- Xebatkar û rêvebirê SîneBîr’ê Ardîn Dîren di derheqê xebatên sînemayê yên li Amedê de axivî û got; “Em dikarin bibêjin di nava van salan de hewl dan bîra xelkê Kurd bixitimînin da ku her tişt zû bi zû were jibîrkirin û xelk bîra ti tiştî nebe. Lê va ye em dîsa li cihê xwe ne û ji cihê ku me nîvco hiştiye karên xwe didomînin.”
REWŞAN DENÎZ
Li Bakurê Kurdistanê ev demek dirêj bû ku şaredarî hatibûn desteserkerin. Rejîma qeyûman bi çand û hunereke sexte dixwest çanda Kurdewar tine bike. Ji ber vê yekê gelek sazî û navendên çand û hunerî hatin girtin. Her wiha salonên sînemayê hatibûn girtin û festîvalên ku bi destê şaredariyan dihatin çêkirin jî betal bû. Bi çûyina qeyûman re Şaredariya Bajarê Mezin A Amedê yekîneye sînemayê ava kir û niha ev yekîne li ÇandAmedê xebatên sînemayê dibin serî. Ardîn Dîren ku yek ji endamê vê yekîneyê ye di derbarê rewşa sînemayê û kar û barên SîneBîrê’de axivî. Me pirsî wî jî bersivên me da.
Weke ku em dizanin girêdayî Daîreya Karên Çandî û Civakî ya Şarederiya Bajarê Mezin a Amedê, yekîneya sînemayê hate avakirin. Tiştê ez dizanim ev yekîne li gelek şaredariyan tine ye. Ev yekîne bi çi armancê hate avakirin û çima girîng e?
Rast e, tiştê ez jî dizanim li gelek şaredariyan ev yekîne tine ye. Lê va ye xwedî ji wan razî bîra tiştekî wisa birine û ava kirine. Ev yek kêfa me sînemavanan jî anî. Ji lewma bajarekî weke Amedê ne xerîbî sînemayê ye. Li vî bajarî gelek sînemavan hene ku her yek xwedî filmên gelekî serketî ne û dixwazin civateke sînemayê hebe li vî bajarî. Tenê ne ji bo sînemavanan ji bo temaşevanan jî pêdivî bi karekî wisa heye. Ji lewma ev yekîne tenê filman nîşan nade, di heman demê de dixwaze li bajarekî weke Amedê çanda sînemayê jî geş û gur bike. Em vî tiştî weke pêşengiyeke piçûk difikirin û dinirxînin. Heger ev yekîne karibe li vî bajarî bingeha heyî ya sînemayê zindî bike û zindî bihêle ew ê bi ser bikeve. Her wiha ev yekîne ji bo festîval û çalakiyên cuda yên sînemayê ku ew ê di siberojê de li vî bajarî werin lidarxistin têkiliyan geş dike di navbera sînemavan û temaşevanan de. Cihê me niha li ÇandAmedê ye û du salonên me yên sînemayê hene li vir. Yek ji van salonan mezin e bi qasî 250 kesî ye û film bêhtir li vir tên nîşandan. Wekî din saloneke me ya piçûk û şîrîn jî heye. Em vê salonê jî ji bo perwerdeyê bikartînin. Em tevî kursiyerên xwe li wir filman nîşan didin û şirove dikin.
Ev çend meh çêbûn ku hûn bi navê “SîneBîr”ê li Amedê filman nîşan didin. We çima pêdivî bi tiştekî wisa dît û SîneBîr ava kir?
SîneBîr ji bo ji nûve zindîkirin û geşkirina sînemayê hate avakirin. Di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin A Amedê de xebatên xwe didomîne. Weke ku hûn jî dizanin ev demek dirêj bû sazî, salon û navendên çandên hunerî ji hêla qeyûman ve hatibûn desteserkirin. Bajarekî weke Amedê ku berê lê festîvalên filman û çalakiyên hunerî dihat lidarxistin di van salên dawî de ji ruhê kurdewarî û hunereke çê dûr ketibû. Em dikarin bibêjin di nava van salan de hewl dan bîra xelkê Kurd bixitimînin da ku her tişt zû bi zû were jibîrkirin û xelk bîra ti tiştî nebe. Lê va ye em dîsa li cihê xwe ne û ji cihê ku me nîvco hiştiye karên xwe didomînin. SîneBîr dixwaze bi rêya filman û her wiha çalakiyên sînemayê li Amedê çanda sînemayê geştir bike. Em komek heval in li vir û hewl didin ji sînemaya Kurdan û her wiha ji sînemaya cîhanê filman nîşan bidin, gotûbêjên li ser sînemayê li dar bixin û bi rêya sînemayê hafizayekê ava bikin li vî bajarî. Em bi vê mebestê tevdigerin û dixwazin SîneBîrê di siberojê de bi her awayî xurttir bikin. Nexasim jî em ê hewl bidin filmên Kurdî û derhênerên Kurd vexwînin Amedê û filmên wan nîşan bidin. Ji ber filmên Kurdî ji bilî festîvalan cihekî peyda nakin ku xwe bigihînin temaşevanan. SîneBîr derfeteke baş e ji bo hevkarî û pêşde birina sînemayê. Em wisa pê bawerin ku ew ê SîneBîr di siberojê di navbera sînemaya Kurdî û temaşevanan de bibe pireke sûdewar.
