Rojnameger Huseyîn Aykol koça dawî kir

În 2 Çile 2026 - 04:00

  • Mamosteyê Çapemeniya Azad Huseyîn Aykol piştî 2 meh û 17 rojên di nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest da.  

Mamosteyê Çapemeniya Azad rojnameger Huseyîn Aykol jiyana xwe ji dest da. Huseyin Aykol,di 14'ê Cotmehê de dema li mala xwe ya li Enqereyê xwîn çûbû ser mejiyê wî û rakiribûn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê. Li nexweşxaneyê jî sê caran xwîn çûbû ser mejiyê wî û di beşa çavdêriya awarte de dihat dermankirin. 

Rojnameger - nivîskar Huseyîn Aykol ku 51 salan di nava kevneşopiya Çapemeniya Azad de ji bo azadiya xweîfadekirinê û mafên mirovan têkoşiya, di 70 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Di sala 1956’an de li gundê Poyrazdamlari yê navçeya Salîhlî ya Manîsayê ji dayik bû. Ji 70 salên emrê xwe 51 sal bi weşangerî û rojnamegeriyê derbas kir. Ji van 51 salan jî 36 salan di nava Çapemeniya Azad de cih girt. Bû kedkarê Çapemeniya Azad, bû mamosteyê wê, bû çiyayek. Bi giştî 12 salan di girtîgehê de ma û li qereqol û girtîgehan hem bû mexdûrê îşkence û binpêkirinên mafan hem jî bû şahidê wê. 

Piştî Derbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê, navê Huseyin Aykol jî di nava lîsteya kesên lêgerîna wan heye de cih girt. Di sala 1981’ê de dema li zanîngehê xwendekar hate binçavkirin. 45 rojan hate îşkencekirin û piştre hate girtin û şandin Girtîgeha Leşkerî ya Mamakê. Li vir jî îşkence dît. Huseyin Aykol, piştî ji girtîgehê derketî, têkiliya xwe ya bi rêxistinên şoreşger ên demê re domand û di çarçoveya xebatan de li Îzmîrê xebitî.

Huseyin Aykol, di salên 1990’î de li Şamê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li Qendîlê jî bi kadroyên pêşeng ên PKK’ê re hevpeyvîn kir û di wan şertên giran de mohra xwe li xebatên serkeftî da. Li Ewropayê bi Mûrat Karayilan re, li Qendîlê bi Cemîl Bayik re ku weke “fîlozofek” pênase dike û bi Duran Kalkan re ku balê dikişîne ser kûrbûna wî ya di îdeolojiyê de, hevpeyvîn kir. Di tevahiya jiyana xwe ya rojnamegeriyê de Huseyin Aykol têkiliya xwe ya bi nifşên cuda yên PKK’ê re domand û gelek caran bi awayekî neyekser bi Abdullah Ocalan re pêwendî danî. Nivîs û nirxandinên Abdullah Ocalan şandibûn, di rojnameyê de weşand.

Peyamên sersaxiyê

Gelek rojnameger, siyasetmedar û nûnerên saziyan têkildarî koça dawî ya rojnameger Huseyîn Aykol peyam parve kirin û sersaxî xwestin. Her wiha Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û şandeyeke pê re, çûn serdana malbata rojnameger-nivîskar Huseyîn Aykol ku jiyana xwe ji dest da û hempîşeyên wî. Şandeyê, li cihê xebatê yê Aykol malbat û hempîşeyên wî ziyaret kir. Di serdanê de Bakirhan sersaxî ji malbata Aykol û hempîşeyên wî xwest.   

Dê merasîm were lidarxistin

Ji bo Huseyin Aykol dê roja înê saet di 10.30’an de li Sehneya Yilmaz Guney a Şaredariya Çankayayê merasîm were lidarxistin. Piştre jî dê saet di 14.00’yan de li Goristana Karşiyakayê were oxirkirin. Piştî merasîma definkirina cenazeyê, dê li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê sersaxî bên qebûlkirin. 

Bername

Toren: Şaredariya Çankayayê, Sehneya Yilmaz Guney, Cadeya Şehît Gonenç a Maltepeyê, Hejmar: 16 

Saet: 10.30-12.30

Torena li Goristana Karşiyakayê: 14.00 

Cihê gorê: V-779

Gotinên dawî yên Huseyîn Aykol

Rojnameger-nivîskar Huseyîn Aykol di bîranîna Apê Mûsa de gotibû: “Ji bo ku ev al nekeve erdê, ez ê heta dawiya jiyana xwe li vir bim.” 

Huseyin Aykol, di kongreya DFG’ê ya di 22’yê Hezîranê ya li Amedê de wiha got: “Li hemberî vê îktîdarê medyaya herî mezin em in. Hewcehiya me pê heye ku em vê mezin bikin. Heke ne ji vê medyayê bûya, dê têkoşîna 50 sal in didome li cîhanê nehatibûya danasîn. Bi rastî jî di vê mijarê de em bi rolek girîng rabûn. Em, parçeyeke vê civakê ne. Me heta niha çawa rê li ber çapemeniya demokratîk vekiribe, em ê ji vir şûnde jî vê meşa xwe bidomînin. Ez jî ji bo ku ev al nekeve erdê dê heta dawiya emrê xwe li vir bim.” 

Rojnameger Aykol, di 20’ê Îlonê de tev li bîranîna Zanayê Kurd Mûsa Anter bû. Aykol, di bîranîna 20’ê Îlonê de soz da ku dê têkoşîna xwe bidomîne. Aykol, di bîranînê de got: “Çapemeniya Azad, dê di avakirina aştiyê de tişta dikeve ser milê xwe bike. Çawa ku bi sala ye ji bo rastiyê derxîne holê têdikoşe, dê niha jî bi heman rengî têbikoşe. Bi avakirina zimanê aştiyê re divê em aştiyê ava bikin. Ji bo vê divê çapemeniya dewletê jî li zimanê xwe hişyar be. Mûsa Anter; binêre em îro hatin vê derê da ku rapora salane pêşkeşî te bikin. Min gelek dixwest ku ji te re bibêjim ‘îsal jî tu rojnameger nehatin qetilkirin, nehatin girtin.’ Lê mixabin wisa nebû. Gelek hevalên me hatin girtin. Gelek rojnameger bi alçaxî hatin qetilkirin. Tevî hemû êrişan jî têkoşîna me dê bidome.” 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.