Sembola xweseriyê ya Kabylie

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 5 Sibat 2026 - 00:45

Li herêmên Kabylie ya Cezayîrê, li cihê ku dîrok û azadî ketine nava hev, cilên keveneşop ên Kabylie, bi taybetî cubeyê Kabylie, şahidiya zindî ya nasnameya jinên Amazigh û girêdana bi kokê re sembola berxwedanê ye û hebûna xwe didomîne.

Tizî Ouzou, paytexta Cerrjra weke bajarên zeytûnan tên zanîn, tenê 30 kîlometre ji peravên Derya Spî dûr e. Bejaia jî yek ji bajarên herî bi kok ê Bakurê Efrîqayê ye. Yek ji navên ku mîrasa Kabylie diparêze û riya ji nûve bihêzkirina bi ruhê nûjen hilbijartiye, Louiza Tebbattoych a li bajarokê Maatqa a Tizi Ouzou ye. Yek ji zanaatkar û dîzaynera li herêmê herî tê nasîn e. Du cihên modayê yên kevneşop bi rêve dibe. Yek li bajarokê Dhra Ben Kheda, yê din jî li navenda bajarê Tizî Ouzou ye. Louiza Tebbattoych, kokên kevneşop, nasnameya xweser li gorî pêwistiyên çerxa modern xistiye nava hev, bêyî ji berê qut bibe, balê dikşîne ser hûrgiliyan, reng û sembolên ku kesayetiya jinan diteyîsînin bi kar tîne. Tevî ku ji zanîngeha Mouloud Mammerî ji beşa medyaya dîtbarî mezûn bûye, azweriya wê ya ji bo mîras û daxwaza domandina riya ku malbata wê ji 1985’an heta didomîne, wê ber bi dinyaya dirûtin û nexşan ve biriye û hem di xwecihî de hem jî di qada navneteweyî de nasandina xwe kiriye. Li gorî  Louiza, dizayn ne tenê pîşeyek e, peyama parastina nasname û nirxê estetîk ê çanda Kabylie bi awayekî dorveger derdixe holê.

Louiza Tebbattouch diyar kir ku cubeyê Kabylie û Thqendorth, pirrengiya herêman nîşan dide, terzê her herêmê tê de heye û got “Mînak li herêma Maatqa ya başûrê Tizî Ouzou cubeyê Thijlit Iwazin heye, ji tayê saf ê spî tê çêkirin û sembola safbûnê ye. Cubeyê bajarokê Maatqa jî bi nexşên dest ên dewlemend, ji kûzikên bi nav û deng ên Kabylie îlham girtine bi awayên geometrîk ji rengên zîvên Cezayîrê îlham girtî tên nexşkirin. Zer, sembola rojê ye, kesk hêza xwezayê, mezinbûn û jiyanê, şîn asîman û sor zindîbûn û germahî ye.

Cilên Kabylie, bi nexşên keda dest û sembolên geometrîk û lawiran xemilandî ne. Ev sembol, nasnameya Amazigh a xweser diteyîsîne. Louiza da zanîn ku yek ji van sembolên herî girîng sembola kevokan e û ev jî jin li hemberî qedexeyên civakî bêrîkirina azadiyê îfade dike. Di nava sembolên din de sembolên weke genim, hêz, sebir û kêfxweşî û êşê hene.

NÛJINHA/RABÎA XERÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.