Li Amedê filmên serbixwe yan jî yên ku li festîvalên cîhanê digerin kêm tên nîşandan. Ji bo ciwan û zarokan jî tiştekî bi vî rengî nîne. Di nîşandanên ku we heta niha bi rêve biriye de tevlîbûneke bi çi awayî heye?
Dikarim bibêjim di demeke kin de tevlîbûneke xurt pêk hat. Niha SîneBîr dawiya heftê ji bo zarok, ciwan û mezinan filman nîşan dide. Roja Şemiyê seansek ji bo zarokan hatiye veqetandin û filmên ji bo zarokan tên nîşandan. Di vê seansê de em dibînin ku tevlîbûnek baş heye, zarok tevî malbatên xwe tên û bi awayekî rehet li filman temaşe dikin. Coş û peroşa wan kela canê mirov jî radike ji bo vî karî. Li hêla din Roja Yekşemê jî du seans ji bo kesên temenên wan mezin hatiye veqedandin. Di van seansan de jî filmên ku li festîvalên cîhanê geriyane û hatine hez kirin tên nîşandan. Ji bilî me li Amedê kes van filman nîşan nade niha. Ev jî derfeteke baş e ku em bi hevkariya şaredariyê ji bo xelkê xwe ava dikin. Her wiha bînim bîra xelkê ev nîşandan bê pere ne. Niha li salonên sînemayê yên AVM’yan bilêt gelekî biha ne û xelk nikare biçe li wir li filman temaşe bike. Lê pirr bi rehetî dikarin werin salonên me li filman temaşe bikin. Bi vî awayî li vî bajarî çanda sînemayê pêş dikeve û temaşevanên xurt ku ew ê siberojê tevlî festîvalan û her wiha çalakiyên din ên sînemayê bibin ava dibin. Nexasim jî ciwanên ku bala wan li ser sînemayê ye li van filman temaşe dikin û dipirsin. Ev jî kêfa me tîne.
Heman yekîneya ku em behs dikin li ÇandAmedê kursên sînemayê jî daye dest pê kirin. Tevlîbûna van kursan çawa ye?
Li ÇandAmedê tenê ne kursên sînemayê weke ku tê zanîn kursên şano, muzîk, ziman û wêneyê jî hene. Heger em behsa kursên sînemayê bikin; ji bo vê serdemê 80 kesî serî li kursên sînemayê dan. Hejmareke kêm nîne ji bo sînemayê. Me xwe gihand hemû kesên ku serî li kursan dabûn. Hinek ji wan nehatin lê niha bi qasî 25-30 kesî dewam dikin. Kursên me dawiya hefteyê ne. Di çar beşên sereke yên sînemayê de em perwerdeyê didin niha. Dersa dîroka sînemayê, senaryo, pevxistin û sînematografiyê heye. Di dersan de giranî li ser zimanê Kurdî ye lê hin caran bi Tirkî jî em sînemayê didin fahmkirin. Hevalên ku van dersan didin pispor in û perwerdeyek cidî heye. Kursiyerên me jî bêhtir ciwan in lê di nav wan de mamoste û wekî din jî hene. Me nû dest pê kiriye niha baş bi rêve diçe. Di van kursan de me dît ku ciwan bêhtir dixwazin fêrî sînemayê bibin û xeyalên xwe pêk bînin. Em jî ji wan re dibin alîkar û hewl didin derfetan biafirînin ji bo wan.
Ji bilî nîşandana filman wekî din SîneBîr çi xebatan daye pêşiya xwe?
Elbet nîşandanên dawiya hefteyê derfeteke pirr xweş û baş e. Lê em tenê bi van nîşandanan namînin. Weke me li jor jî anî ziman em hewl didin nav hefteyê jî bi “Nîşandanên Taybet” derkevin pêşberî temaşevanên sînemayê. Metrajdirêj, kurtefilm û belgefilmên Kurdî ew ê werin nîşandan. Di van nîşandanên taybet de em li ser hin bûyer û rojên girîng disekinin. Weke nimûne di 14 û 15’ê Adarê de em ê bi du belgefilman komkujiya Helebceyê bibîrbînin. Her wiha di meha gulanê de ji bo bibîranîna Taha Karîmî ku sînemavanekî qewî yê Kurdan bû, hemû filmên wî nişan bidin û hefteyekê ji bo wî veqetînin. Ew ê panel, semîner û konseptên cuda hebin. Hin caran em ê bala bîneran bibin ser sînemaya welatekî û hin caran jî em ê bi film^ne derhênerên cîhanê dakevin û nişan bidin bi konseptên taybet. Yanî dikarim bibêjim çalakiyên bi vî rengî ew ê her tim hebin. Hemû çalakiyên ku pêk tên ew ê werin qeydkirin û li malperekê bar bibin. Heta ji me were em ê vê avahiyê bikin cihekî çalak ê sînemayê û navber nexin nav karên xwe. Mixabin em Kurd hin tiştan zû jibîr dikin SîneBîr hewl dide bi rêya sînemayê hafizeya civakî jî biparêze û hin tiştan ji nû ve bîne bîra xelkê yan jî nede jibîrkirin. Barekî bi vî rengî jî deye ser pişta xwe.