- Hevserokê Komelaya Kon’ê Rojvan Uludağ di derabarê komelaya ziman ku wan li Kulu ava kiriye, agahiyên girîng da. Komelaya Kon niha hewl dide li Kulu kursên zimanê Kurdî berfireh bike û zimanê Kurdî biparêze.
Anatoliya Navîn yek ji wan herêman e ku ti carî deng û ruhê Kurdî jê kêm nebûye. Her çend xelkên herêmê koçber bûbin jî yên mayî bi awayekî hewl dane ku zimanê xwe biparêzin. Li gel bişaftina xwezayî û fermî ya dewletê jî ev herêm di gelek serdeman de nîşan daye ku bi her awayî parazvanên zimanê xwe ne.
Bi vê armancê ji hêla gelek dildarên ziman ve li Kulu ya Konyayê Komeleya bi navê KON hate ava kirin. Komele niha hewl dide bi kursên zimanê Kurdî zimanê Kurdî biparêze û fêr bike.
Hevserokê Komeleya KON’ê Rojvan Uludağ ku li Zanîngeha Artukluyê beşa zimanê Kurdî û edebiyata Kurdî qedandiye, di derbarê komeleyê û xebatên wê de axivî.
We çima pêdivî pê dît ku li Kulu kursa zimanê Kurdî bidin destpê kirin?
Me dît ku zimanê me bi talûkeyê re rû bi rû ye. Lewma me xwe berpirsyar hîs kir û bi armanca ku em Kurdî vejînin, me dest bi xebatê kir. Bi vî awayi komele ava bû ku niha van karan birêve dibe.
Tu di vê kursê de giranî didî kîjan şêwezarê Kurdî ango tu bi kîjan zaravayî dersê didî?
Em bi şêwezarê Kurmancî dersan didin. Ji ber ku li vir herî zêde ev zarave tê axavtin. Me hewl da ku em bi ‘şêxbizinkî’ jî dersan bidin lê me kesekî peyda nekir ku bi vê devokê karibe dersan bide.
Rewşa gelê herêmê çawa ye di ber çalakiyên fêrkirina Kurdî de?
Hestîyarî û eleqe pir pir e. Lê tevlîbûna kursan û domdarîya wan tengî kêm e.
Pirsgirêka mezin ku niha zimanê Kurdî pê re rû bi rû ye çiye?
Problema herî mezin devok in. Ji ber ku hîn standarteke kurmancî rûneniştîye, kurd di fahmkirinê da zehmetîyan dikêşin. Bo mînak du kesên Mêrdînî bi hev du ra kurdî diştexlin. Du berferatî jî bi hev du ra kurdî deng dikin. Lê wexta yekî Mêrdînî û yekî berferatî werin ba hev bi hev ra tirkî deng dikin. Niha problema herî mezin ev e.
Pêvajoya şopandina zimanê kurdî di nav ciwan û kalan de çawaye?
Ciwan dikarin xwe biguherin. Loma kelecanî û daxwazên wan zêdetir e. Kal û pîr jî piştgirîyê didin. Lê pir caran dibêjin êdî ji me derbas bûye!
Komeleya we ji bilî kursên ziman tevlî çalakîyên çandî û civakî jî dibe?
Erê komeleya me komeleyeke ziman, çand û hunerê ye. Loma biqasî em derfet dibînin em her cure çalakîyan pêk tînin.
Li herêma we zimanê serdest bêhtir bi Tirkî ye. Kursa zimanê Kurdî çiqas dikare vî tiştî ji holê rake û bike ku Kurd bi zimanê xwe bipeyivin?
Di nav kurdan da kêmasîya herî zêde ew e ku perwerdeya zimanê xwe nedîtine. Loma bi saya van kursan xwe û zimanê xwe bêtir nas dikin.
Ji bo çi girîng e ku zimanê Kurdî were tomarkirin û belavkirin?
Ev ziman roj bi roj wenda dibin. Loma her xebat pir girîng e. Girîngîya wê li alîyekî, ev mafeke xwezayî ye jî.
Li Anatoliya Navîn hîseke çawaye ku mirov xelkê fêrî Kurdî dike?
Tiştekî pir xweş e. Ez pir caran hîs dikim ku ji bo kurdên Anatolîya ez ketime nav rûpelên dîrokê.
Plan û projeyên we ji bo siberojê çine?
Em dixwazin wek komeleyeke kurdên anatolîya bihêz bibin û bibin navenda lêkolîn û xebatên kurdên anatolîyayê.
NAVENDA NÛÇEYAN