Şehîdên berxwedana rûmet û hebûnê
În 27 Sibat 2026 - 03:45

Nasnameyên 12 şervanên QSD’ê yên di berxwedana rûmet û hebûnê ya li dijî êrişên komên hikumeta demkî de şehîd bûbûn, hatin aşkerakirin. Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku 12 şervanên wê dema erka xwe ya parastina gel û destkeftiyên wê bi cih dianîn, di bersivdayîna êrişên komên hikumeta demkî de şehîd bûn. Di daxuyaniyê de hate gotin:“Hevrêyên me lehengî û îradeyeke xurt li qadên şer de nîşan da. Girêdana xwe ya kûr bi gelê xwe ve û berpirsyariya parastina ewlehiyê wê piştrast kirin. Fedakariyên ku hevrêyên me yên şehîd dane, di çarçoveya berxwedana rewa ya parastina îradeya gelê me û bersivdayîna gelên li hemberî ewlehiya wê de hat kirin.”
Di dewama daxuyaniyê de sersaxî ji malbat û hevrêyên şehîdan re hat xwestin û hate gotin:“Em soza xwe nû dikin ku fedakariyên wê dê di meşa me de wek meşale bimînin. Em ê erka xwe ya parastina gelê xwe û xaka xwe bi berpirsyarî bidomînin." Agahiyên derbarê nasnameya şehîdan de wiha ne:
Elî Doşka (El Hisên), li Aşxay Tehtikê jidayîk bûye, 23’ê Çileya 2026’an li Sirînê şehîd bû.
Amargî Zîrek (Omer Hemo), li Kobanê jidayîk bûye, 23’ê Çileya 2026’an li Kobanê şehîd bû.
Bahoz Serhed (Ersîn Çelîk), li Erziromê jidayîk bûye, 22’ê Çileya 2026’an li Reqa şehîd bû.
Devrîm Pasûr (Mihemed Ayçîçek), li Amedê jidayîk bûye, 7’ê Çileya 2026’an li Tebqa şehîd bû.
Serxwebûn Besta (Yûsif Îslam Ugrak), li Şirnexê jidayîk bûye, 20’ê Çileya 2026’an li Reqa-Kisratê şehîd bû.
Demhat Koçer (Mihemed Weys Mele Xelîl), li Kobanê jidayîk bûye, 17’ê Çileya 2026’an li Dêrazorê şehîd bû.
Dilsoz Helinc (Mistefa Mihemed), li Kobanê jidayîk bûye, 17’ê Çileya 2026’an li Dêrazorê şehîd bû.
Dilşêr Qerarîşk (Yasir Sadûn), li Qerarîşk jidayîk bûye, 26’ê Çileya 2026’an li Kobanê şehîd bû.
Şahîn Kobanê (Mûsa Mihemed), li Sirînê jidayîk bûye, 23’ê Çileya 2026’an li Sirînê şehîd bû.
Welat Kobanê (Mihemed Elî), li Girbek jidayîk bûye, 23’ê Çileya 2026’an li Sirînê şehîd bû.
Ednan (Ednan Elî), li Nûr Elî jidayîk bûye, 23’ê Çileya 2026’an li Kobanê şehîd bû.
Çiyager Kobanê (Roncan Hemê), li Kobanê jidayîk bûye, 23’ê Çileya 2026’an li Sirînê şehîd bû.
ANHA















