
- Her çiqas li ser mîrasa Yilmaz Guney û pêşketina sînemaya kurdî ya nûjen gelek gotar û lêkolînên berfireh hatine nivîsîn jî, di vê qadê de hîn jî valahiyeke mezin û balkêş heye ku nikare were dagirtin; ew jî ne tenê nebûna navê Xelîl Dag e, her wiha nirxandina têgeha ku ew temsîl dike-ango Sînemaya Çiyê ye.
HOGIR BERBIR
Xelîl Dag, wekî Yilmaz Guney, sînemayê ne tenê wek hunereke estetîk dibîne, lê wekî formeke şahidiyê ya dîrokî û amûreke berxwedanê girtiye dest. Cihê ku Dag ji Guney cuda dike, şert û mercên afirandinê ne; Guney di şertên zindanê û sirgûnê de sînemaya xwe afirand, lê Dag kameraya xwe bir ser lûtkeyên çiyayên Kurdistanê û li cihên ku jiyan û mirin bi hev re tevli hev dibûn girt dest.
Ev şertên dijwar, di heman demê de bingeha afirandina estetîkek e taybet in ku diafirîne; estetîka Sînemaya Çiyê. Di vê sînemayê de, kamera ne tenê amûrek tomarkirinê ye; dibe beşek ji jiyanê û şahidê rastîn. Naxwaze kamera ji dûr ve temaşe bike; dixwaze di nava çalakiyan, di nav berf û baranê, di nav dengê guleyan û bêdengiya ku li pey tê, tê de be. Di fîlmên Xelîl Dag ên wekî Bêrîtan, Firmêskên Ava Zê, Kilamek ji Zagrosê, Eyna Bejnê û Tîrêj neynikên sedsalê ne- em tenê ne çîrokên lehengî dibînin; em rûyê zindî yê dîrokekê dibînin. Ev fîlm ne ji bo lîstokek şanoyê ne, an ji bo bazarekê ne; ew ji bo bîranîn, şahiditiya demê, çand û birewerî û parastina jiyaneke rastîn ya heqîyê ne.
Di eslê xwe de, Sînemaya Çiyê forma herî rast ya “berxwedan” ê ye. Ger Yilmaz Guney felsefeya “sînema wekî çek” danî be û arasteyî jiyanê kiribe, Xelîl Dag ev felsefe li ser rûyê vê xakê, di şertên şerê rastîn ên zor de ev xistîye meriyetê û pêk anîye. Kamera li cem wî tenê nabe sembola bikaranînê, dibe çeka kêşanê û ji bo neynika jiyanê bişoxilîne.
Estetîka di navbera do û îro de
Estetîka Xelîl Dag pir resen e, di hundirê vê hûnerê de gavavêtinek şoreşgerî heye. Di dîmenên kadraja wî de, xweza ne tenê xweza ye, dîmenekî zindî ye û dike aktoreke sereke. Bi hêmanên di nava wê xwezayê bi cih dike de, estetîka kêliya di navbera do û îro de ji bo pêşerojê diafirîne û radigihîne.
Çiya, berf, baran, dar, ber, gelî, newal, şervan, çek û dengên xwezayê; hemû dibin beşek ji zimanê sinemaya çiyê. Zimanê wê ne wekî sînemaya klasik a stûdyoyan dide avakirin; bi zimanekî ku ji şertên jiyanê xwe dide der, hem xweşiyê û hem dijwariyê digire nav xwe.
Di fîlmê Bêrîtan de, bikaranîna gerîlayên rastîn wekî lîstikvanan, rê li ber şikandina sînorên di navbera xeyal û rastiyê de vedike û hêmanê heyî di navberê de xweş dihûne. Ev jî diyar dike ku ji bo Dag, girîngî ne xweşkirin û avakirina hunerî ye, di rastiyê de afirandina vegotineke estetîk e û di vî warî de jî bi ser ketiye.
Mînaka fîlmê ji bo azadiyê
Yek ji aliyên herî girîng ên keda Xelîl Dag, rola wî ya wekî pira dîrokî ku girtiye dest û spastiye şopdarê xwe ye. Wî di navbera sînemaya klasîk a kurdî ya Yilmaz Guney û sînemaya kolektîf a Rojava ya îro de girêdanek xurt afirandiye.
