Stranên Gulê û Sînemaya Guneyî

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 9 Îlon 2023 - 06:17

  • Di sînemaya Yilmaz Guney de rola diya wî ya Gulêya dengbêj gelekî zêde ye. Yilmaz Guney dema behsa zarokatiya xwe ya li Edeneyê dike, dibêje, “Diya min Gulê di şevên dirêj ên zivistanê de çîrok û stranên bi Kurdî digotin. Zarokatiya min bi stran û çîrokên wê yên dilşewat dagirtî ye. Hin şevan mala me bi insanan tije dibû û cîran dihatin da ku li stranên diya min guhdarî bikin.”

ARDÎN DÎREN

Ji bo hunermendekî zorakatî û bibîranîn dibin çavkaniya hunerê wî. Çi baş û çi jî xerab qewimînên di zarokatiyê de zû bi zû nayên jibîrkirin û ji bo siberoja hunermendekî dibin palpişt ev qewimîn yan jî bûyer. Ji bo Yilmaz Guney jî zarokatî girîng e, dema mirov li nivîsên wî û pirtûkên wî dinihêre û dixwîne, mirov tê derdixe ku zarokatiya Yilmaz Guney li ser film, çîrok û romanên wî tesîreke mayînde ava kirine. Hin dîtin û çavdêriyên di zarokatiyê de rêya çîroknivîsandin û paşê jî ya çêkirina filman li ber wî vekirine.

Yilmaz Guney hîna zarok e, karên cur bi cur dike, li cem axayan xulamtiyê dike. Paşê malbat diçe Edeneyê, li wir dest bi firotina xazoz û simîtan dike. Bi zor û bela dibistana navîn diqedîne û dest bi lîseyê dike. Li lîseyê bala wî li ser wêjeyê ye, weke ciwanekî wêjehez kovarên wêjeyî dikire û dixwîne. Paşê ew dest bi nivîsandina çîrokan jî dike û çîrokên wî di kovarên wêjeyî de tên weşandin. Lê roj bi roj xwe û çîna ku jê hatiye jî nas dike û ev rastî di çîrokên wî de xwe dide der. Bi vî awayî serê wî dikeve belayê û careke din jî ji belayê xelas nabe.

Çîrokên ku dinivîse, tên qedexekirin, filmên wî tên sansûrkirin û dewleta Tirk cezayan lê dibirre. Paşê girtin û heps û sirgûn… sê tiştên ku ti carî wî ji wî kêm nebin! Lê ew kesekî bi eynat e, li ser ya xwe dimîne, xwe bi xwe derfetan diafirîne û astengiyên li hemberî xwe yek bi yek radike. Piştî demekê ew li Stenbolê ye, di filman de weke asîstanê derhêner û paşê jî weke lîstikvan cih digire. Serpêhatiya wî ya sînemayê bi vî awayî dest pê dike, heta ku ew dibe “Çirkin Kral” (Melikê kirêt) ê sînemaya Tirkiyeyê.

 

Seyîtxan û Kejê çîrokeke mişt Kurdî ye

Despêkê wî gelek film çêkirin û di wan de lîst jî. Lê bi ya min, sînemaya Yilmaz Guney bi filmê “Seyîtxan-Bûka axê” dest pê dike ku wî ev film di sala 1968’an çêkir. Filmê “Seyîtxan” bi çîrok û şêwaza xwe ya sînemayî destpêkeke nû ye di sînemayê de. Cara ewilî ye ku Yilmaz Guney bi aweyekî bi rêk û pêk derhêneriyê dike di filmekî de û çîrok jî ne ya kesî ye, ya wî bi xwe ye. A rast, ev çîrok ne ya wî ye jî, ev çîrok yek ji wan çîrokan e ku diya wî Gulê jê re gotiye. Yanî wî çîroka ku diya wî jê re gotiye, weke senaryo hazir kiriye û kiriye film. Çîroka Seyîtxan û Kejê… Yilmaz Guney bi vî filmê xwe êdî navên Kurdî bi kar tîne. Paşê di filmê “Kerî” û “Rê” de jî navên weke Bêrîvan û Zînê bi kar tîne. Em vegerin çîroka filmê Seyîtxan… Seyîtxan dixwaze bi Kejê re bizewice lê dijminê wî gelek in. Ji bo ew karibe bizewice divê dijminê xwe nehêle da ku Kejê bî nemîne. Seyîtxan bi salan li çiyan dimîne da ku dijminê xwe biqedîne, herî dawî ew hemû dijminên xwe dikuje û vedigere gund. Lê ji ber ku bi salan deng ji Seyîtxan derneketiye xelkê ew mirî hesibandiye û Kejê jî hêviya xwe jê birriye. Film bi vegera Seyîtxan ya gund dest pê dike bi mirina wî bi dawî dibe. Çîrokeke bikovan û xembar e… di warê sînematografiyê de jî Yilmaz Guney tiştên nû diceribîne û bi vî filmî nîşan dide ku ew ê di siberojê de derhêneriyeke baş bike. Ji lewma filmê Seyîtxan filmekî girîng e di filmografiya Yilmaz Guney de.

