Li Reqayê ‘Pirên Çandî’ ava dikin

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 18 Cotmeh 2025 - 00:33

Tîma Dostên Mûzexaneya Reqayê û Desteya Çandê û Şûnwaran destpêşxerêya "Pirên Çandî" ya 3 rojan li hola Pirtûkxaneya Niştimanî ya bajarê Reqayê da destpêkirin. Wê di destpêşxerêyê de şano, şevbuhêrkên helbest û wêjeyê, wêneyên şêwekaran, werin pêşkêşkirin.

Di roja yekemîn a destpêşxerêyê de wêjevan, nivîskar, hezkiriyên hunerê û endamên Desteya Çandê û Şûnwaran a kantona Reqayê û Yekitiya Rewşenbîran amade bûn.

Di çalakiyê de serokê Destpêşxerêya Pirên Çandî Ebdurezaq El Îbo got ku armanc ji vê çalakiyê vejandina kultûra çandî ya bajêr e û wê pêşangeher ji bo wêneyên şêwekarên xwecihî bê vekirin.

El Îbo diyar kir ku ji bo destpêkirina vê destpêşxerêyê, rûniştinên diyalogê li gundewarê rojhilat, rojava, başûr û bakur ê Reqayê hatin lidarxistin. Ev çalakî ji bo xurtkirina têkiliyan di navbera bajêr û gundewar de, pêk hatin.

El Îbo diyar kir ku çalakiyên 2 rojên pêşîn li Pirtûkxaneya Wetenî tên lidarxistin, û wê roja 3'yemîn jî li mala Şandeya Almanî ya li girê El Beya yê dîrokî were lidarxistin. El Îbo da zanîn ku dê ferhengek ji bo têgîn û gotinên taybet ên devoka Reqayê were amadekirin û rêzebelgefîlmên li ser kultûra madî ya bajêr werin amadekirin. El Îbo destnîşan kir ku wê destpêşxerê li ser malpera dîjîtal a taybet bidome.

Eleqedarê mîrasa madî û nemadî Mueyed El Icêlî helbestek li ser Reqayê xwend. Piştre çalakvanê çandî Fîras Remedan çîrokek xwend.

Di dawiya çalakiyên roja yekemîn de wêneyên şêwekaran, stranên ji folklora Reqayê ji aliyê Mihemed El Abid ve û helbest ji aliyê Mihemed El Ayid ve hatin pêşkêşkirin.

ANHA/REQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.