Guney bingeha fikr û ramanî danî û sînema wekî amûreke şoreşgerî bikar anî. Dag ev bingeha fikr û ramanî veguherand û kir pratikek zindî. Di şertên zor-giran de sînema û şer bi hev re têkildar kir. Di encamê de, rê li ber avakirina strukturên civakî hat vekirin û wekî komîna fîlma a Rojava ku îro sînemayê wekî karê civakî girtine dest xwe û pêş dixin, vekir.
Mînaka herî berbiçav fîlmê “Ji bo Azadiyê” ye ku li Rojavayê Kurdistanê hatiye çêkirin. Ev fîlm çîroka rast a berxwedana parastina cewherî ya li taxên Sûra Amedê li hember artêşa dagirker vedibêje.
Her çiqas fîlm xwe dispêre rojnivîskên şehîdan, ew qasî jî xwe dispêre vegotinên kesên ku ji wê qirkirinê rizgar bûne û di fîlm de rol girtine.
Zîlan, jineke ciwan e ku fîlm bi lehengiya wê dest pê dike. Ew vedigere bajarê xwe da ku li pey bîranînên birayê xwe yê şehîd bigere. Lê ew xwe di nava şerekî dijwar de dibîne û rêya fîlmê bi temamî diguhere.
Tê payîn ku ev fîlm di demên dawî de yek ji fîlmên herî serkeftî yên sinemaya Kurdî ye û bi rastî hêjayî temaşekirinê ye.
Ev rêgez, di eslê xwe de berdewamkirina mîrasa Guney û Dag e ku bi şert û mercên nû, bi şêwazeke nû û bi estetîkeke nû berdewam dike.
Şahidekî zindî yê serdema xwe ye
Ew yek ji wan kesayetiyên kêm e ku sînemayê ji qada gund û bajaran derxist û veguherand hunereke ku di şert û mercên herî zehmet û bingehîn ên jiyanê de hatiye afirandin. Jiyana wî û hunera wî ji hev nayên veqetandin. Wî ne tenê li ser berxwedanê fîlm kişand, lê ew bixwe jî bû beşek ji wê berxwedanê. Heta di nava şer de jî xebata xwe domand û di dawiyê de bi xwe jî şehîd bû.
Ji ber vê yekê, ew dibe şahidê herî rast û zindî yê serdema xwe ku bi kameraya xwe vegotiye.
Fîlmên wî, ji vî alî ve, ne tenê berhemên hunerî ne; ew belgefîlmên zindî ne ku ji bo nifşên pêşerojê mîrateyeke hêja ne. Di van fîlman de serdema xwe bi hemû rastî, zehmetî û bedewiya xwe tê dîtin.
Îro, dema em li sînemaya Kurdî dinêrin ku bi projeyên gelemperî û festîvalan derdikeve pêş, mixabin dîroka wê gelek caran bêyî Xelîl Dag tê nivîsandin û honandin. Bi vî awayî dîrok kêm û stûxwar dimîne. Nav û bingeha Xelîl Dag hîn jî ne di asteke ku ew pêdivî pê heye de tê bibîranîn. Ev ne tenê kêmhiştineke kesayetiyekê ye, lê kêmhiştina beşeke pir girîng ya dîroka sînemaya Kurdî ye.
Wekî encam
Xelîl Dag ne tenê derhêner e; ew mîrateyek e zindî yê serdema xwe ye. Ew şahidê dîrokekê ye, afirînerê estetîkeke nû ya sinemaya kurdî ye û pira di navbera du deman ya sînemaya şoreşgerî ku di sedsala 20’î û 21’ê de hevşengiyê datîne ye.
Ger em dixwazin sînemaya kurdî bi temamî fam bikin, divê em ne tenê li ser Yilmaz Guney rawestin û sinemaya komîna fîlma a Rojava bigirin dest, her weha valahiya Sînemaya Çiyê bigirin dest û Xelîl Dag bikin navenda sinemaya kurdewarî.
Bo wê, bêyî Xelîl Dag çîroka sinemaya kurdî kêm dimîne û ne kamil e.















