- Şêrko Bêkes yek ji helbestvanên Kurd yên herî navdar yên sedsala 20 û 21’an yê Başûrê Kurdistanê ye. Mala wî ya li Silêmaniyê niha veguheriye mûzexane û navendeke çandî û rewşenbîrî.
Berî koça dawiya xwe, helbestvanê navdar ê Kurd Şêrko Bêkes wesiyetnameyek nivîsand û tê de got ku ew naxwaze li tu giran bê veşartin, li şûna li giran wî veşêrin, wî xwest ku li Parka Azadî li kêleka Bîrdariya Şehîdên 1963’an yên Silêmanî bê veşartin.
Her wisa di wesiyeta xwe de, Şêrko Bêkes daxwaz kir ku cihekê taybet ji bo pirtûkxaneya xwe, pirtûkên helbestan, wêne û bîranînên wî were vekirin da ku helbestvan, nivîskar, kur û keçên evîndar bikaribin serdanê bikin. Lêbelê, beşa yekem ya wesiyeta wî hat bicihanîn û navendeke çandî li ser navê wî hat vekirin, lê ne li kêleka gora wî, lê xaniyê wî yê ku lê dijiya bû, veguherî muzexaneyekê.
Berê mûzexane li mala Şêrko Bêkes ya li taxa Aram ya Silêmaniyê bû, ku wî 25 salên dawî yên jiyana xwe li wir derbas kir. Niha, ew mal bûye mûzexane û navendeke çandî ji bo welatiyên biyanî û mêvanên derve.
Muzexane biyografiyek û gelek destnivîs, berhem û kelûpelên Şêrko Bêkes dihewîne. Pirtûkxane jî hatiye restorekirin. Odeyeke din jî ji bo pirtûkên Şêrko Bêkes yên ku ji hêla nivîskarên biyanî ve hatine wergerandin hatiye veqetandin. Serdanên muzexaneyê dikarin bi rêya hoparloran dengê Şêrko, helbest û pexşanên wî guhdar bikin.
Wesiyeta Şêrko Bêkes bû
Kurê Şêrko Bêkes, Helo Şêrko Bêkes derbarê mijarê de axivî û got: “Ji ber ku ev xanî berê mala me bû, malbata min tê de dijiya. Fikra avakirina mûzeyê jî li ser wesiyeta bavê min bû. Ji bo bicihanîna wesiyeta wî û parastina dîroka mîrata helbestê ya Şêrko, me xaniyê wî ku ew 25 salan lê jiya, veguherand mûzeyekê. Ji bo ku bibe cihekî giştî û ji bo heval û hezkiriyên helbestên Şêrko vekirî be.” Helo Şêrko got ku her çend hinek guhertin di xanî de çêbûne jî, lê her gava ku ew diçe muzexaneyê, hîs dike ku dem rawestiyaye û wiha domand; “Ji ber ku her tişt wekî xwe maye, mîna ku em di wêneyekî de lê binêrin. Ji niha û pê ve, ev mal mala her kesî ye. Ew maleke ji bo parastina mîrata hunerî û helbestan ya Şêrko. Ew her wiha malek ji bo helbest, wêje û çalakiyên wêjeyî ye. Lêbelê, welatî, xwendekar û ciwan dikarin rojane serdana wê bikin û ji nêz ve bibînin ka ev helbestvan çawa jiyaye.”
Helebestvanekî Kurd ê nûjen
Şêrko Bêkes di 2’yê Gulana 1940’an de li bajarê Silêmaniyê yê Kurdistanê jidayik bûye. Ew wekî helbestvanekê şoreş, jin, azadî û mirovahiyê tê nasîn. Ji ber vê yekê, hezkiriyên wêjeyê û rewşenbîr dibêjin ku Şêrko helbestvanekê gerdûnî ye ku hemû netewên cîhanê xwe wekî eyneyekê tê de dibînin. Helo Şêrko Bêkes, bavê xwe Şêrko Bêkes weke yek ji helbestvanên Kurd yên hemdem yên herî nûjen pênase dike. Gelek pirtûk û brûşorên wî yên helbestan hene û gelek helbestên wî ji bo gelek zimanan hatine wergerandin. Ew her wiha yek ji damezrînerên serdema helbesta Kurdî ya nû ye ku bi navê Koma Ruwange tê zanîn û kariye helbesta Kurdî bigihîne qonaxek nû.
Muzexaneyeke hêja ye
Nesredîn Mihemed, hevalekî nêzîk yê helbestvan Şêrko Bêkes û serdanvanê mûzexanê ye, hestên xwe bi van gotinan parve kir; “Ez bi bîranînên berê li nav odeyên mûzexaneyê geriyam. Ji ber ku ez berê hatime vê malê û gelek caran bi Şêrko Bêkes re rûniştime.” Di dewamê de Nesredîn Mihemed got; “Hêjayî pesindayînê ye ku ew muzexaneyek rewşenbîrî ya pir mînakî ye ku em hemî dikarin ji nivîs, helbest û hemî tiştên ku di muzexaneyê de ne sûd werbigirin û wî helbestvanê navdarê ku ji bo netewa Kurd xebitî bibîr bînin.”
Şêrko Bêkes di 4’ê Tebaxa 2013’an de li paytexta Swêdê Stockholmê piştî nexweşiyeke dirêj koça dawî kir. Cenazeyê Şêrko Bêkes li ser wesiyeta wî li Parka Azadî ya Silêmaniyê hat veşartin. ROJNEWS/SILÊMANÎ