Kurd bi îmha û înkarê naqedin
Şemî 14 Sibat 2026 - 03:50

Komeleya Perwerde, Çand û Piştevaniyê ya Şêx Seîd, bi boneya salvegera 101’an a Serhildana Şêx Seîd, li avahiya komeleyê ya li Amedê daxuyanî da. Gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tev li daxuyaniyê bûn. Serokê Komeleyê û neviyê Şêx Seîd Kasim Firat, diyar kir ku Şêx Seîd û hevalên wî ji doza xwe venegeriyane û zilm û înkar red kirine û got:“Divê em hesabên xwe li ser yekitiya Kurdistan û gelê Kurd bikin. Divê em bêhêvî nebin. Kurd duh jî hebûn, îro jî hene û wê her hebin. Hûn nikarin Kurdan tune bikin, em tune xelas nabin. Werin mafên me yên di hiqûqa navneteweyî de nas bikin, wekî em bo we digirin hûn jî bo me rêzê bigirin. Em bi îmha û înkarê tune nabin, em hene.” Metna daxuyaniyê ya komeleyê jî ji hêla Sekreterê Giştî yê Komeleyê Mordem Zel ve hate xwendin. Zel, diyar kir ku 101 sal berê, di 13’ê Sibata 1925’an de li Pîranê bûyerek qewimî û di encamê de Şêx Seîd û hevalên wî hatin girtin û got:“Bûyerên sala 1925’an, di dîroka Komara Tirkiyeyê de yek ji xalên herî girîng ên şikestinê tên qebûlkirin. Ev pêvajo; di çarçoveya têkiliyên dewlet-civakê, polîtîkayên navendîbûnê, nîqaşên nasnameya etnîkî û sepanên hiqûqî de, di dîroknivîsiyê de bi perspektîfên cuda hatiye nirxandin. Lêkolînên akademîk ên li ser sedem, geşedan û encamên van bûyeran, avahiya siyasî û civakî ya pir-tebeqe ya wê demê bi zelalî radixe ber çavan.” Zel anî ziman ku tevî ku sedsalek di ser re derbas bûye, bûyera 1925’an hîn jî ji aliyê dîrokî, civaknasî û siyasî ve tê nîqaşkirin û got:“Mixabin polîtîkayên îmha, înkar û asîmîlasyonê di roja me ya îro de jî berdewam dikin. Ji bo ku ev pêvajo bi awayekî saxlem û giştî bê nirxandin divê belge û girtekên îfadeyan ên arşîvê, tomarên dadweriyê û bi taybetî arşîvên TBMM’ê û hemû belgeyên fermî yên têkildar divê ji bo dîroknas, hiqûqnas û lêkolîneran bi kapasîteya tam bên vekirin. Ev gava ku dê di çarçoveya prensîbên zelalbûn û gihîştina zanistî de bê avêtin, dê bibe xizmeta derketina rastiya dîrokî û kurbûna xebatên akademîk.” Zel diyar kir ku hevrûbûna Tirkiyeyê bi dîroka xwe re û nirxandina bûyerên borî bi perspektîfeke piralî, hewcehiya bingehîn a gihîştina demokratîk û aştiya civakî ye û got:“Bi armanca xurtkirina hafizeya civakî û pêşxistina têgihiştina hevdu, em di wê baweriyê de ne ku pêvajoyên ‘hevhelalkirin’ û ‘hevrûbûnê’ berpirsiyariyeke dîrokî ne. Her wiha, em daxwaza xwe ya ji bo tespîtkirin û parvekirina cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî bi raya giştî re nû dikin. Bicihanîna vê daxwazê, hem hewcedariya nirxên mirovî û wijdanî ye, hem jî di rêya avakirina aştiya civakî û pêşerojeke hevpar de gaveke pir bi qîmet e. Têkoşîna me ya maf, hiqûq û edaletê dê berdewam bike.” Daxuyanî, bi çepikan bi dawî bû.
MA/AMED















