Fedaiya berxwedanê: Feraşîn Gabar

Şemî 21 Sibat 2026 - 03:40

  • Feraşîn Gabar a li Cizîra Botan ji dayik bû li dijî êrişên li ser gel û welatê xwe bi salan têkoşiya, berdêlên giran da û di oxira vê dozê de canê xwe feda kir. Hevrêyên wê ji bo bicihanîna xeyalê wê yê azadiyê têkoşînê dewam dikin.

Jineke ciwan a xurt û bi xwe bawer, di berxwedana Cizîra Botan de hîn xurt bû û berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Feraşîn Gabar (Bahar Akyol) li bajarê berxwedanê Cizîra Botan ji dayik bû. Ji eşîra Bilikî ye ku bi welatparêziya xwe tê naskirin. Bahar bi saya welatparêziya malbata xwe hîn bû ku divê çawa xwedî li nasnameya Kurd derkeve. Ji ber zextên dewletê, di nava atmosfereke welê de mezin bû ku polîtîkayên şerê taybet ên dijmin her roj dihate meşandin. Di nava zor û zehmetiyan de mezin bû. Hem zext û zordariya dewletê ya li gelê Cizîra Botan bandor hem li malbata wê hem jî li zarokatiya Bahar kir. Bahar dema mezin bû, hînî rêbaza rast a têkoşînê bû. Bi taybetî li hemberî dagirkeriya ku timî zext li gelê Kurd dikir, hêrsa wê mezin bû.

Di berxwedana Cizîrê de şahidî ji gelek kêliyên giran û bi êş re kir. Lê belê bi têgihiştina vê berxwedanê ev yek ji xwe re kir çavkaniya hêz û biryarê. Di sala 2015'an de bi bandora berxwedana bajêr a li Cizîra Botan li gel temenê xwe yê ciwan weke her ciwanekê/î gihîşt wê baweriyê ku divê tax û gelê xwe biparêze. Bahar ku şahidî ji van kêliyên dîrokî re dikir, di sala 2015'an de di pêvajoya giran a şer de rahişt çekê û li gel hevalên xwe taxa xwe parast. Di vê demê de baweriya ji xwe mezin kir û li ser vê bingehê gavên mezin avêt. Armanca xwe ya jiyaneke bi rûmet li nava refên gerîla dît. Ji ber vê jî berê xwe da çiyê û navê xwe kir Feraşîn Gabar. Pratîka destpêkê li Heftanînê kir, piştre jî derbasî Akademiya Rojîn Gewda bû. Ev perwerde ji bo wê bû destpêka jiyaneke nû ya li nava refên gerîla. Ji bo her gerîlayên azadiyê cihê ku pratîka destpêkê lê meşandiye dibe zemîna bûyîneke nû û ti carî nayê jibîrkirin. Çiyayên Heftanînê jî ji bo gerîla Feraşîn bû destpêkeke nû.

Feraşîn ji xweza û berhemdariya Heftanînê gelekî bi bandor bû. Ji ber vê jî hezkirina wê ya ji xwezaya bi heybet hîn mezin bû. Vê rewşê tevlîbûna wê hîn xurt kir. Bi rengekî çalak beşdarî her karî bû. Destketiyên girîng bi dest xist û bi hevrêtiya xwe ya ji dil kete dilê hemû hevalên xwe. Gerîla Feraşîn ji bo Akademiya Pisporiya Leşkerî ya Şehîd Mahîr hate pêşniyarkirin. Li ser vê bingehê di sala 2019'an de beşdarî perwerdeya dibistana sabotajê bû. Li vê akademiyê Feraşîn baweriya bi xwe hîn mezin kir û di rêbaza leşkerî de bû xwedî dîsîplîn. Gerîlayên azadiyê bi hezkirineke mezin li van çiyayan dimînin. Li ser bingeha fikir û felsefeya Rêber Apo xwe perwerde dikin û digihêjin asteke zanistî. Li hemberî tundî û êrişên dijmin weke keleheke zindî ji bo parastina gelan pêwîstî li ku hebe ew li wê derê ne.

Di vê pêvajoyê de gerîla Feraşîn piştî ku bû xwedî pisporiyê berê xwe da qada fermandar Bêrîtan Xakurkê. Feraşîn Gabar dema ku derbasî Xakurkê bû beşdarî nava tîmên bi tevger bû. ji bo li qada pispor e xwe bi pêş ve bibe û derbên giran li dagirkeran bixe, li vê derê hate wezîfedarkirin. Ji ber ku gerîlayeke gelekî çalak bû di demeke kurt de li qadê amadekariyeke cidî meşand.

Li her devera çiyayên Kurdistanê êriş û bombardûman hatin kirin. Lê belê ti ji van nekarî li hemberî bawerî û hêza gerîla bibe asteng. Sekn û îradeyeke bi heybet derkete holê. Bi vî rengî destanên berxwedanê gav bi gav hatin nivîsandin. Li herêma Xakurkê bi heman rengî dijmin nekarî li hemberî berxwedana gerîla bisekine, lewma bi hovîtiyeke mezin êriş dikir. Di Nîsana 2024'an de gerîla Feraşîn dema li qada Lolanê bi erka xwe radibû êrişa hewayî lê hat kirin. Di encama vê êrişê de gerîla Feraşîn Gabar şehîd bû.

Ew ê di dîroka tevgera azadiyê de her tim weke yek ji sembolên jinên azad bê bîranîn; armanca wan a azadiyê û têkoşîna wan tekez bi ser bikeve.

BIHAR ZAGROS / BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.