Rola diya wî, Gulêya dengbêj jî di destpêka sînemaya wî de gelekî zêde ye. Yilmaz Guney dema behsa zarokatiya xwe ya li Edeneyê dike, dibêje, “Bala min lê bû, gava diya min di rêyan de bi meşê diçû, tim stranên dilşewat digotin, ew stranên ku digotin, bi Kurdî bûn û diya min bi vî awayî kula dilê xwe derman dikir.”

 

Ji Mûşê ber bi Siwêreg û Edeneyê

Dayika Yılmaz Guney Gulê, di dema şerê Rûs û dewleta Osmaniyan de tevî malbata xwe koç dike û li Siwêregê bi cih dibin. Dayika wî bi Kurmancî diaxive û ji eşîra Cibrî ye. Li Siwêregê bi kesekî re dizewice, navê wî Koço ye. Lê paşê ew ji hev vediqetin. Diya Yılmaz Gulê ji bo bixebite berê xwe dide Edeneyê û li navçeya Yenîce kar dibîne. Gulê li wir Hamît Pûtûn (bavê Yılmaz Guney ê bi rastî) nas dike û pê re dizewice. Hamît Pûtûn jî ji Siwêregê ye û bi Kirmanckî diaxive. Wî jî bi salan xulamtiya axayên Yenîceyê kiriye û li Edeneyê weke “Hamît Çawîş” tê zanîn. Di jiyana xwe de gelek kar kirine da ku debara malbata xwe bike. Ew ti carî nebûne xwediyê xaniyekî û dayika Yilmaz Guney Gulê ji vê rewşê bêzar bûye.

 

‘Kurdbûn û feqîrî neçûn jibîra min’

Di 1’ê Nîsana sala 1937’an de jî kurê wan Yilmaz Guney tê dinyayê. Pişt re gelek bûyer diqewimin, Hamît Çawîş gelek karan dike lê bi ser nakeve û di dawiyê de ew diya Yilmaz Guney Guney ji hev vediqetin. Gulê tevî du zarokên xwe (xwîşkeke Yilmaz Guney ya bi navê Leyla jî heye) li Edenayê maleke weke koxan dibîne û li wir dijîn. Yılmaz Guney jî dema dibe 4-5 salî dest bi kar dike. Diya wî jî diçe malan paqij dike û bi vî awayî debara xwe dikin. Dema Yilmaz Guney zarokatiya xwe bi bîr tîne, dibêje, “Ez du tiştên di zarokatiya xwe de qet ji bîr nakim. Kurdbûn û zordestiyên girêdayî Kurdbûnê. Tişta din jî feqîrî bû, feqîriya ku di gelek waran de şikest li min xistin. Ev du tişt qet naçin ji bîra min û di jiyana min de her tim tesîra van du tiştan hebû.”

 

Çîrok û stranên Gulê

Li gorî Yilmaz Guney dide zanîn, bavê wî Hamît Çawîş li tembûrê dide û gelek caran gundî ji bo dawetan, gazî wî dikin. Guney dibêje, “Bavê min jî weke diya min pirr xweşik stranên Kurdî digotin û pê re li tembûrê jî dixist. Pirrî caran ez jî li gel wî diçûm dawetan.” Yılmaz Guney ji bo diya xwe Gulê jî dibêje, “Diya min Gulê di şevên dirêj ên zivistanê de çîrokên bi Kurdî digotin. Zarokatiya min bi stran û çîrokên wê yên dilşewat dagirtî ye. Hin şevan mala me bi insanan tije dibû û cîran dihatin da ku li stranên diya min guhdarî bikin. Heger me bihişta hin kes heta sibehê diman û li çîrokên diya min guhdarî dikirin. Gelek caran jî diya min diçû malên xelkê û li wir stran digotin. Ev kesên dewlemend bûn, dema diçû, em jî bi xwe re dibirin. Em piçûk û mezin tevde diketin odeyekê û me li stranên diya min guhdarî dikir. Xelkê li diya min guhdarî dikir û digiriyan, em jî bi wan re digiriyan. Diya min ji devê qehremanên çîrokan stran digotin, ev şêwazeke pirr bi tesîr bû. Min pirr dixwest ez van çîrokan binivîsim. Lê wî zemanî derfetên min tine bûn, min nekarî binivîsim.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.