bi peyvan tê avakirin, pirî caran bi qasî ku şûna cîhana rastîn bigire, xurt e. Êşên herî giran û şahiyên herî mezin ên mirov di nav rûpelên romanekê de ji nûve dişêwin. Belê li vir xeteke pir zirav heye:  Gava ku cudatiya navbera nimûneya û rastiyê bi xwe tê jibîrkirin, mirov di nav xewn û xeyalan de winda dibe.
Angaşta felsefevan ew e ku ji derve ve li van hemû qadan. binihêre.  Lewre ew, ji bo ku dakeve kakilê hebûnê hewl dide. Xwezaya demê, sînorê zanînê û rasteqînê pirsiyarî dike.
Berzkirina kêliyê jî berhema vê pirsiyarîkirinê ye. Belê gava ku felsefe, li ser razberiya xwe kûr dibe, hin caran tevlîheviya şênberiya jiyanê ranage. Jiyan ji ramanê tenê pêk nayê; rastiyek e ku tê hîskirin, jiyîn û parvekirin.

Ji bo ramayarekî/ê cîhan, nexşeyeke hêzê ye. Biryar, hevsengî, berjewendî, pêşnûma, stratejî... Li gor wî/ê hemû qad têkildarî ramyariyê ne Ev raman, bi giranî rast e; lewre cihê ku mirov lê hebin têkiliyên jî hêzê hene. Belê parastina ramyariyê ya ku her tiştî diyar dike, rehenda mirov a sincî, gewzînî û hebûnî piştguh dike. Mirov tenê ne hebûneke ku bi rê ve bibe û were birêvebirin; di heman demê de hebûnek e ku difikire, hîs dike û li wateyê digere. Ev nêzîkayîtêdan ji bo famkirina mirov tiştekî jêneger e. Belê pirolekirina diyarkeriya civakî, xetereya reseniya takekes û berxwedêriya wî/ê ya hundirîn bi xwe re tîne. Mirov, tenê ne berhema avaniyekê ye; di heman demê de ew hişmendî ye ku li hemberî wê avaniyê radiweste. Ev nihêrînên cuda, bi rastî her yek parçeyekî hewldana gihîştina rasteqînê ye. Her yek ji hêla xwe cihekî ronî dike, belê di heman gavê de bê haya xwe  hêlên din di tariyê de dihêle.
Her şewqek tenê aliyekî tariyê ronî bike... Ew şewq, cihê ku lê ye dide xuyakirin; belê tariya derveyî berdewam e. Şaşiya mirov a herî mezin ew e ku, fanosa di destê xwe de digire jê weye ku ew roj e. Heçku rasteqîn, bi qasî ku wekî şewqekê tenê roniyê belav bike, ne teng e. Ew pirtevînekî, pir-rehendî û pirî caran jî, tevahiyeke tevlîhev e.. Lewre zanîna rastîn, sînorê xwe dizane; " Gotina "Tiştek, dibe ku ji bilî xwe jî gelek tişt be, belê ne her tişt e" ji vê hêlê ve tenê hizirîna banga zanyariyê ye.

Kemilîbûna rastîn ew e ku, mirov dev ji pêdiviya navendîbûnê berde. Lewre mirov, ne xwediyê/a rasteqînekê tenê ye; rêwîyek e ku ber bi rasteqînê ve dimeşe.
Her rêzkarî, her raman û her ezmûna ku mirov di vê rêwîtiyê de pêrgî wan dibe, her yek ji wan aliyekî wê riyê nîşan dide.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.