Kongra Star bi hevkariya Tevgera Mozopotamya ya çand û Hunerê û Yekitiya Jinên Ciwan li Navenda Xabûr a Çand û Hunerê ya bajarê Hesekê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şevbuhêrkek mûzîk û helbestê organîze kir. Di şevbuhêrkê de bi dehan şêniyên bajêr ji hemû bi cilên xwe yên folklorîk û hejmarek ji eleqedarên stran û hunerê amade bûn.
Şevbuhêrik bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştire dayikên şehîdan stranên fedakarî û lehengiyên zarokên xwe nîşan didin, vegotin.
Koma Şehîd Hogir stranên folklorîk û şoreşgerî pêşkêş kirin, hin endamên wê bi awayekî takekesî jî stran pêşkêş kirin û li amûrên mûzîkê dan.
Dûre koma Tolhildan, di nav atmosfereke coş de stranên gelêrî pêşkêş kirin û li ser stranan govendên gelêrî yên Kurdî jî hatin gerandin.
Şevbuhêrk bi girîngîdayîna berdewamkirina çalakî û şevbuhêrkên helebest û mûzîkê yên bi armanca vejandina mîrasê, bi dawî bû.
ANHA/HESEKÊ